Çîroka şehadetê ji vir destpê kir

Yek ji malbatên Kobanê ya azad bi xwîna wan hat avdan.

Çîroka şehadetê ji vir dest pê kir.

Malbat, di nava taxa ku hemû vala bibû bi tenê mabû, hefteya yekemîn ji êrîşên 15`ê Îlonê bû. Viyan keça wan, şervana YPJ`ê li eniya rojavayê Kobanê bû. 

Dayîka meyrê li Viyana xwe geriya û got: - Kesek li taxê nemayê, ez ê jî keçikên xwe rakim û derkevim.

Viyan: Yadê ger tu derkevî, ez ten as nakim û ne keça te me.

Dayê: Eger tu dixwazî em bimînin em ê bimînin. Xwîna min ji ya te ne şîrîntir e. Ez û xwîşkên te jî ji te ne buhatir in.

Rojek nekete navberê de Viyan îcar li dayîka xwe geriya:

Viyan: Yadê herdu keçikan derxîne û ji kobanê derkevin. 

Dayê: te gotibû dernekevin, em ê ji bo wê bimînin. 

Viyan: Yadê ji min bibhîse û derkevin. Bila weke Şengalê li me jî neyê.

Destpêkê Ednan piştre CÎhan, Gulistan û dayîka Meyrê derdikevin. Heya wê demê hîna jî Bêrîvan û Viyanê li kobanê mabûn (yek xebata Rêveberiya bajar de bû û ya din jî şervana YPJ`ê bû). di 30`ê Îlonê de Viyan li gundê Siftekê şehîd dikeve. Ew dibe

2`emîn şehîda malbatê piştî bavê wan (Osman) ê ku di 11`ê Mijdara 2013`an di teqîna Heyva Sor a Kurd şehîd ket.. 

MALBAT TEV XEBATKAR Û MAMOSTE BÛN

Di nava şoreşa 19`ê Tîrmehê de, ji malbatê 6 zarok mamostetiya zimanê kurdî kirin. Bi ketina 15`ê Îlonê re wan dîsa amadekariyên vekirina dibistanên perwerdeyê dikirin. 

Mamoste Ednan: "Lê rewşa derket, xebatên perwerdehî li bajar sekinandin. Em jî tevlî xebatên parastina taxan û xizmetkirina birîndaran bûn. Lê rewş her ku çû girantir bû. Ji min hat xwestin ku biçim Sirûcê û bi birîndaran re eleqedar bim û arşîfa wan çêkim. Ez wisa beriya malbata xwe derketim".

Piştî Viyan jiyana xwe ji dest dide, xwîşka wan Bêrîvan (Cîgira Serokê Meclîsa Rêveber) diçe gel malbatê. Gelekî li gel dayîka xwe ranawestê û berê xwe dide bajarê Sirûcê û di nava kampên Kobaniyan de xizmete gel dike. 

Mamoste Ednan: "Heya demekê em bi birîndaran re mijûl bûn. Lê dema ku kamp vebûn êdî ji me re hat gotin ku divê xebata ziman bidin meşandin. Me dît her kesek dixwaze perwedehiya zarokên Kobanê li gora xwe bide meşandin, hin dixwazin bi zimanê Tirkî û hin bi yê Erebî bidin. Tevî ku em li ser xebata birîndaran disekiniyan lê erka me ya sereke perwerdehiya ziman bû û hemû hevalên me dixwestin ku tevlê bibin. Me hev kom kir û bi zarokên Kobanê re eleqedar bûn. Wê demê Gulistan û Cîhanê jî ev xebat meşandin".

VEGERA LI KOBANÊ

Piştî xizmeteke mezin a perwerdehiyê li bakurê Kurdistanê, Ednan li Kobanê vedigere û dest bi vejandina xebata perwerdehiya ziman dike. Di gava yekem de dibistana Şehîd Osman vekirin û zarok ji bo perwerdeyê kom kirin. 

Cîhan: Beriya Ednan, birayê me Ehmed bavê 6 zarokan hat Kobanê û depoyên alîkariyê bi rêve birin. Li dû Ednan jî ez û Bêrîvanê daketin Kobanê wê xebata Rêveberiyê û ez ya ziman û ji xwe Ednan jî mamoste bû me meşand. Gulê hîna nehatibû. Gulê di Newrozê de hat.

DAYIKÊ JIYANEKE NÛ DESTPÊ KIR

Zarokên ana Meyr hemû ji bo xizmetkirinê vegeriya Kobanê lê ew hîna li bakur mabû. Lê wê tehemul nekir û vegeriya.

Bêrîvan: Anê îsrar kir ku em biçin, malê çêkin û ji nû ve tê de bijîn. Tax hemû xera bibû, bi tenê di navberê de mala me û birayê min nehatibûn rûxandin. Li taxê ti kes tinebû. Bi rastî jî dema min çû û mal dît min got em ê çawa li vir bijîn, jiyan ne pêkane bibe. Lê wan bi îsrar û hezkirina xwe ji malê re, pev re paqij û çêkirin. Me pev re jiyaneke nû li wir ava kir. Dîsa jî serdanên hevalên me ji malê re vegeriyan. Jiyana me beriya şer çawa bû, me wisa jî vegerand". 

Cîhan: Di nava me de herî zêde Gulê her digot na ew ê çê bibe û em ê vegerin lê bijîn. Ji min re digot eger tu alîkar bî ew ê bibe. Rast e, me mala xwe paqij kir, lê her tirseke min jê hebû, kesek li dora me nîn bû, em bi hesreta dîtina cîranekî bûn. Bi roj em hemu derdiketin me xebata xwe dikir lê yadê bi tenê li malê dima. 

Ednan: Bi alîkariya xwîşk û birayan û bi taybet birayê min Ehmed ê ku mala wî zêde xera bibû me destpêkeke nû dest pê kir. Ehmed her roja ku ji xebata xwe vedigeriya quncek ji malê ava dikir, her ku min didît ew wisa dixebite hêviya min zêde dibû ku, eger em bixebitin ew ê neçare çêbibe. 

DAYIKÊ ŞOREŞ PÊK ANÎ

Ednan: Hat kobanê, vegeriya, wê jî dît ku tu çare nînin. Got "ji min tê xwestin ez careke din jiyanê ava bikim, hevalên Viyanê di mala xwe de pêşwaz bikim, mamosteyan li dora xwe kom bikim, ez karibim vî tiştî bikim ku Viyana xwe di dilê xwe de bidim hîskirin". Wê ew pêk anî. Bi rastî jî me neheqî li dayîka xwe dikir. Me xebata xwe û xizmetkirina vî gelî ji xwedîderketina li dayîka xwe zêdetir dida pêş.

Bêrîvan: Bi vegera li Kobanê anê êdî li hêza xwe vegeriya bû. Dayîka min pir bi hêz bû. Kêfxweşiya wê dema ku Til Ebyed rizgar bû hîna li ber çavên min e. Wê rojê weke Serokatiya Meclîsa Rêveber em derketin ser dikê, wê ala rengîn rakiribû, em pêşwaz kirin û tiliyên xwe bi nîşana serketinê ji min re hildan. Dema em vegeriyan malê ji min re got "Bêrîvan te dît ez çawa îro kêfxweş bûm, min îro hîs kir ku Viyana min nemiriye, piştî herdu kanton gihiştin hev û hesreta YPG,YPJ`ê pêk hat ez hîs nakim ku viyan mir". Dayîka min dema dawiyê kêfxweşî, hezkirin, moral û hêza xwe ji ku aniye nizanim. Wê em li jiyanê vegerandin.

Cîhan: Cara yekem piştî şehadeta bavo û Viyanê ez rûyê anê li ken dibînim. Cara yekem coşa ku ewqas em dûrî ketibûn min dîsa li mal dît, wê mal mîna berê vegerand, em li hev kom kirin. Birayê me Rûdî jî vegeriya û bi Perwîn re zewicî. Zewaca wan jî coş û rengekî nû xist hundir mal. 

MIN JI CÎRANÊN XWE RE KONEK DI DILÊ XWE VEGIRTIYE

Gulîstana ku herî zêde di nava wan de li vegera malê teşwîq bibû, li ser rûpela xwe ya di medyaya civakî de ev tişt weşandibû dibêje "kolan hemû xera bûne. Cîran tê de nemane. Min ji cîranên xwe re konek di dilê xwe de vegirtiye". 

Ednan: Dema min ew gotin xwendin, min hîskirina dayik û xwîşkên xwe nas kir. Yanê, carnan dema tu li Kobanê temaşe dikî -mala me jî mînakeke ji wan malan bûn- tu matmayî dimînî, ev gel bi vê axê, malê yan jî bi vê dozê ve girêdayî ye? Bi rastî jî di nava wêraniyê de tu jiyanê bidî avakirin ew tiştekî zehmet e.

KÊLIYÊN KOMKUJIYÊ

Berbanga 25'ê Hezîranê, Dayîka Meyrê ji bo sihara rojeke nû ya Remezanê bi xwe hişyar bû. Ew li benda nimêja sibehê bû da ku dîsa li ber zarokên xwe serê xwe deyne û razê.

Bêrîvan: Carekê dengê guleyan bilind bû. Dayika min şaş bû, ew difikirî ku dîsa şahî ye. Lê min got na di vê seatê de şahî nînin. Lê gule yekser li mala me diketin. Ez bi telefona xwe li hevalan geriyam. Di wan kêliyan de qîrîn bi Rîhanê hevsera Ehmed ket û got " Anê Ehmed çû" û vê re deriyê me vebû. Min ji hevalan re got birayê min şehîd ket û mala me bi tevahî diçê ye ji ber ku gule li mala me dikevine. 

Li kolanê êdî kombûn çêbû, mala apê min jî ket ser, min gazî wan kir ku bikevin malan de. Min ji malbata me re jî got Ehmed çû hûn werin. Ew nehatin, cenazeyê birayê min dianîn malê. Li vir Rûdî jî birîndar bû. Ew ket hundir û got dernekevin, birîna xwe pir diêşiya. 

Rûdî ji xwe zavayê nû bû. Çawa birîndar bû hevjîna wî Perwîn şaş bû ku divê çi bike. Ji min re got "Bêrîvan heyran bi tenê li ambulansê bigere em Rudî xelas bikin". Ji bo karibim bi aramî çareyekê bibînim, ez ketim odeyeke din ku bi telefonê li derve bigerim ji bo alîkariyê, cîhan li pey min ket hundir û got lez bike mala me bi tevahî dê bê kuştin. Carekê Cîhanê ji min re got "telefona xwe bêdeng bike. Ew di hewşa me de ne". Wê di pencereyê re temaşe kiribû û ew dîtibûn. Min ew ji ber pencereyê dûr xist û em wisa man. 

Cîhan: Ez jî nizanim em çawa filitîn. Dema em di çemberê de bûn, Min tenê kêmekî xwe bilivandana çeteyan wê ez ferq kiribama. Lê di wê kêliyê de tiştek hat bîra min, ku eger ez û Bêrîvan jî biçin wê kî bimîne? Wê ji van zarokan re kî bimîne? Bi taybet, ji Ednan re wê kî bimîne? Ev hat bîra min. Yekser min ji Bêrîvanê re got cîhazê xwe bê deng bike malbat bi gîştî şehîd bû.

GAV BI GAV MALBAT ŞEHÎD KETIBÛ

Bêrîvan: Ji xwe di hundir mala me de apê min, birayê me Rudî û hevjîna wî Perwîn, xwîşka min Gulistan a ku zarokê Ehmed ê 3 mehî hembêz kiribû û hewl dabû xwe di paş derî de veşêre, li kolanê jî birayê me Ehmed û hevjîna xwe Rîhan, dayîka min û hevsera apê min, kurê apê min û birayê wî hemû şehîd ketibûn. Ew Komkujî bû. 11 kes ji malbatê şehîd ketibûn.

Bêrîvan û Cîhanê yên ku di odeya din mabûn ji saet 04.30 heta seat 15.00 di çemberê de bûn.

Cîhan: Bêrîvan digot eger em bimînin piştî şehadeta ewqas kes, mayîna me wê ne ji valahiyê re be. Cihê em lê zêde ne parastî bû dikaribûn di kîjan kêliyê de rastî me jî bihatina lê nebû. Ev şana wê yekê ye ku, di pêşerojê de erkek dê bikeve ser milê me. 

Di cih û bûyerên wisa de atîfet û hest li gel mirov tên kuştin. Ji bo tu xwe û dora xwe biparêzî divê tu aqilane bifikirî û hest bikujî. Texmîn bike malbat li dora me hemu li erdê ye. Mirovên herî nêz ji me re li kolanê ne.

Dayîka min li derve li erdê qîr dikir. Perwîn buka 20 rojan qîr dikir lez bikin bila ambulans were em Rudî xelas bikin. Qîrînên wan hemû hîna di mejiyê min de ne. Me ev hemu da aliyekî, bi tenê fikirîn emê çawa van zarokan xelas bikin û biparêzin. 

HEYA ZAROKA 12 SALÎ ÊDÎ WATEYA ŞEHADETÊ NAS KIRIYE

Di wan kêliyan zarokên Rîhanê qîr dikirin. Carekê Runaz a biçûk û xwîşka wan Silav a 12 salî hatin mala me. Li ser cenazeyan sekinîn. Runazê got "Silava, xaltiya Perwîn çima wisa li erdê ye. Anê û yên din çima wisa ne". Silava got "Hemu şehîd ketine" Wê bi destê xwîşka xwe girt û jê re got ka em biçin. 

Cîhan: Ew herdu ne giriyan û ne jî qîr kirin. Mîna ku razî bûn û wisa derketin derve. Min hîs kir ku ew şehadeta wan tiştekî pir pîroz dibînin lewre jî tehemul nekirin ne bigrîn û ne jî negrîn û wisa bê deng derketin. Heya niha jî ew zarok bi şehadeta dayik, bav û derdora xwe hemu razî ne. 

ÇÎROKBÊJÊN KOMKUJIYÊ

Cîhan: Di her bûyerekê û her dîrokê de rastiyek heye ku, hin kes bedelên giran didin û hin jî dibin çîrokbêjên wê buyerê û parêzvanên kesên li du ên çûyî dimînin. Ê me jî, ez û Bêrîvan man ji bo bimînin çîrokbêjên vê bûyerê. 

DERS; HIŞYARÎ Û XURTKIRINA PARASTINÊ

Bêrîvan: Ew komkujî pir giran bû. Destpêkê weke rêveberiya bajar hesab ji me dihat xwestin, piştre jî weke milet hesab ji me dihat xwestin ku em êdî dil rihet bûn ku nema êrîş tên ser me. Me nema giranî da parastinê. Divyabû xweparastina cewherî heba. Ez hêvî dikim ku piştî vê buyerê em hişyar bibin, ku ew êrîş û komkujî dîsa dubare nebin.

Cîhan: Mixabin, mixabin û sed mixabin. Di nava buyerê de telefonek ji min re hat. Got "mamoste Cîhane, ez Serokê Komeleya Nêçîrvan Berzanî me. Em dixwazin bi te re bibin alîkar. Te bînin gel xwe Başûrê Kurdistanê ku di warê madî û manewî de alîkariyê bidin. 

Numareyek da min û got ev li Kobanê ye ewê li te bigere. Bi rastî jî piştî çend kêliyan yek li min geriya û got ez dixwazim di çûyîna te ya ji Başûrê Kurdistanê re bi te re bibin alîkar.

BERSIV!...

Cîhan: Min got "Ma armanca me pişt ewqas berxwedan û şehadet, ew bû ku em Kobanê vala bikin. Ger ku em vê kobaniya ku ewqas berxwedan û şehîd tê de hatine danîn, terk bikin, wê demê em xwedî lê dernakevin û bi taybet ku min malbatek bi tevahî tê de daye. Ez ê çawa terk bikin û ji kê re vala bikim. 

CÎHAN WÊ VEGERE XEBATA ZIMANÊ KURDÎ

Cîhan: Şerm e, ku îro ez ji Kobanê derkevim û xebata ziman nehan qat nedim pêşxistin. Ji ber ku 3 kesayetan xebata ziman dan ser milê min. 3 kes ji hezkiriyên ziman ji malbatê çûn. Ez ê xebata wan bidim meşandin. 

ZAROKÊN ŞEHÎDAN JÎ WÊ MEZIN BIBIN

Bêrîvan: Karê min di rêveberiyê de zehmet e. Niha dîsa ez vedigerim nava kar, lê zehmet buye ji ber ku zarok jî hene. Lê yê ku dihêle ez li ber xwe bidim ew e ku, dayîka min û Ehmed ji karê min razî û hez dikirin. Ji bo wê jî ezê tevî malbatê bi qasî dikarim xwedî li zarokan derkevim û dev ji karê xwe bernadim. Ji ber ku ew kar doza şehîdan e. em ê layiqî zarokên şehîdan derkevin.

JIYANEKE NÛ DESTPÊKEKE NÛ

Ji malbata Şehîd re bi tenê niha hêvî maye ku bihêle ew ji nû ve dest pê bikin.

Ednan: Ji bo em jiyan bikin bi rastî, her hêviyên xwe bi tiştekî de girê didin. Em li ser hêviyan jiyan dikin. Dema ku gotin malbata te şehîd buye. Min got ger tiştek negihişiye Bêrîvan û Cîhanê, hun wan biparêzin heya ez bighêjim wir. Ew bes in. niha jî malbata min Bêrîvan û Cîhan û ev zarok in tevî birayên min ên mezin û zewicî. 

Tişta ku weke mirov li ser milê min dikeve ku karibin ji xwîşk biraziyên xwe re çawa ku dayik û birayên min di nava wê wêraniyê de jiyan careke din dan avakirin, ez jî ji wan re jiyanê bidim avakirin. Em bikaribin van zarokan mezin bikin û ji wan re bêjin dapîra wan çi mirov û çi hest bû, hembêza xwe çiqas ji mirovan re fireh bû. Em bêjin dayîk û bavê wan çiqas weradar bûn û çiqas ji xebat û welatê xwe hez dikirin. 

Tişta ku li ser me dikeve ku li ber xebata xwe ya perwerdeya ziman û xizmetkirina gel bikin, mezinkirina van zarokan e. 

MALBATA ŞEHÎD: 

Dayik: Meryem Şêxî, şehîda komkujiya 25`ê Hizêrana 2015`an
Bav: Osman Hesen, şehîdê teqîna Heyva Sor a Kurd a 11`ê Mijdara 2014`an
Viyan (Şêrîn Hesen): Di 30`ê Îlûna 2014`an de li eniya Rojavayê Kobanê şehîd ket
Zarok: Gulistan Hesen Mamosteya Zimanê Kurdî
Rûdî Hesen û Perwîn Hemo: bûk û zavayên 20 rojan û mamosteyên zimanê Kurdî bûn
Ehmed Hesen û Rîhan Hemo: bav û dayik ên 6 zarokan bûn
Hemû di komkujiya 25`ê Hezîranê de şehîd ketin
Bi gîştî tenê di komkujiyê de 11 kes ji malbatê tevî xizmên xwe şehîd bûn.

...