MLKP: Em ê bi biryareke mezin Şoreşa Rojava biparêzin

MLKP Rojava, soz da ku di 3. salvegerê de wê bi biryareke hê mezintir Şoreşa Rojava biparêzin û careke din bang li tevayî gelên cîhanê kir ku tevna piştevaniyê pêş bixin.

MLKP Rojava, bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand. MLKP Rojava got: “Şoreşa me ya Rojava ya bi ked, hewldan û berdêlên mezin me ava kir, 3 sal li pey xwe hişt. Şoreşa me ya Rojava li hember hemû lîstikên emperyalîstan û hewldanên dewleta Tirk ên fetisandinê hebûna hê xurttir didomîne.

Şoreşa Rojava ya jin bê sînor tevlî parastina şoreşê û xebatên avakirina civakî dibin û bûne kirde nîşan da ku di heman demê de şoreşa jinê ye.

Em soza xwe ya di 3. salê de Şoreşa xwe ya Rojava hê bi biryareke mezin biparêzin dubare dikin. Em di salvegera şoreşê de ji tevayî gelên bindest ên cîhanê re ji bo şoreşa me ya bi rûmet û rêya jiyana azad nîşan dide bi pêwîstiya divê bê parastin û mezinkirin pêşxistina tevna piştevaniyê dubare dikin.