Rayedarên Kobanê cihê komkujî lê pêk hat ziyaret kirin
Rayedarên Kantona Kobanê, Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya 20’ê Tîrmehê rastî êrîşa bombeyî hat û 31 kesan jiyana xwe ji dest ziyaret kirin.
Rayedarên Kantona Kobanê, Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya 20’ê Tîrmehê rastî êrîşa bombeyî hat û 31 kesan jiyana xwe ji dest ziyaret kirin.
Rayedarên Kantona Kobanê, Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya 20’ê Tîrmehê rastî êrîşa bombeyî hat û 31 kesan jiyana xwe ji dest ziyaret kirin. Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enver Muslim diyar kir ku bi êrîşê re mirovahî hatiye armanckirin û got: "Em ê mirovatî û demokrasiyê ji nû ve li van xakan şîn bikin. Ti cihê terorê di nav mirovatiyê de nîne."
Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enver Muslim jî di nav de hat Navenda Çand û Hunerê ya Amara Parlamenterên HDP’ê Îbrahîm Ayhan, Ziya Çalişkan û Mahmut Togrul, rêveberên DBP û HDP'ê û bi sedan kesan heyet pêşwazîkirin. Heyet derbasî cihê komkujî lê pêk hat û li wir daxuyanî da. Muslim kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û ji birîndaran re şîfa xwest. Muslim got ku bi komkujiyê ew mirovatî hatiye armanckirin.
Enver got: "Em ê mirovatî û demokrasiyê ji nû ve li van xakan şîn bikin. Ti cihê terorê di nav mirovatiyê de nîne."
Muslim, herî dawî sersaxî ji gelên Tirkiyeyê re xwest.
Heyet piştî daxuyaniyê bi dirûşman derbasî baxçeyê navendê bû û bi HDP’yiyan re hevdîtin pêk anî.