Li Navçeya Komirê ya Semsûrê leşkeran li dijî HPG'ê operasyan pêk anîn. Piştî operasyonê bi sedan welatiyên Semsûrê li herêma Girikê ya Komirê kom bûn û dest bi çalakiya Mertalên Zindî kirin.
Li navçeya Komirê ya Semsûrê Artêşa Tirk li hember gerîlayên HPG'ê operasyon dan destpêkirin. Di operasyonê de şer derket. Di şerê navbera leşkeran û HPG'ê de çawişekî pispor jiyana xwe ji dest da û 2 leşker birîndar bûn. Piştî leşkeran li herêmê dest bi operasyonê kirin, di saetên êvarî de, bi sedan welatiyên Semsûrê li herêma gundê Girikê û Derinsuyê kom bûn û dest bi çalakiya mertalên zindî kirin. Di çalakiyê de Wekîlê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirımın jî amade bû. Hat diyarkirin ku çalakiya mertalên zidî wê heta serê sibê berdewam bike. Li herêma ku tevgera leşkerî didome, tîmên tevgera taybet hatin sewqkirin.