TJK-E: Êrîşa li Pirsûsê ne dûrî dewleta AKP'ê ye

TJK-E: Ev êrîşa li Pirsûsê ne dûrî dewleta AKP'ê ye. Ev êrîş ji aliyê AKP a ku artêşa tecawizkaran DAIŞ'ê li nava xaka xwe xwedî dike û diparêze ve hatiye organîzekirin.

TJK-E êrîşa li hemberî endamên SGDF ya li Pirsûsê şermezar kir û got, "Ev êrîşa li Pirsûsê ne dûrî dewleta AKP'ê ye. Ev êrîş ji aliyê AKP a ku artêşa tecawizkaran DAIŞ'ê li nava xaka xwe xwedî dike û diparêze ve hatiye organîzekirin."

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) bi daxuyaniyeke nivîskî, êrîşa namerdî ya li hemberî ciwanên endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên ji bo tevlî karên ji nû ve avakirina Kobanê bibin li Pirsûsê bûn, şermezar kir. TJK-E ji malbat û hevrêyên ciwanên jiyana xwe ji dest dane û hemû gelan re sersaxî xwest.

TJK-E got, "Ev êrîşa li Pirsûsê ne dûrî dewleta AKP'ê ye. Ev êrîş ji aliyê AKP a ku artêşa tecawizkaran DAIŞ'ê li nava xaka xwe xwedî dike û diparêze ve hatiye organîzekirin. Yên di 5'ê Hezîranê de li Amedê bombe dan teqandin, yên provokasyona li Agirî pêk anîn, yên di 25'ê Hezîranê de êrîşa li hemberî Kobanê pêk anîn, yên li Cûdî û Liceyê daristan şewitandin û yên ku îro ciwanên SGDF'yî qetilkirin xwedî heman mejî ne, endamên heman rêxistina sûc in." TJK-E diyar kir ku AKP a nikare xwe li destketiyên li Şoreşa Rojava rabigire û di her firsendê de bi awayekî xemnexur êrîş dike, hevkariya xwe ya bi DAIŞ'ê re bi awayekî vekirî îlan kiriye.

TJK-E destnîşan kir ku li dijî hevkariya AKP-DAIŞ'ê pêwîstiyeke mezin e ku hemû gel, jin, mûxalîf, sosyalîst û derdorên demokrasiyê li heman eniyê bicivin û got, "Ev pêwîstî li Prisûsê îro careke din derket holê."

TJK-E bang li hemû jin, gel û derdorên demokratîk ên li Ewropayê dijîn kir ku li hemberî tifaqa AKP-DAIŞ'ê bibin yek û têkoşîna rûmetê ya li dijî van dijminên mrovahiyê mezin bikin.

TJK-E got, "Em ê hesabê ciwanên xwe yên bi dirûşmeya 'Me bi hev re li ber xwe dan em ê bi hev re ava bikin' li ser rêya Kobanê hatin qetilkirin, bipirsin. Em bi hev re li ber xwe bide, bi hev re berê xwe bidin şoreşê!"