'Em ê teslîmî barbariyê nebin; xwe parastin şert e'

Parlamenterên HDP'yî Baydemîr û Kaya destnîşan kirin, ku berpirsyarê komkujiya li Pirsûsê AKP û Erdogan e. Baydemîr diyar kir ku hewl hatiye dayîn kaos bê derxistin û got, "Em ê ti carî teslîm nebin."

Parlamenterên HDP'yî Baydemîr û Kaya destnîşan kirin, ku berpirsyarê komkujiya li Pirsûsê AKP û Erdogan e. Baydemîr diyar kir ku hewl hatiye dayîn kaos bê derxistin û got, "Em ê ti carî teslîm nebin."

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, kokujiya li Pirsûsê ji ANF'ê re nirxandin.

BAYDEMÎR: YEK JI ARMANCÊN BINGEHÎN KAOS E

Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr, komkujiya li Pirsûsê weke "sûcê barbariyê yê li dijî mirovahiyê" nirxand û got, "Barbaran li hemberî mirovahiyê, pêşerojê û hêviyên me komkujî kirin. Me bi dehan xwişk û birayên xwe ji dest dan, bi sedan xwişk û birayên me birîndar in. Yek ji armancên bingehîn ên vê komkujiyê, derxistina kaosê ye."

Baydemîr got, "Em ê ti carî teslîmî barbariyê, nûnerên barbaran û teslîmî kaosê nebin" û ev xal destnîşan kir: "Beriya vê êrîşê heye; ev êrîş ne ya destpêkê ye. Pêkane ku nebe êrîşa dawî. Beriya niha heta ji me hat me dengê xwe bilind kir; me hişyarî da ku ev êrîş û êrîşên bi vî rengî li ber derî ne. Bi taybetî jî me ji Enqereyê re ragihand. Lê belê tedbîr nehatin girtin û pêşî li êrîşê nehat girtin. Yên li Edene, Mersîn, Amed û Çewlikê êrîş kirin; di nava 3-4 mehan de êrîşî gel, hêviyên gel kirin. Êrîşkaran vê carê jî ev êrîşa xwe li Pirsûsê pêk anîn."

Baydemîr diyar kir ku çete bi taybetî li ser sînor kom bûne û got, "DAIŞ gladyoya kê ye û toqa kê di stû de ye?"

'HIKÛMET JI ÊRÎŞAN BERPIRSYAR E'

Baydemîr nerazîbûn nîşanî hikûmetê û medya alîgirê hikûmetê da û got, "Di serî de hikûmet, hin saziyên medyayê û otorîteyên cemaweriyê, girîng e piştî vê êrîşê li eynikê binêrin. Yên ku barbariya DAIŞ'ê û PYD'ê weke hev dibînin, yên ku PYD'ê ji 'DAIŞ'ê xeteretir' dibînin, yên ku operasyoneke cidî nekiin, berpirsyarê van êrîşan e. Sekna li hemberî van êrîşan were nîşandan, bi sekna beriya niha re nikare bê vegotin. Êdî dem hatiye sekneke nû, gotineke nû were nîşandan û hemû hêzên demokrasiyê li hev bicivin. Li gorî şahidiyên me yên heta niha, em dikarin bi hêsanî bibînin ku tedbîr nehatiye girtin. Me timî pirsî ku li hemberî DAIŞ'ê çi tedbîr hene, garantî heye ku ev rêxistin sibe dusib li Riha, Stenbol, Antalyayê êrîşê neke? Me li tedbîran pirsîn lê mixabin tevî van hemû gotinên me, hewldanên me komkujiyeke mezin pêk hat. Li gorî hiqûqa objektîf, hikûmet berpirsyar e."

'DEMA HEVPARBÛYÎNÊ YE'

Baydemîr anî ziman ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi rêyeke nû ya derketina ji vê rewşê heye, divê serî li ber kaosê neyê tewandin û got, "Girîng e her kesê dibêje 'li dijî barbariyê ez jî mirov im' sekin, mejiyekî hevpar nîşan bidin. Divê hemû hêzên demokrasiyê û mirovên ji aştiyê bawer dikin, bi hevparî tevbigerin."

Baydemîr destnîşan kir ku divê gel û saziyên demokratîk tedbîrên xwe yên ewlekariyê bi xwe bigirin û got, "Pêwîste ewlekariya cihên komî, avahiyên partiyên me, cihên girseyên gel lê ne, tdbîr bêhtir werin girtin. Divê ketin û derketin bêhtir bi baldarî werin kontrolkirin."

KAYA: KOMKUJIYEK GELÊ KURD JÎ DERBAS KIRIYE

Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya bibîr xist ku ciwanên hatin qetilkirin ji bo jiyaneke nû têdikoşiyan û got, "Em di wan kêliyan de ku gotin nemane bên bilêvkirin. Gelekî bajarekî ku bi salan rastî komkujî û hovîtiyê hat, ji bo avakirina jiyaneke di nava aştiyê de hewldanek hat destpêkirin. Ji bo gel bêhnê vedin, ji her deverên Tirkiyeyê ciwanan ev hewldan dan destpêkirin. Ji bo Kobanê ya veguheriye xirbeyekî bikin qada jiyanê, bi plana avakirinê ketin ser rê. Bi awayekî herî paqij, herî însanî û wijdanî ketin ser rê û bi awayekî herî masûm daxuyanî dan çapemeniyê."

Kaya anî ziman ku mirovên ji bo jiyanê hêsan bikin ketin ser rê, rastî êrîşeke hovane hatin û got, "Ev êrîş gelê Kurd jî derbas kiriye. Ji ber ku Kobanê bu xaka berxwedanê ku hemû gel û bawerî lê civiyan, xwîna wan tevlîhev bûn. Oldar, ataîst, Elewî, Kurd, Tirk, Ermenî, ciwan, extiyar, jin, her kesî mil bi mil li ber xwe dan, canê xwe ji bo gelên bindest feda kirin. Hewldana ciwanan jî ji bo xwedîderketina li bîranîna wan, ji bo şopandina rêya wan bû."

Kaya bang li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP'ê kir û got, "Bila Serokkomar û desthilatdarî dest ji polîtîkayên xwe yên li hemberî Sûriyeyê, li hemberî Kurdan tavilê berdin. Divê bibînin ku ev polîtîka çiqasî tirsnak in. herêm veguherî gola xwînê û ev derbasî nava xaka Tirkiyeyê bû. Li sînor binêrin, endamekî bi tenê yê DAIŞ'ê nehatiye înfazkirin, nehatiye girtin. Lê belê Kurd her roj tên qetilkirin."

Kaya destnîşan kir ku êdî daxuyaniyên Erdogan û hikûmetê yên ku hevkariya bi DAIŞ'ê re red dikin ti bêwate ne û got, "Hikûmetê û Erdogan, bi gotinên xwe yên nefretê û pratîka xwe re bingeh ji êrîşa duh re amade kirin."

Kaya hişyarî da û got, "Yên agirê pêdixin jî wê bişewitin" û ji hikûmetê xwest derhal dawî li polîtîkaya xwe ya şer bîne.

Kaya diyar kir ku komkujî di heman demê de li dijî kombûna li hev a gelan pêk hatiye û destnîşan kir ku qetlîamker wê negihêjin armanca xwe.

'XWE PARASTIN PÊWÎST E'

Kaya da xuyakirin ku rewa ye gel xwe biparêze û got, "Em dizanin ku kî hevkar in, kê jî zemîn ji vê komkujiyê re amade kiriye. Divê gelê me li her deverê ewlekariya xwe, parastina xwe, tedbîrên xwe bigire. Em ê nerazîbûna xwe, berxwedana xwe nîşan bidin."