Jinan bi lêdana beroşan komkujiya Pirsûsê şermezar kirin
Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê, Komkujiya Pirsûsê bi lêdana beroşan şermezar kirin.
ANF
STENBOL
pêncşem, 23 tîrmehê 2015, 20:52
Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê, Komkujiya Pirsûsê bi lêdana beroşan şermezar kirin. Jinên li Kadikoy ji Îskeleya Emînonu heta Îskeleya Beşîktaş meşiyan banga, “Li hember şer bilindkirina dengê aştiyê” li jinan kirin.
Endamên Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê yên li Îskêleya Emînonu ya Kadikoy hatin gel hev, Komkujiya Pirsûsê bi meşekê şermezar kirin. Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Arîfe Çinar û dayikên aştiyê ku di refên pêş ên meşê de cih girtin, polîtîkayên şer bi tililî û lêdana beroşan protesto kirin.
Jinên hatin Qada Îskele bi Tirkî û Kurdî daxuyanî xwendin.