MUB: Êrîş li dijî ruhê yekîtî û piştevaniyê hatiye kirin

MUB: Ciwanên xwestin bi keda xwe re tevlî pêvajoya ji nû ve avakirina Kobanê bibin û di vê oxirê de xwîna xwe rijandin, berpisryariya ji nû ve avakirina Rojhilata Navîn daye me û her kesên alîgirê azadiyê.

MUB'ê di daxuyaniya xwe ya li ser komkujiya li Pirsûsê de got, "Ciwanên xwestin bi keda xwe re tevlî pêvajoya ji nû ve avakirina Kobanê bibin û di vê oxirê de xwîna xwe rijandin, berpisryariya ji nû ve avakirina Rojhilata Navîn daye me û her kesên alîgirê azadiyê."

Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku komkujiya li Pirsûsê êrîşeke namerdî ya li hemberî ruhê yekîtî, piştevanî û pêşeroja gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn e.

MUB'ê ragihand ku ev êrîş li hemberî hêviyên azadiyê yên ciwanên sosyalîst, demokrat û şoreşger û li dijî têkoşîna wan a avakirina jiyaneke demokratîk, komployeke hêzên tarî ye û got, "Divê were zanîn ku ti hêz nikare têkoşîna rizgariyê ya gelan têk bibe."

MUB'ê destnîşan kir ku li dijî vê komkujiyê, ew ê têkoşîna xwe ya li dijî zîhniyeta û hêza ev komkujî kiriye, bi tevgerên azadiyê yên gelên Rojhilata Navîn re heta serketinê dewam bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ciwanên xwestin bi keda xwe re tevlî pêvajoya ji nû ve avakirina Kobanê bibin û di vê oxirê de xwîna xwe rijandin, berpisryariya ji nû ve avakirina Rojhilata Navîn daye me û her kesên alîgirê azadiyê. Ji ber vê yekê bicihanîna vê wezîfe û berpirsyariyê, bicihanîna wasiyeta şehîdên me yên Pirsûsê û hemû şehîdên me, tê wateya layîqbûna ji wan re. Serê endam û rêveberên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst, gelên Tirkiyeyê, malbatên şehîdan û mirovahiyê pêşverû sax be. Ji bilîndaran re jî em şîfa xêrê dixwazin."