Koma ji Zurîchê nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' dewr girt
'Nobeda Azadiyê' ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî li ber Konseya Ewropayê hat destpêkirin, bê navber dewam dike.
'Nobeda Azadiyê' ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî li ber Konseya Ewropayê hat destpêkirin, bê navber dewam dike.
'Nobeda Azadiyê' ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî li ber Konseya Ewropayê hat destpêkirin, bê navber dewam dike.
Çalakiya ku hefteya derbasbûyî ji aliyê komeke ji bajarê Swîsre Bernê ve hat meşandin vê hefteyê radestî komeke ji 5 kesan a ji Zurîchê hat kirin. Endamên komê ku di hefteya 161. de nobed roja Yekşemê dewir girtin, balê dikişînin ser girîngiya Şoreşa Rojava.
'EM ŞOREŞA ROJAVA SILAV DIKIN'
Endamên komê dan xuyakirin ku Şoreşa Rojava a ket sala xwe ya çaran, ji bo hemû tevgerên şoreşger ên cîhanê bûye çavkaniya hêviyê û gotin, "Em Şoreşa Rojava ya ku sîstema mêtîngeriyê li Kurdistanê hilweşand û ji jiyana azad a gelan ruhê berxwedanê derxist holê, silav dikin."
Ji çalakgeran Îsmîhan Ok got, "Heta ku jiyan û tenduristiya min rê bide, ez ê ti carî xwe ji çalakî û aktîvîteyan venegerim. Di destpêka çalakiya ji Ocalan re Azadî de 2 mehan beşdarî greva birçîbûnê bûm. Heta ku Rêberê me yê jin azad kir û di nava civakê de cihekî hurmetdar pêşkêş kir, azad bibe ez ê ti carî dest ji çalakiyan bernedim. Weke jin ev yek deynê me yê ji bo Birêz Ocalan e."
'HETA AZADIYA OCALAN, SEKIN LI ME HERAM E'
Endama Dayikên Aştiyê Dilşah Sîncar jî got, "Rêber Ocalan sedema hebûna me ye. Azadiya wî azadiya me ye, azadiya gelê Kurdistanê ye, azadiya Kurdistanê ye. Heta azadiya Ocalan sekin li me heram e."
'BI RUHÊ TÊKOŞÎNÊ RE EM LI CEM HEV IN'
Ji endamên komê Eşref Obek jî anî ziman ku ew bawer e Nobeda Azadiyê wê bi encameke erênî bi dawî bibe û got, "Em ji bajarên cuda yên herêma ZurîcHê tên û vê çalakiyê em li hev civand...Li Ewropayê her kesî Ocalan û Kurd bi saya van çalakiyan nas kirin û nêrîna wan a li Kurdan guherî."
'DI REWŞEKE KU RÊBERÊ ME DÎL GIRTIYE DE NABE KU EM BI DILREHETÎ RAZÊN'
Çalakgerekî din Mehmet Alî Koçak jî bang li hemû Kurdan kir ku li her qada lê ne çalakiyan lidar bixin û got, "Di rewşeke ku Rêberê me dîl girtiye de, mirovê ji xwe re bêje ez Kurd im divê ji aliye wijdanî ve rehet ranezê. Pêwîste li gorî derfetên xwe li her cihî têbikoşe. Azadiya Rêberê me azadiya me ye û heta Ocalan azad bibe Kurd bi biryar e van daxwazên xwe bîne ziman."
'DIVÊ EM XWEDÎ LI HEVRÊYÊN XWE YÊN LI GIRTÎGEHAN DERKEVIN'
Endamê komê yê ji Efrînê Cemal Mamo jî da xuyakirin ku Yekîtiya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka durû ne û got, "Dem dema xwedîderketin û mezinkirina têkoşînê ye. Çawa ku şehîdên me pîrozmendiyên me ne, hevrêyên me yên îro li girtîgehan tên ragirtin jî pîrozmendiyên me ne, divê em xwedî li wan derkevin."
Çalakiya Nobedê ya ji bo azadiya Ocalan, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bê navber dewam dike.