Komkujiya li Pirsûsê li bajarê Swêd Gavleyê hat protestokirin

Komkujiya li Pirsûsê duh li bajarê Swêd Gavleyê hat protestokirin. Di çalakiyê de ji bo welatiyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, deqeyek rêz hat girtin.

Komkujiya li Pirsûsê duh li bajarê Swêd Gavleyê hat protestokirin. Di çalakiyê de ji bo welatiyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, deqeyek rêz hat girtin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Gavle Êrîş Battê di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku li pişt komkujiyê AKP heye.

Kommunalråd Jin Akgul Hajo jî piştî ku komkujî lanet kir, anî ziman ku ciwanên jiyana xwe ji dest dane ji bo avakirina cîhaneke nû ketine nava hewldanan û destnîşan kir ku ev êrîş nayê qebûlkirin.

Siyasetmedarê Kurd Battal Battê jî got, "Ez êdî naxwazim em ji ber van sedeman li vir bicivin.  Em Kurd li dijî vê rêxistina li derveyî mirovahiYê bi tena serê xwe têdikoş in. Lê belê ti kes ji bo alîkariyê tiştekî nake."

Battê ev bang kir: "Yên ku gelek navan li xwe dikin û li otelên Stenbolê civînan lidar dixin, yên li Başûrê Kurdistanê dijîn û li ser navê Rojava mafê meşandina siyasetê di xwe de dibînin; ji wan re dibêjim ku êdî dest ji vê xapandinê berdin û li cihê pêwîst, karê pêwîst bikin."

Nûnerê PYD'ê Şiyar Elî jî di axaftina xwe ya li çalakiyê de got, "Ez beriya niha li konferansekê bûm. Bi şervanên YPG'yî yên Swêdî û Amerîkî re bûm. Neheqiyeke mezin e ku tevgereke ji tevahiya cîhanê beşdarî lê dibe, li helwesteke bi vî rengî rast tê."