"Ne li dijî DAIŞ’ê li dijî HDP’ê şer dan destpêkirin"

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik diyar kir ku hikûmeta AKP'ê, bi dijminatiya xwe ya li Kurdan re nêzî komkujiya li Pirsûsê dibe û got, "Li dewsa ku li dij DAIŞ'ê şer bide destpêkirin li dij Tevgera Azadiya Kurd û HDP'ê şer dide destpêkirin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku hikûmeta AKP'ê, bi dijminatiya xwe ya li Kurdan re nêzî komkujiya li Pirsûsê dibe û got, "Li dewsa ku li dij DAIŞ'ê şer bide destpêkirin li dij Tevgera Azadiya Kurd û HDP'ê şer dide destpêkirin."

Bayik di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya li rojnameyên Yenî Ozgur Polîtîka û Azadiya Welat de bal kişand ser nêzîkatiya AKP'ê ya li komkujiya li Pirsûsê û destnîşan kir, ku hikûmeta AKP'ê li şûna li dijî DAIŞ'ê, li hemberî HDPê şer daye destpêkirin.

Bayik da xuyakirin ku AKP ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan, bi destekkirin û mezinkirina rêxistinên çete re Sûriye veguherandiye gola xwînê û anî ziman, ku eger der barê sûcên li Sûriyeyê de dadgeheke ceza were avakirin, wê hikûmeta AKP'ê di asta sereke de weke sûcdar bê darizandin.

Nivîsa Bayik bi vî rengî ye:

"Wekî dewleta Tirk zîhniyeketeke din a bê şerm tine ye. Li dewsa ku piştî tevkujiya Pirsûsê hesab bide, mîna 'dizê zîrek' tevdigere û yên derveyî xwe sûcdar dike. Tevî ku wê DAIŞ mezin kir, xwedî kir mîna ku berpirs ne ewe yên din sûcdar dike. Tevî ku hedefa bingehîn a êrîşê Tevgera Azadiya Kurd û HDP ye jî bi sûcdarkirina HDP'ê dixwaze sucên xwe veşere. Ji ber ku HDP ev du mehin bi israr û tim hevkariya AKP'ê û DAIŞ'ê tînê rojevê bi hêrs êrîşî HDP'ê dike. Yên heta niha gotin ne dianîn ser DAIŞ'ê ji ber ku piştî tevkujiya DAIŞ'ê ya li Pirsûsê rê li ber nerazîbûnên mezin vekir ji bo rojevê biguherînin HDP'ê, mîna hedef nîşan didin. Li aliyê din jî dibêje werin em li dij terorê daxuyaniyeke hevbeş bidin û dixwaze hevkariya xwe ya bi DAIŞ'ê re veşêre. 

DIVÊ TIRKIYE HESABEKÎ MEZIN BIDE

Divê Tirkiye hesabekî mezin bide. Sedemên din ên şerê navxweyî yê li Sûriyeyê hene. Lê belê ji bi hêzbûna van çeteyên faşîst ên dijminê mirovahiyê di asta yekemîn de Tirkiye berpirs e. Ya ku El Nusra, Ahrar El Şam û DAIŞ destek kir Tirkiye bû. Hêzên derve jî ji ber ku rêxistinên Tirkiyeyê ew destek dikirin pirr xeter dîtin, çavê xwe ji êrîşên rejîma Sûriyeyê re girtin. Ji ber vê yekê jî ji mezinbûn û ji kontrolê derketina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê di asta yekemîn de Tirkiye berpirs e. Tirkiyeyê têkildarî muxalifên ne tundrav got, "bandora van tineye em yên bi bandor destek bikin" re Sûriyeyê xiste vê rewşê. 

Tirkiyeyê li gora xwa fikirî ka kî dikare baştir Şoreşa Rojava bifetisîne û lewma rêxistinên herî hovane destek kirin. Di rewşa ku dijminê bingehîn Şoreşa Rojava bû de, dostên wê yên herî baş jî DAIŞ, El Nusra û Ahrar El Şam bûn. Her cure alîkarî da van rêxistinan. Bi daxwaza xistina beleya serê Kurdan re ew li serê tevahiya mirovahiyê xistin belayê. Ya ku tevkujiya Pirsûsê afirand ev polîtîkaya dewleta Tirk e; ya ku tevujiya 5'ê Hezîranê ya li Amedê afirand jî ev polîtîka ye. 

BERPIRSA TEVKUJÎ Û SERJÊKIRINÊN LI NAVA SÛRIYEYÊ JÎ AKP YE

Ya ku hişt DAIŞ êrîşî Kobanê bike ev polîtîka bû, her wiha tevkujiya nêz a li Kobenê ku bû sedema mirina bi sedan sivîlî jî heman polîtîka ye. Berpirsa tevkujî û serjêkirinên li nava Sûriyeyê jî heman polîtîka ye; yanî AKP ye. 

Hikûmeta AKP'ê ji ber dijminatiya xwe ya Kurdan û Şoreşa Rojava hevkariya hevqas sûc kiriye eger ji bo tevkujiyên li nava Sûriyeyê dadgeha ceza were sazkirin wê sucbarê yekemîn hikûmeta AKP'ê û Tayîp Erdogan bin.

HETA AKP HESABÊ VÊ XIYANETÊ NEDE NIKARE TI KESÎ SÛDAR BIKE

Ya ku Sûriye xiste vê rewşê û bi destê DAIŞ'ê tevkujiyên Kurdan pêk anîn hikûmeta AKP'ê ye. Tevê vê yekê jî beyî şerm bike ji bo xwe ji rewşa sûcdarî rizgar bike yên derveyî xwe gunehkar dike. Dema ev hevkariya sûc a li Sûriyeyê û Rojava hate aşkerakirin, her kesî bi xiyanetkirina bi welêt re sûcdar dike. Li gor AKP'ê eger sûcên bi destê MÎT û rêxistina îstîxbaratê tên kirin werin aşkerakirin ev xiyanet a ji bo welêt e. Eger dewlet beyî pirsîna ji gel û meclîsê eger sûcên nepenî pêk bîne, divê ji van sûcan re çav were girtin! Li gor wê ev ne sûc in, karê parastina welêt in! Hewldanên aşkerakirina van sûcan xiyanet e! Serê Serokwezîr û hikûmeta AKP'ê hêna bi vî şêwazî dixebite. Ya li Tirkiyeyê DAIŞ afirand jî dijminatiya Kurdan e. Hesabê rêxistinbûyîn û bihêzbûna DAIŞ'ê ya li Tirkiyelê ki wê bide? Bê guman AKP! Heta AKP hesabê vê xiyanetê nede nikare ti kesî sûcdar bike. 

DERDÊ AKP'Ê NE DAIŞ E, ŞERÊ LI DIJÎ PKK'Ê YE

Hikûmeta AKP'ê ku di ser dijminatiya Kurd re Sûriyeyê vergerand gola xwînê, xwînê bi gelê rojan dide verişandin tevkujiya Pirsûsê jî di ser dijminatiya Kurdan re digire dest. Li dewsa ku li dij DAIŞ'ê şer bide destpêkirin li dij Tevgera Azadiya Kurd û HDP'ê şer dide destpêkirin. Bi gotina em li dij hemû cure terorê derkevin di rastiyê ne, ne DAIŞ'ê dixwaze PKK bike hedef. Derdê wê ne DAIŞ e, şerê li dij PKK'ê ye. Piştî tevkujiya Pirsûsê jî xistina hedefa xwe ya HDP'ê nîşan dide ka şêwazekî wê yê polîtîkayê yê çiqasî kirêt heye. Ji ber ku hesabên hilbijartinê dike ji niha de bi zexta li ser HDP'ê re dixwaze wê lawaz bike. Polîtîkaya AKP'ê wisa ye. Bi gotina herî ji rêzê bizin di derdê canê xwe de ye, qesab di derdê goşt de ye. 

Bi gotina mîna em li dij her cure terorê ne dixwaze sûcê DAIŞ'ê sivik bike, hevkariya sûc a bi DAIŞ'ê re veşêre. Di rewşa ku ew DAIŞ mil bi mil in de mîna ku li dij DAIŞ'ê ye bang li herkesî dike da li dij DAIŞ'ê helwestê bigirin! Mebesta wê hedef girtina PKK'ê ye. Yên tevkujiya Pirsûsê pêk anîne, diyar in. Divê hikûmet li dij DAIŞ'ê yekser helwestê bigire û vê yekê derbasî pratîkê bike. Naxwe bi hev re gotina çar partiyan a mîna em li dij DAIŞ'ê ne wê bibe rêya pîr û pak derxistina hikûmeta AKP'ê. Ji xwe AKP hewl dide têgihiştina, 'Em li dij DAIŞ'ê ne' biafirîne û xwe bêguneh nîşan bide.  

TEVGERA AZADIYÊ YA KURD WÊ BI AWAYEKÎ XWEZAYÎ LI DIJ POLÎTÎKAYÊ ŞER LI BER XWE BIDE

Hikûmeta AKP'ê li dewsa çareserkirina pirsgirêka Kurd li dij gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê şer dimeşîne. Êrîşên li dij HDP'ê mîna parçeyekî vî şerî tên rojevê. Heta têgihiştina çareseriya pirsgirêka Kurd peyda nebe her tim wê hewldanên bi vî rengî yên guhertina rojevê, şaşnîşandana hedefê berdewam bikin. Mîna hev nîşandana DAIŞ û PKK'ê tê wateya ku li dij Tevgera Azadiya Kurd destpêkirina şer. Jê nereve ku yên ne xwedî polîtîkayên çareseriya pirsgirêka Kurd in ku şer bimeşînin. Ji xwe di rewşa heyî de an wê pirsgirêka Kurd çareser bikin an jî şer li dij Kurdan bimeşînin. Tevgera Azadiya Kurd jî bi şêwazekî xwezayî wê li dij van polîtîkayên şer ên li dewsa çareseriyê tên meşandin li ber xwe bide. 

Dema Ahmet Davûtoglû dibêje em ê li dij terorîzmê tawîzê nedin qala şerê li dij PKK'ê were meşandin dike. Ji bo DAIŞ'ê her cude tawîz tê dayin, li Sûriyeyê, li Rojava, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hevkariya DAIŞ'ê re di meşandina şerê li dij Kurdan re bi israr e. Bi cewherî li dewsa çareserkirina pirsgirêka Kurd û lihevhatina bi gelê Kurd re şerê bi Tevgera Azadiyê re tercîh dikin. Helwesta AKP'ê ya piştî êrîşa DAIŞ'ê jî vê rastiyê radixe ber çavan."