Ji polîsên li Amedê birîndar bû yek mir

Polîsên girêdayî Şaxa Trafîkê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê li ser rêya Şehîtlîkê rastî êrîşa çekdarî hatin. Di encama êrîşê de 2 polîs birîndar bûn û polîsê birîndar Tansu Aydin li nexweşxaneyê mir.

Polîsên girêdayî Şaxa Trafîkê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê li ser rêya Şehîtlîkê rastî êrîşa çekdarî hatin. Di encama êrîşê de 2 polîs birîndar bûn û polîsê birîndar Tansu Aydin li nexweşxaneyê mir.

Li ser rêya Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîra Amedê polîsên girêdayî Şaxa Trafîkê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê rastî êrîşa çekdarî hat. Di encama gulebaranê de 2 polîsên bi navê Tansu Aydin û Alî Karahan birîndar bûn. Her du polîsên birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Polîs Aydin ê ji serê xwe û singa xwe birîndar bibû li nexweşxaneyê mir. Polîsên din jî li beşa lezgînî ya nexweşxaneyê tê dermankirin.

Hat ragihandin ku êrîşa çekdarî ji hêla du kesên rûpoş pêk hatiye.