Hevserokatiya Kantona Cizîrê êrîşa Pirsûsê şermezar kir û diyar kir ku armanca êrîşkaran têkbirina projeya aştiyê ye. Hevserokatiyê bang li hemû gelê herêmê kir ku asta tekoşîna xwe li dijî êrîşkaran bilind bikin.
Hevserokatiya Kantona Cizîrê der barê komkujiya li navçeya Riha Pirsûsê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya Hevserokatiya Katnona Cizîrê wiha ye:
"Serketinên Şoreşa Rojava û HDP’ê yên di hilbijartinên Tirkiyê de hatin bidestxistin û bi taybet rizgarkirina Girê Spî û Çiyayê Kizwanan, ji nû ve avakirina Kobanê û têkbirina çeteyên DAIŞ’ê li piraniya herêman bala hemû cîhanê kişand û li qada navneteweyî doza Kurdan deng veda. Ev destketiyên hatin bidestxistin û rewşa nû hêzên dijberiya gelê Kurd aciz kir û van hêzan dest bi dijberiya serketinên bi xwîna sedan şehîdan û şervanên YPG/YPJ’ê hatine bi destxistin kirin.
Komkujiya li Navenda Çand û Hunerê ya Amara îro li dijî ciwanên xwe ji bo beşdarî ji nû ve avakirina Kobanê bibin birêxistin dikirin pêk hat. Ciwanên ku dixwestin erka xwe ya mirovî di ji nû ve avakirina Koanê û beşdarbûna azadî û weheviyê de pêk bînin, rastî êrîşê hatin. Komkujiya ku li navçeya Pirsûsê pêk hat û di encamê de bi dehan ciwanan jiyana xwe ji dest dan, nîşana wê yekê ku destê Tirkiyeyê û Erdogan di komkujiyê de heye. Ev komkujî bi armanca tirsandina gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê ku pişgiriya Şoreşa Rojava dikin pêk hatiye.
Gelê Bakurê Kurdistanê ji destpêka Şoreşa Rojava bê sînor piştigiriya Şoreşa Rojava kir û rola wan di serketiyên li dijî DAIŞ’ê û hêzên wekî wê de hebû.
Ji ber ku hemû planên wan ên leşkerî têk çûn, dest bi planên din kirin. Êrîşa bombeyî ku îro li navenda Amara pêk hat, nîşana asta kîn û nijadperstiya wan a li dijî gelê kurd û hemû kesên baweriya wan bi azadiyê û mafê gelan tê ye. Di heman demê de îflasa wan nîşan dide.
Em bang li hemû gelên herêmê dikin ku li dijî terorîstan û hemû hêzên dijber xwe bikin yek. Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî AKP’ê ku dixwaze aloziya xwe derbasî herêmên me bikin, li ber xwe bidin û tekoşîna xwe bilind bikin.
AKP’ê bi tevlîbûna mijaran dixwaze dawî li projeya aştiyê ya doza kurd bîne û aloziya leşkerî pêşbixîne û dijberiya gelê me bikin.
Em wekî hevserokatiya Kantona Cizîrê êrîşa hovane şermezar dikin û em sersaxî ji malbatên şehîdan re dixwazin û şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.
Em bang li gelê xwe dikin ku asta berxwedana li dijî hêzên dijberiya demokrasiyê û biratiya gelan dikin bilind bikin."