Polîsan dest danîn ser alavên şehîdan
Polîsan dest danîn ser çenteyên şehîd û birîndarên Pirsûsê. Polîsên alavan nadin parêzeran gotin, “Yan ew yan jî bila malbatên wan bên.”

Polîs alavên kesên di êrîşa bombeyî ya çeteyên DAIŞ’a olperest û faşîst a AKP piştgiriya wan dike de şehîd û birîndar bûn nadin parêzeran.
Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan Gulhan Kaya got, “Me bi Midûriyeta Pirsûsê re hevdîtin pêk anî. Gotin ku di çenteyan de ti hêmaneke sûc derneketiye. Lê diyar kirin ku bi fermana dozgeriyê çenteyan yan wê bidin xwediyên wan yan jî malbatan. Me jî got em parêzerên ESP û SGDF'ê ne, me got wekaletên wan hene, em ê alavan teslîmî muwekîlên xwe yan jî malbatan bikin. Lê dest ji ya xwe bernedan."