Protestoya li Den Haagê rastî êrîşa polîsan hat
Komkujiya li Pirsûsê, li bajarê Hollanda Den Haagê hat protestokirin. Lê belê di dema belavbûna girseya gel de polîsan êrîşî gel kirin û 10 kes kirin binçavan.

Girseya gel a li qada çalakiyê civiya, di destpêkê de ji bo mirovên li Pirsûsê hatin qetilkirin, deqeyek rêz girt. Piştre parlamentera Partiya Sosyalîst Saadet Karabûlût peyivî û diyar kir ku ew êrîşên DAIŞ'ê yên li Kurdistanê dişopînin.
Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Hollandayê Şafak Arabaci jî êrîşa li Pirsûsê lanet kir û diyar kir ku ew ê êrîşê efû nekin.
Hevserokê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Meclîsa Gel a Hollandayê Fûat Omer jî ragihand ku êrîşa li Pirsûsê sûcekî li dijî mirovahiyê ye û anî ziman ku yên destekê didin DAIŞ'ê hevkarên vî sûcî ne.
Piştî daxuyaniyê girseya gel ji bo komkujiyê protesto bike, ji bo demekê rê li çûn û hatinê girt û dûre xwe vekişand. Lê belê di dema vekişînê de polîsan êrîş kirin û 10 kes kirin binçavan.