Li Hesekê hewldana êrîşê ya çeteyan hat astengkirin

Çeteyên DAIŞ’ê hewl dan bi panzêra bombebarkirî êrîşî gundê Merûf ê dikeve rojhilat başûrê Taxa Ezîziyê ya Hesekê bikin, hêzên YPG’ê beriya panzêr bigihêje armanca xwe hedef girtin û teqandin.

Çeteyên DAIŞ’ê hewl dan bi panzêra bombebarkirî êrîşî gundê Merûf ê dikeve rojhilat başûrê Taxa Ezîziyê ya Hesekê bikin, hêzên YPG’ê beriya panzêr bigihêje armanca xwe hedef girtin û teqandin.

Li gor ajansa nûçeyan ANHA’yê çeteyên DAIŞ’ê saet di 21.30’î de ji gundê Mehmûdiyê xwestin bi panzêra bombebarkirî êrîşî gundê Merûf ê dikeve rojhilat-başûrê Taxa Ezîziyê ya Hesekê bikin. Şervanên YPG’ê bi panzerê hesiyan û beriya bigihêje armanca xwe teqandin.