BI DÎMEN

Ayata: Divê her kes hîn bêhtir li ber xwe bide

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata got, "Divê xwediyên van lîstikên desthilatdariyê yên bi xwîn werin lanetkirin, ji ber ku hevkarên sûc in, ji aliyê qanûnî û hiqûqî ve berpirsyariyên xwe hene."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata got, "Divê xwediyên van lîstikên desthilatdariyê yên bi xwîn werin lanetkirin, ji ber ku hevkarên sûc in, ji aliyê qanûnî û hiqûqî ve berpirsyariyên xwe hene. Wezîfeyên xwe bi cih neanîne. Tirkiye li DAIŞ'ê vekirine. Destûr dane ku di nava Tirkiyeyê de bigerin, pêşî li wan vekirine. Ji ber vê yekê, wan lanet dikim. Bang li her kesên ji bo demokrasî û yekîtiya gelan berdêl dane dikim ku hîn bêhtir li ber xwe bidin û têbikoş in."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata, komkujiya li Pirsûsê ji ANF'ê re nirxand. Ayata anî ziman ku dema ew bi komkujiya li Pirsûsê hesiyane, di dilê wan de birîneke mezin vebûye û got, "Divê em bi hêrs û nefreteke mezin bersivê bidin hewldanên hêzên tarî yên qetilkirina gelan, qetilkirina rûyên ronî. Pêwîste em bi mînet û hezkirineke mezin bersivê bidin şehîdên şoreşê, zarokên rû li ken ên bûne pira biratiya gelan. Divê em bibin heval, hevrêyên wan."

ÊRÎŞA LI AMEDÊ DAIŞ’Ê PÊK ANÎ LÊ VEDIŞÊRIN

Ayata wiha berdewam kir: "Hat gotin ku komkujiya mîtînga Amedê jî DAIŞ’ê kiriye. Lê ji raya giştî tê veşartin. Lê ev komkujî rastî nerazîbûnên raya giştî hatine. Li ber çavê hemû gelan pêk hat. Ji bo raya giştî dayîna agahiyên têrker û meşandina lêpirsînê, wezîfeya hikûmetê ye.

Polîs neçare qanûnên rêxistina îstîxbaratê pêk bîne. Lê dema mijar Kurd bin her tişt disekine. Kevneşopiyek xerab a Tirkiyeyê heye. Mixabin dema dewlet bikeve tengasiyê, dema desthilatdariya wan zirarê bibîne, muxalefeta civakî bi komkujiyan diçewisînin. Komkujiya 1’ê Gulana 1977’an mînaka herî baş e. Bi sedhezaran karker tên cem hev û bi ser girseyê de gule tê barandin. Lê bûyer nehat ronîkirin. 

Her ku tevger xurt bû, muxalefet li Kurdistanê zindî bû, bi komkujiya Mereşê bersiv dan. Kurdên Elewî hatin qetilkirin, muxalîfa çep hedef hat girtin. Sendîkayên Tirkiyeyê, hêzên sosyalîst, rêxistinên kedê, hêzên Kurdistanê hedef hatin girtin. PKK hedef hat girtin. 4 hezar gund hatin şewitandin. Gelo raya giştî hîn kir ku ev biryar girtiye. Wek kiryar nediyar man. Bi hezaran kuştinên kiryar nediyar pêk hatin.  Hesab nehat pirsîn. Doz nehatin vekirin. Her tişt hat veşartin.  Hikûmetên Tirk bi dîroka xwe ya qirêj re nehat rû hev."

AKP’Ê BI DAIŞ’Ê RE HEVKARÎ KIR

Ayata da zanîn ku AKP ev 12-13 sal in li şûna ku daxwazên demokratîk ên gelan bîne cih, pirsgirêka Kurd çareser bike û bi Kurdên Îran, Iraq û Sûriyeyê re tifaqê bike û pira dostaniyê ava bike, wek li Rojava kir, bi DAIŞ’a dijminê mirovahiyê re hevkarî kir.

Ji ber dijminahiya xwe ya li dijî Kurdan, xwestin Kurdan bikişîne nava xwîna li Sûriyeyê. Dema Kurdan xwe parast jî ev qebûl nekirin. Wek xeta sor îlan kirin. Bi kêf û coş gotin ‘Kobanê li ber ketinê ye’.  Lê wê kî biketa. DAIŞ wê biketa. DAIŞ ji bo Tirkiyeyê alternatîfeke başe. Her kes vê dizane ku DAIŞ hiqûqa heyî, sînorên dewleta heyî, desthilatdariya heyî nas nake. Ne Îran nas kir û ne jî Sûriye nas kir. Herî dawî Erebîstanê jî li dijî van operasyon pêk anî. Heta niha wan jî destek didayê. Lê Tirkiyeyê ev nekir. Li sînorê Tirkiyeyê li Hatayê bombe hatin teqandin. Li Nevşehîrê leşker, polîs kuştin. Li Mersînê bombe xistin avahiyan. Ev hemû hewldanên komkujiyê bûn. Li Amedê komkujî rû da."    

AKP DAIŞ’Ê DIPARÊZE

Ayata da xuyakirin ku hikûmeta AKP’ê bê cidiyet nêz dibe û wiha hate gotin: "Davûtoglû got DHKP-C’ê ev êrîş kiriye. Lê hemû rojnamevanên cîhanê dibêjin DAIŞ tê parastin, sînor jê re tê vekirin û Tirkiye bûye otobana DAIŞ’ê. Ji her derê cîhanê mîlîtanan tînin vir û dibin Sûriyeyê. Bi hezaran TIR çek û cebilxane birin Sûriyeyê. Dîmenên van  hatin weşandin. Yên ku ev derxistin holê jî Erdogan bi sîxuriyê sûcdar kir. Dozger û fermandarên cendermeyan xistin girtîgehê.  DAIŞ li cîhanê hêzeke deşîfre bûye. Dijminê hemû gelane.

Bi feraseteke mezhebî ya kor li desthilatdariyê kûr bûye. Hemû civakan dike qurban û dîrokê tine dike.  Her kes xist nava fikaran.  Tirkiyeyê ev çek birin ji kê re? Gelo dide rejîma Sûriyeyê, na. Dijminê rejîmê ye. Nedaye Kurdan jî. Dijminê wan e jî. Gotin ew li dijî statuya Kurdane.  Wekê din kî ma. DAIŞ ma.  Ji bilî DAIŞ’ê li Sûriyeyê muxalefetek xurt tine. Heta dikare bila bêjin em ne ligel rêxistina terorê ne. Davutoglu wekê ku cîhanê korfam dibîne, dibêje em ne ligel rêxitsineke wisane. Lê ev ji jor de hatine gelo. Ev kes çawa dikevin Sûriyeyê û dertên. DAIŞ li kampên Tirkiyeyê tên rêxistinkirin. 

Li Amedê komkujî pêk hat û polîs bi şexsê ku komkujî pek anîbû re hevdîtin kir û nasnameya wî dizanibûn. Li Amedê li ser navê Hîzbullahê hinek bi kaleşnîkofan derketin kolanan. Mirov kuştin.  Lê yek kesek nehat girtin.

Ev hemû li cihekî din nebûne. Li welatê Davûtoglû, yê Erdogan pêk hatin. Ew bi van sûcên qirêj, komkujiyên bi xwîn nekarin xwe paqij bikin. Belê em tevgera berxwedana demokratîk a neteweyî ne. Me muxalefet derbas kir, em ketin têkoşîna çekdarî. Lê em ne tevgereke nexweşê detshilatdariyê, bê kontrolin.  Em mafên xwe yên demokratîk dixwazin. AKP’ê bi israr benda hilbijartinê nexist. Xwe bi qanûnên 12’ê îlonê ve qirê dan.  Hîna jî Tirkiyeyê bi qanûnên 12’ê îlonê bi rêve dibin. Dewlet girtine dest û naxwazin biguherin. Lê gel bersiva wan da. Ji bo HDP’ê biçewisînin her tişt kirin."

ERDOGAN JI FIKRA DEMOKRATÎK TIRSIYA

Ayata axaftina xwe wiha berdewam kir: "Erdogan dît ku veguherînek demokratîk pêk tê û wê bikeve bin berpirsyariya wê, her tişt red kirin û got tiştekî wisa tine. Got ew maseyê, protokolê nas nakin. Vî karî rewa nabînin. Zîhniyeteke ku bi çapemeniyê, îstîxbaratê dilîze heye.  Zîhniyeteke ku her kesî dike qurban li vir heye. Niha çapemeniya AKP’ê bi agir dilîze. Sûcên qirêj vedişêre. Fikarên wan yên çanda demokrasiyê sifire. Ya biratiyê sifire.

Tirkiye veguheriye gola xwînê. Beriya vê daxuyaniyê rojek berê bi dehezaran kes li Pirsûsê civiyan û şoreşa Rojava pîrozkirin. Dikarîn bombe bikira wir jî. Dikarî pirtir mirov bên kuştin. Lê wê rojê nekirin, roja din li dijî ciwanên ku li Pirsûsê hatin cem hev kirin. Em di vir de dibînin ku armanca hikûmeta Tirk û DAIŞ’ê wek heve. Dibêjin em têkoşîna demorkasiyê û çanda berxwedana gelan a bilind dibe neynin cem hev.  Vana ji xwe heta îro bi tinekirina gelan hatine van rojan. Gel tine kirin û nasnameya wan dan jibîrkirin. Ji bo Erdogan û Davutoglu çend salên din li desthilatdariyê bimînin evqas mirov tên kuştin. Tirkiyeyê gunehe. Heyfa gelên Tirkiyeyê ye.”

QURBANKIRINA SOSYALÎSTAN NEXWEŞIYA DEWLETÊ YE

Ayata bi lêv kir ku qurbankirina sosyalîstan nexweşiyeke dewletê ye û got: “Mustafa Suphî qetilkirin, Denîz û hevalên wî darvekirin, di 12’ê îlonê de îşkence kirin, li Mereşê Kurd qetilkirin, hemû Elewî û bindest kirin qurban.  Her tim bi pelçiqandina gelan hatin vê rojê. Hemû ji bo armancên desthilatdariyê hatin kirin.  çapemenî wek organeke yekparêz bikaranîn.

Lê wê gel dijî vê têbikoşe.  Tevî van dixeyîdin. Dibêjin hun çima berxwe didin? Gel ji bo Kobanê daket qadan, qanûnên ewlehiyê derxistin holê gel daket qadan, gotin ‘em tavîzê nadin’. Pakêtên ewlehiyê ji bo gelê rabûye ser piyan tiştekî îfade nake. Qanûnên we nekare tişekî bike, çekên we nekare tiştekî bike. Ma we fêm nekiriye?

GEL DIVÊ PARASTINA XWE BIKE

Dewlet çiqas bi xwe re maf dibîne ku welatiya bigire û bidarizîne, gel jî divê canê xwe li dijî van hêzên ku qestî canê wan dike, xwe biparêzin. Hêzên demokratîk yên Kurdistanê, gel divê ewlehiya xwe bigire. Bi çi rê dibe bila bibe. gazincand ike. Dibêjin HDP dibêje bila gel çekan bigire.  We çek neda Hîzbullahê? Vana li kolanan mirov nekuştin.Çima ji yekî re serbest ji ya din re qedexeye.

Piştî komkujiya Amedê divê em baldar bin. Divê em xwe xwe, taxa xwe, kolana xwe biparêzin.  Me dikujin, civakê dikujin, di weşana zindî de dikujin. Em nekarin li dijî vê bêdeng bimînin.

DIVÊ HEMÛ GEL LI BER XWE BIDE

Ayata di berdewamiyê de destnîşan kir ku divê hemû gel, hêzên sosyalîst yên çep, zêdetir bibin yek, zêdetir tifaq û hevkariyê pêş bînin û got: “Berxwedan mafekî rewaye. Parastina wan mafekî ku nekare dest jê bê berdanê ye.  Ti hiqûqa nekare mafê parastinê ji te bigire. Tevî kul i Tirkiyeyê evqas daxwaza aştiyê heye, evqas destek heye, ji sedî 80’ê Tirkiyeyê demokrasî û çareseriyê dixwaze, ew ji ser DAIŞ’ê li ser Kurdan şer dimeşînin.

Li Bakurê Kurdistanê nekarin şer bikin lê li Rojava şer dane destpêkirin. Çima sînor ji Kurdan re wisa ne vekiriye.  Çima PYD wisa hema bi hêsanî  ji Kaniya Xezalan nekarin biçin û bên. Gotin li Kobanê korîdora mirovahî vebikin, qe nebe bila derman biçe, xwarin biçe. Lê ji Kaniyaxezalan bi hezaran TIR çek derbas bûn. Vê rayedarên dewletê dibêjin. 

Ayata di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Di vê eassê divê xwediyê van lîstikên desthilatdariya bi xwîn bên lanet kirin, ji ber  hevkarê sûcin, berpirsyariyên wan yên hiqûqî yên qanûnî hene. Peywira xwe neanîne cih.Tirkiye ji DAIŞ’ê re vekirine.  Destur dane  li Tirkiyeyê bigerin. Ez banga berxwedan û têkoşîneke xurt  li hemû kesên ku xwe dane ser yekîtiya demokrasiya gelan û di vê rê de bedel dane, dikim. Ji her kesî re serkeftinê dixwazim."