Li Stockholmê komkujiya li Pirsûsê hat şermezarkirin

Êrîşa bombeyî ya li hemberî ciwanên Sosyalîst ên ji bo tevlî karê ji nû ve avakirina Kobanê bibin li Pirsûsê bûn, li paytexta Swêd Stockhomê saet di 18:00 de hat protestokirin.

Êrîşa bombeyî ya li hemberî ciwanên Sosyalîst ên ji bo tevlî karê ji nû ve avakirina Kobanê bibin li Pirsûsê bûn, li paytexta Swêd Stockhomê saet di 18:00 de hat protestokirin.

Di xwepêşandana li Meydana Sergelê de çeteyên DAIŞ'ê û hikûmeta AKP'ê ya destekê dide çeteyan bi hêrseke mezin hatin şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wan ên tevlî çalakiyê bûn, bi qîrîna dirûşmeyan DAIŞ û Hikûmeta AKP protesto kirin.

Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên di komkujiyê de axivîn diyar kirin ku berpirsyarê komkujiyê Hikûmeta AKP a destekê dide DAIŞ'ê ye. Bang Hikûmeta Swêdê û saziyên navneteweyî kirin ku li hemberî polîtîkaya Tirkiyeyê helwestê nîşan bidin.

Di çalakiyê de alên PKK, KCK, PJAK, PYD û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Her wiha YPG'yî Jesper Soder ê li Rojava birîndar bû û ji bo tedawî bibe hat Swêdê, beşdarî xwepêşandanê bû.

Soder ji ANF'ê re peyivî û komkujî lanet kir. Soder destnîşan kir ku kengî tedawiya wî qediya ew ê biçe Rojava ji bo li dîjî çeteyên DAIŞ'ê şer bike.

...