Li Dusseldorfê wê li dijî tecrîd û komkujiyê meş bê lidarxistin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komkujiya li Pirsûsê wê li bajarê Elmanya Dusseldorfê bê protestokrin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komkujiya li Pirsûsê wê li bajarê Elmanya Dusseldorfê bê protestokrin. Gelek saziyan banga tevlîbûnê kirin.

Di daxuyaniya hevpar a banga saziyan de hat ragihandin ku bi komkujiya li Pirsûsê ya li hemberî ciwanên SGDF'yî re, ku zêdeyî 30 ciwanan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan jê giran 100 kes birîndar bûn, hatiye xwestin ku destê ji çar aliyên Tirkiyeyê dirêjî Kobanê dibe, bê tinekirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê, heta niha bi her awayî destek daye çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Rojava gelek êrîş û komkujî kirine û hat bibîrxistin ku bi gotina Erdogan a 'berdêla wê çi dibe bila bibe em ê nehêlin li Rojava sîstemek bê avakirin' re sînyala komkujiyên nû hatiye dayîn.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihand ku dewleta Tirk a nikare xwe li serketina YPG/YPJ'ê û serketina HDP'ê ya di hilbijartinan de rabigire, ji nû ve şerê qirêj sor kiriye û hat gotin, "Bi israra tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dewleta Tirk di şer de israr dike.

Saziyan gotin, "Weke pêkhateyên Meclîsa Demokrasî û Aştiyê li Ewropayê û Yekîtiya Hêza Demokratîk em komkujiya dewleta Tirk a li Pirsûsê bi tundî şermezar dikin û xwedî li ciwanên xwe yên sosyalîst ên tevlî karwanê şehîdên Kobanê bûne, derdikevin. Em ibêjin ku êrîşên bi vî rengî wê nikaribe têkoşîna me ya aştî, demokrasî û azadiyê asteng bikin."

Di daxuyaniyê de her wiha bal hat kişandin ser nêzîkatiya dewleta Elman a li hemberî hêzên demokrasiyê û hat gotin, "Herî dawî girtina aktîvîstên ATÎK'ê û endamê Desteya Rêveber a NAVDEM'ê, Serokê berê yê YEK-KOM'ê Ahmet Çelîk re, bi awayekî vekirî destek daye polîtîkayên dewleta Tirk."

Di daxuyaniyê de bang li her kesên alîgirên aştî û demokrasiyê hat kirin, ku beşdarî meşê bibin.

Li gorî daxuyaniyê meş wê di 25'ê Tîrmehê saet di 14:00 de li ber Hauptbahnhof a Dusseldorfê destpê bike û ji bajarên Bîelefeld, Munster, Dortmûnd, Essen, Dûîsbûrg, Dusseldorf, Koln, Bonn, Wûppertal, Leverkûsen, Duren, Aachenê beşdarî çêbibe.

SAZIYÊN BANGA TEVLÎBÛNÊ KIRIN

"NAV-DEM (Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê)
AvEG-Kon (Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê)
TJKE (Tevgara Jinên Kurd li Ewropayê)
SKB  (Yekîtiya Jinên Sosyalîst)
AABF (Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Elmanyayê)
ATIF  (Federasyona Karkerên Tirkiyeyî li Elmanyayê)
Ji bo cîhaneke lê were jiyîn/proleterya şoreşger
DIDF (Federasyona Komeleyên Karker ên Demokratîk)
ADHK (Konfederasyona Gelan a Demokratîk li Ewropayê)
Nor Zartonk
ADEF (Federasyona Yekîtiyên Dêrsimê yên Demokratîk li Ewropayê)
FKÊ (Federasyona Komeleyên Êzidiyan)
Young Strougle
FEDA (Federasyona Elewiyan a Demokratîk)
MDDP(Partiya Guhetina Demokratîk a Mezopotamyayê)
FCIK (Federasyona Civaka Îslamî ya Kurdistanê)
YXK (Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê)
FIDEF (Federasyona Komeleyên Karker li Elmanya Federal)
KCD-E (Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd li Ewropayê)
SYKP (Partiya Jinûve Rizgarî ya Sosyalîst)
ÖDA (Piştevaniya Azadiyê Elmanya)
YSGP (Partiya Pêşeroja Çep Kesk)."