Komkujiya li Pirsûsê li Parîsê hat şermezarkirin

Komkujiya li Pirsûsê ya îro, li paytexta Fransa Parîsê bi awayekî girseyî hat protestokirin.

Li ser banga Konseya Kurd a Fransayê (CDK-F), Yekîtiya Jinên Sosyalîst, ACTÎT-Ciwanên Sosyalîst, Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), Ciwanên Azad, Partiya Komunîst a Fransayê, Komeleya Piştevaniya Kurdistanê ya Fransayê, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Parîsê, Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Parîsê dijîn saet di 17:00 de li ber Sefaretxaneya Tirk a li Parîsê civiyan.

Girseya gel li vê derê dirûşma "Barbar DAIŞ, Kujer Tirkiye" qîriya. Di axaftinên li çalakiyê de hat gotin, "Berxwedana mirovahiyê wê heta dawiyê dewam bike."

Di dema çalakiyê de li ser navê ACTÎT Dîlek Denîz, li ser navê Ciwanên Sosyalîst Bahar Sîner, li ser navê Yekîtiya Jinan a Sosyalîst Arzû Torûn, Hevserokê KCD-E Mûrat ceylan, Hevseroka Dergaha Pîr Sûltan Abdal Husniye Kuçukkeleş û parlamentera HDP'ê ya Wanê Lezgîn Botan a li Parîsê ye, axivîn û komkujî lanet kirin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Dewleta kujer wê hesap bide", "Bijî piştevaniya enternasyonal", "Bijî berxwedana Kobanê" bi dawî bû.

...