Komkujî li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hat lanetkirin
Bi çalakiyên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê re komkujiya li Pirsûsê hat protestokirin. Di çalakiyan de dirûşmên 'DAIŞ lê dide, AKP diparêze' û "Kujer DAIŞ hevkar AKP' hatin qîrîn.
Bi çalakiyên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê re komkujiya li Pirsûsê hat protestokirin. Di çalakiyan de dirûşmên 'DAIŞ lê dide, AKP diparêze' û "Kujer DAIŞ hevkar AKP' hatin qîrîn.
Bi çalakiyên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê re komkujiya li Pirsûsê hat protestokirin. Di çalakiyan de dirûşmên 'DAIŞ lê dide, AKP diparêze' û "Kujer DAIŞ hevkar AKP' hatin qîrîn.
COLEMÊRG
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Colemêrgê, nûnerên rêxistinên sivîl bi daxuyaniyekê êrîşa li hemberî ciwanên SGDF'î şermezar kirin. Saziyan li ber Navenda Şêwirmendiya Jinan a Binevşê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberên DBP û HDP'ê, Parlementerê HDP'ê Nîhat Akdogan û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de ji bo çalakiya sibe seat di 17.00'an bê lidarxistin banga tevlîbûnê hat kirin.
Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Colemêrgê Rahmî Temel diyar kir ku AKP bi piştgiriya dide çeteyên DAIŞ'ê rûyê xwe yê qirêj careke din nîşan da û wiha got: "Em ê li hemberî komkujî û êrîşan her tim nerazîbûnên xwe nîşan bidin û em ê sibe bi meşekî girseyî komkujiyê şermezar bikin."
Çalakî bi dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû.
ŞIRNEX
Rêxistinên DBP, HDP û hêzên demokratîk ên Şirnexê jî bi heman armancê li Qada Azadiyê çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de pankarta "Hêrsa me mezin e û em di asta êdî gotin xilas bûye de ne" vekirin û dirûşmeyên "Kuer DAIŞ hevkar AKP" û "Şehîd Namirin" hatin berzkirin.
Rêvebera ÎHD'ê ya Şirnexê Buşra Demîr daxuyanî xwend û diyar kir ku êrîş li hemberî destketiyên gelê kurd ên li Rojava pêk hatiye û êrîş ji aliyê DAIŞ û hevkarên wê ve hatiye kirin. Demîr anî ziman ku berpirsiyarê komkujiyê hikûmeta AKP'ê ye û got: "Yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê helwesteke zelal nîşan nadin û li hemberî hovîtiyên kirin bêdeng man hevkarên sûc in." Demîr da zanîn ku berpirsiyarê yekemîn ê komkujiyê dewlet e.
SÊRT
Li Sêrtê jî bi heman armcanê çalakî hat lidarxistin. Girseya li ber avahiya DBP'ê ya Sêrtê civiya ber bi avahiya AKP'ê ve dest bi meşê kir. Parlementerên HDP'ê, hevşaredar û bi hezaran welatî tevlî meşê bûn. Piştî demekê polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî li girseyê kirin. Ciwanan jî bi keviran bersiva polîsan da û pevçûn derket.
AMED
Li navçeya Amed Bismilê jî bi heman armancê meşa hat lidarxistin. Di meşê de welatiyan bi dirûşmeyên berzkirin hêrsa xwe ya li hemberî komkujiyê anîn ziman. Rêveberê DBP'ê yê navçeyê Nesîm Balta piştî meşê daxuyanî xwend û wiha got: "Li piştî komkujiyê hikûmeta AKP'ê û MÎT a ku her tim DAIŞ parastin û piştgirî danê hene."
Li navçeya Farqînê jî bi heman armancê meş hat lidarxistin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û komkujî hat şermezarkirin.
ÎZMÎR
Civata Rojnamevanên Îzmîrê (ÎGC) jî bi heman armancê bi daxuyaniyekî nivîskî komkujî şermezar kir. Di daxuyaniyê de xemgîniya ji ber mirin û birîndarbûyîna welatiyan hat bilêvkirin.
Li aliyê din Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê jî bi daxuyaniyekê ji ber komkujiyê hemû konser û bernameyên şahiyê yên hefteyê betal kirin.