Fermandariya YPJ’ê peyama 19’ê Tîrmehê weşand

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi rast hatina salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî weşand û banga parastina destketiyan li hemû kesî kir.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi rast hatina salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî weşand û banga parastina destketiyan li hemû kesî kir.

Daxuyaniya Fermandariya YPJ’ê wiha ye:

“Beriya 5 salan herêma Rojhilata Navîn di nava şerê man û nemanê de bû. Tişta ku bi serê gelê vê herêmê tê rêyeke din ê şerê cîhanê yê sêyemîn e. Ev şer bi destê hêzên ku dixwazin ji alozî û tevliheviya di herêmê de sûdê werbigirin pêk tê meşandin. Tişta bi zelalî diyar dibe ku berjewendiyên hin hêzan yê di herêmê de gihişte hev û ti berjewendiyên gelê herêmê têde nîne. Di encamê de gelê herêmê di şer û pevçûnan de ti fêdeya wan jê nîne.

Di herêmê de şerê navxweyî û nîjadî hat pêk hatin, gelê herêmê ji hev hat dûrxistin û hêmanên biratiya gelan ku bi sedên salan li herêmê dihat jiyîn têk çû.

Tevgera Azadiyê ya niştimanî li dijî sîstemên desthildar û faşistên hebûna gelê Kurd înkar dikirin serhildan û berxwedaneke bêhempa nîşan kir. Salên derbasbûyî yên dirêj ên berxwedanê bi şoreşa gel a 19’ê Tîrmehê bi encam bû. Gelê Kurd di encamê de karîbû gelek destketiyan bi dest bixin û şoreşa xwe bi rê ve bibin.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê sê sal li pey xwe hişt, bi coş û kelecaneke mezin ji ezmûnên ku bûn hêz ket sala xwe ya 4’emîn. Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû sembola li dijî zîhniyeta desthildariya mêr a di herêmê de, jinan di divê demê de gelek destketî bi dest xistin. Pêşengiya şoreşa ku bingeha jiyaneke azad û hevbeş a civaka Kurd destnîşan kir. Sê salên derbasbûyî tijî berxwedan û qehremanên ku mînaka wan nîne derxist holê. Hêzên me û YPG’ê bi giştî gavên mezin avêtin.

Çirûska destpêkê ya şoreşa 19’ê Tîrmehê destpêka qonaxeke nû ya ezmûnan ku berxwedan û qehremanî bi hêz kir. Çalakbûna jinan di nava şoreşa Rojava de ne tenê di mijarekê de bû. Lê belê jinan karîbûn di warê siyasî, civakî, dîplomasî û leşkerî de jî gavan biavêjin û bingeha sîstema demokratîk ava bikin. Jinên Rojava bi rêxistinkirina xwe ya leşkerî karîbû bi zanistî parastina cewherî pêş bixe. Sîstema xwe ya taybet ava kir, akademiyên xwe ava kirin. Bi vê yekê jina Kurd bû mînaka ku hemû jinên Rojhilata Navîn ji xwe re wekî mînak bibîne.

Em îro li pêşiya jineke kurd ku karîbû efsayeyên zilm û zordariyê bişkîne û rûpelên nû di dîroka jinan de binivîse.  Her wiha di dîroka gel  û di pêşerojê de ava bike.

Jinên Rojavayê Kurdistanê ti caran gav paş de neavêtin û bi hemû hêza xwe li ber xwe da û li dijî hêzên tarî û terorîstên dixwazin rûmeta mirovan û azadiya wan tine bikin derket. Ji ber vê yekê beşdarbûna jinan û bi nav YPJ’ê di rizgarkirina herêma Rojava de tiştekî bi rûmet bû. Berxwedana jinan ku heta roja îro dewam dike roj bi roj mezin dibe û di cîhanê de deng vedide.

Di sala dawî de jî şerên dijwar li dijî çeteyên DAIŞ’ê hat meşandin, hêzên me berxwedaneke mezin nîşan dan û roleke mezin di parastina gelê herêmê de û bi taybet  jinan  pêşkêş kir. Berxwedana hêzên me ya îsal ji Şengalê destpê kir û heta Kobanê dirêj kir. Di vê berxwedanê de hevalên me yên giranbuha û mînakên vê berxwedanê de wek, Arîn, Rêvan, Destîna, Sarya, Jiyan, Viyan, Uzgur û bi dehan hevalên me yên din ku ser rêya wan meşiyan da ku jiyana demokratîk û bi rûmet biparêzin, meşiyan.

Têkoşîna jinan a di nava YPJ’ê de û berxwedana bêhempa ya li dijî çeteyên terorist ku li dijî hemû cîhanê dimeşînin, bala hemû cîhanê kişand ser xwe. Hêzên me rêbaza parastinê xurt kirin û li dijî teroristên ku bazirganiya jinan dikin û rûmeta wê destnîşan kirin.

Bazirganiya der heqê jinan û kiryarên li dijî jinan hatin meşandin, her wiha siyasetên tinekirinê, li dijî jinan hatin meşandin di serdema navîn de der heqê jinan de hat meşandin, azadiya jinan hat binpêkirin.

Hêzên YPJ’ê û berxwedana wan wekî bersiva li dijî siyasetên tundiya li dijî jinan bû. Rizgarkirina herêmên Rojava ku li ser daxwaza hemû pêkahteyan hatiye kirin, paqijkirina herêmên Til Hemîs û Til Berak ku dixwestin têde nakokiyên di navbera gelan de derxin. Lê belê bi vê yekê hat ispatkirin ku doza hemû jinan yeke û li ti sînoran nayê rawestandin.

Berxwedana li Til Temir û kiriyarên li dijî gelê me yê Asûr û Suryanî mînaka vê yekê ye. Hêzên me têne li Rojava sînordar namîne, lê belê wê li her deveran bersiva êrîşên çeteyan bidin û jinan biparêzin. Li Girê Spî û berxwedana wê mînaka wêye, hêzên me, Kurd û Tirkmen, her wiha hemû pêkhateyên din ên herêmê parastin. Di hemû operasyonên me yên parastinê de hêzên me girêdana xwe bi şehîdan re destnîşan kirin û bi tundî bersiva êrîşan dan û tolhildan xurt kirin.

Hêzên  wehşî yên DAIŞ’ê ku li gorî plan û projeyên taybet di herêmê de dixwazin berjewendiyên xwe  pêş bixin û ne xema wan e ku bi sedan welatiyên sivîl li Şengalê, Kobanê û Hesekê bûne qurbanî.

Komkujiya li şaredariya Qamişlo pêk hat û herî dawî komkujiya Kobanê ku çeteyên DAIŞ’ê zarok, jin, kal û kal qetil kirin. Çeteyan bê cudahî mirov kuştin.

Em jî dibêjin ku eger dijmin xwe li ser civakê ferz bike û zorê li welatiyan bikin û wekî nexweşiya pençeşêrê, destdirêjî nirxên gelan bikin û bi dirûşmên pîroz civakê binpê bikin, divê gel ji vê yekê re şiyar be. Hêzên xwe bikin yek û rê ne din ti hêzên derve û tarî ku bi nirxên wan bilîzin û tevliheviyê bikin. Hêzên YPG/YPJ’ê ev yek ispat kirin û karîbûn nûnertiya hemû pêkhateyan bikin û sîstema parastina pêkhateyên Rojava pêş bixin.

Ji hemû aliyên cîhanê kes tevlî hêzên me bûn, ev yek îspata wê ye ku em tekane rêya nefesa hemû gelên li azadî û demokrasiyê digerin. Tevî hemû kiryarên bi zanebûn hatin kirin û hewldanên reşkirinê ku li ser hêzên me hatin kirin, hêzên me îspat kir ku dikare hemû gelê herêmê biparêze û nîşan da ku ew mezintirîn hêza rewa ya parastina herêmê ye.

Destketiyên Şoreşê ku di vê qonaxa dîrokî de hatine bidestxistin gelê me yê Kurd nêzî azadiyê kiriye, gelê me yê Rojava sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava dike. Li gorî em sîstema demokratîk ava bikin em ê karibin bêtir bingeha azadiyê ya Rêber Apo pêş bixin û bihêz bikin.

Ji ber vê yekê em careke din bang li hemû kesî dikin ku xwe li derdora hêzên YPG/YPJ’ê bikin yek. Destketiyên Rojava bi giştî û bi taybet hêzên YPJ’ê ku bûne mînaka ji hemû cîhanê re wê karibin rûmeta mirovahiyê û jinan biparêzin û nûnertiya xwe bibîne. Em ê bi ser kevin û wê têkçûn para hemû aliyên ku fikir û karê xwe ne xistine xizmeta gelan de.ˮ