Li Swîsreyê bi sedan kesî gotin, 'Berpisryarê komkujiyê AKP ye'

Li bajarên Swîsreyê bi sedan kes daketin qadan û komkujiya li Pirsûsê, lanet kirin.

Li bajarên Swîsreyê bi sedan kes daketin qadan û komkujiya li Pirsûsê pêk hatiye, lanet kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku komkujî bi desteka AKP’ê pêk hatiye û bang hat kirin ku Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn biherikin qadan.

Komkujiya li dijî ciwanên SGDF’î ya li Pirsûsê pêk hat, li Swîsreyê ji aliyê Kurd û dostên Kurdan ve hat lanetkirin.

Bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DEM-KURD) li Basel, Zurîch, Lozan, Cenevre û Bernê bi beşdarbûna sedan kesî komkujî hat lanetkirin û hat diyarkirin ku hikûmeta AKP’ê û Serokkomarê Tirk Erdogan berpirsyarên komkujiyê ne. 

ZURÎCH

Gelek kesên li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê hatin cem hev komkujî lanet kirin. Bi pêşengiya Yekîtiya Hêza Demokratîk a Swîsreyê bi sedan kesî cade li trafîkê girtin û xwestin bimeşin seferatxaneyê. Polîsan astengî derxist.  Ji ber gelek polîsan seferatxane diparast, girseyê dirûşme berzkirin û hêrsa xwe anîn ziman.

Pankarta 'Me bi hev re parast em ê bi hev re ava bikin, em ê hesabê komkujiyê bipirsin' hat vekirin û dirûşmeyên 'Kujer Tirkiye, kujer DAIŞ, AKP' hatin berzkirin.

ÎGÎF: EM Ê HESABÊ KOMKUJIYÊ BIPIRSIN

Di çalakiyê de li ser navê Federasyona Karkerên Penaber a Ewropayê (ÎGÎF) Ozgur Kaya axivî û komkujî lanet kir. Kaya bi lêv kir ku wê hesabê komkujiyê bipirsin.

Kaya da xuyakirin ku çeteyên dest bi xwîn yên ji  komkujiya Amedê encam negirtin, ji bo şoreşa Rojava bifetisînin û piştevaniya enternasyonel bişikînin  her tiştî dikin û divê her kes ji kujeran hesab bipirse.

 DEM-KURD: DIVÊ HER KES LI QADA BIN

Li ser navê DEM-KURD’ê Fuat Komur jî got hikûmeta AKP’ê bi vê komkujiyê re li dijî Kurd û dostên wan şer îlan kiriye û got: “AKP’ê ji 7’ê Hezîranê ders dernexistiye. Serî li komkujiyan dide. Berpirsê komkujiyê AKP û Erdogane.Divê her kes ji bo hesabpirsînê dakeve qadan.”

Piştî axaftinan girseyê xwest bimeşe navendê û rastî astengiya polîsan hatin.  Çalakgeran piştî axaftinan çalakiya xwe bi dawîkirin.

Bi pêşengiya Ciwanên Azad a Zurîchê  li gara navendî ya Zurîhê çalakiyek pêk hat.

'KOMKUJÎ BI DESTÊ AKP’Ê PÊK HAT'

Dîsa li bajarê Lozan, Bern, Basel û Cenevreyê jî Kurd û dostên Kurdan daketin qadan û hêrsa xwe ya li dijî komkujiyê anîn ziman. Di çalakiyan de hat gotin ku berpirsê komkujiyê hikûmeta AKP’ê û Erdogane. Di axaftinên hatin kirin de hat diyar kirin ku komkujî di bin kontrola AKP’ê û polîsê wê de hatiye kirin.

...