Bi hezaran kes li Fransayê daketin qadan
Çeteyên DAIŞ'ê yên bi desteka dewleta Tirk li Pirsûsê komkujî pêk anîn, ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ên li Fransayê ve hatin şermezarkirin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên bi desteka dewleta Tirk li Pirsûsê komkujî pêk anîn, ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ên li Fransayê ve hatin şermezarkirin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên bi desteka dewleta Tirk li Pirsûsê komkujî pêk anîn, ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ên li Fransayê ve hatin şermezarkirin.
Li ser banga KCD-E, Konseya Kurd a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), li bajarên Nantes, Bordeaûx, Montpeîller, Toûloûse û Nice bi hezaran kesan komkujiya li Pirsûsê protesto kriin.
LI RENNESÊ DIRÛŞMÊN 'DAIŞ KUJER-AKP HEVPAR'
Kurdistaniyên li abjarê Rennes û derdora wê dijîn, li meydana herî qelebalix a li navenda bajêr civiyan. Kurdistaniyan di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê KJK û pankarta bi nivîsa "DAIŞ Kujer-AKP hevpar" hilgirtin.
Li dû xwendina belavoka bi îmseya Konseya Kurd a Fransayê, li ser navê Konseyê aktîvîstê Kurd Akîf Serhat peyivî û êrîş bi tundî şermezar kir. Serhat anî ziman ku ya li hemberî vê êrîşa xwînxwar divê were kirin, mezinkirina berxwedanê ye û destnîşan kir ku tevî hemû zor û zehmetiyan jî ewê azadiyê û jiyaan hevpar ava bikin.
LI BORDEAÛXÊ KOMKUJIYA LI PIRSÛSÊ HAT PROTESTOKIRIN
Komkujiya li Pirsûsê, li bajarê Fransa Bordeaûxê jî hat protestokirin. Kurdistanî û welatparêzên li ber Konsolosxaneya Tirk civiyan, lanet li komkujiyê anîn û bi qîrîna dirûşmeyan DAIŞ û Hikûmeta AKP'ê protesto kirin. Nûnerê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Hayrî Çelebî di axaftina xwe ya li vir de got, "Em li sûcdarê li pişt komkujiyê nagerin. Ji xwe sûcdar diyar e; Hikûmeta AKP'ê."
Çelebî anî ziman ku wan heta niha ev lîstikên çeteyên DAIŞ'ê û hikûmeta AKP'ê pûç kirin, ji niha û pê ve jî ew ê pûç bikin. Çelebî got, "Em soz didin şehîdên xwe; xwîna wan wê li erdê nemîne. Em ê hesabê vê ji çeteyên DAIŞ'ê û hikûmeta AKP'ê bipirsin."
Çalakî bi qîrîna dirûşmeyên "Şehîd Namirin", "Kujer Erdogan" bi dawî bû.
KOMKUJÎ LI TOÛLOÛSE HAT ŞERMEZARKIRIN
Ji bo şermezarkirina komkujiya li Pirsûsê li bajarê Toûloûse mîtîngek hat lidarxistin. Mîtînga ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat organîzekirin saet di 20:00 de li Meydana Capîtole pêk hat. Li ser navê navendê Alî Ataç li vir peyivî û anî ziman ku li pişt komkujiyê bi qasî DAIŞ'ê hikûmeta AKP heye.
Ataç da xuyakirin ku tevî komkujiyan jî Şoreşa Rojava wê têk neçe û xebatên ji nû ve avakirina Kobanê jî wê dewam bikin.
Li ser navê NPA Clemence Dûrand jî di axaftina xwe ya li vir de anî ziman ku di navbera êrîşkarê li mîtînga Amedê û êrîşên dawî yên li Kobanê û Pirsûsê de têkilî heye. Dûrand bang kir ku Kantonên Rojava bi awayekî fermî derhal bên naskirin û PKK Ji nava lîsteya 'rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewropayê were derxistin.
Ji Tevgera Aştiyê ya Cîhanê Chrîstîne Rosemberg jî destnîşan kir ku berpirsyarên komkujiyê DAIŞ û hikûmeta AKP'ê ne.
Mîtînga li Toûloûse bi qîrîna dirûşmeyên 'terorîst DAIŞ, terorîst AKP'i 'Bijî piştevaniya enternasyonîst' bi dawî bû.
KOMKUJÎ LI MONTPEÎLLERÊ BI TUNDÎ HAT ŞERMEZARKIRIN
Bi armanca şermezarkirina komkujiyê li bajarê Montpeîllerê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve meşek hat lidarxistin. Ji bo meşê girseya gel li Gambetta civiya û ji vir ber bi Meydana Comedîe meşiya. Bi pankartên hatin hildan û dirûşmên hatin qîrîn re komkujî û hevkarên vê komkujiyê hatin şermezarkirin.
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk Mehmet Saît Akgun li vir peyivî û diyar kir ku komkujî bi awayekî vekirî ji aliyê çeteyên destekê ji Tirkiyeyê digirin ve hatiye kirin.
Berdevka Komeleya Mafên Mirovan a Montpeîllerê Sophîe Mazas jî xemgîniya xwe ya ji ber komkujiyê anî ziman û komkujî bi tundî şermezar kir. Mazas diyar kir ku ew piştevaniya gelê Kurd dikin.
Çalakiya li vê derê bi qîrîna dirûşma "Em ê li hemberî komkujiyan bêdeng nemînin" bi dawî bû.
LI NÎCE BI SEDAN KES BEŞDARÎ ÇALAKIYÊ BÛN
Li dijî komkujiya li Pirsûsê ya bi hevkariya DAIŞ û AKP'ê hat kirin, li bajarê nîce bi sedan kes meşiyan. Meşa ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li meydana herî qelebalix a bajêr hat organîzekirin, piştî saetekê veguherÎ mîtîngê. Di çalakiyê de bi zimanê Fransî belavok li ser komkujiyê hatin belavkirin.
Di axaftinên li çalakiyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku li hemberî komkujiyê bêdeng nemîne.