Ji Ûppsala heta Stockholmê meşa ji bo azadiya Ocalan
Kurdistaniyên li bajarê Swêd Ûppsalayê dijîn, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo pêkhatina azadiya Ocalan, ber bi paytext Stockholmê ve dimeşin.

Kurdistanî û dostên wan wê di 24'ê Tîrmehê roja Înê saet di 08:00 de li ber Komeleya Çanda Kurd a Ûppsalayê bicivin û dest bi meşê bikin. Meşvan wê şeva xwe li semta Marsta derbas bike û serê sibehê meşa xwe dewam bikin.
Piştî rêya ji 70 kîlometreyî meşvan wê di 25'ê Tîrmehê roja Şemiyê de li Meydana Medborgarplatsen a Stockholmê mîtîngekê lidar bixin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê bang li tevahiya Kurdistanî û dostên wan kir, ku li dijî polîtîkayên tecrîdê û ji bo pêkhatina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevlî meşa dirêj bibin.