'Şoreşa Rojava bû şoreşa hemû gelan'
Gerîlayên HPG û YJA Starê di salvegera 4. de Şoreşa Rojava nirxandin û gotin, "Şoreşa Rojava veguheriye şoreşa gelên cîhanê."
Gerîlayên HPG û YJA Starê di salvegera 4. de Şoreşa Rojava nirxandin û gotin, "Şoreşa Rojava veguheriye şoreşa gelên cîhanê."
Gerîlayên HPG û YJA Starê di salvegera 4. de Şoreşa Rojava nirxandin û gotin, "Şoreşa Rojava veguheriye şoreşa gelên cîhanê."
Gerîlayên HPG û YJA Starê ji ajansa me re axivîn û diyar kir ku Şoreşa Rojava ji bo yekîtiya Kurdan pêşketinên gelekî girîng afirandiye. Gerîlayan dan xuyakirin ku şoreşê nîşan daye; jiyaneke azad ancax li welatekî azad dibe û nîşanî tevahiya cîhanê daye ku jiyana azad jî bi yekîtiya hemû gel, ziman û olan pêkane.
'ŞOREŞA ROJAVA BI RÊBAZA FEDAÎ BI SER KET'
Şîlan Kobanê. Li Rojava ji sala 2011'an û vir ve şoreş dewam dike. Bi wesîleya salvegerê ez Şoreşa Rojava silav dikim. Ji ber van destketiyên di encama berxwedanên mezin de hatin bidestxistin, ji gelên li wir û hêzên YPG/YPJ'ê re serketinê dixwazim. Şoreşa Rojava bi rêbaza fedaî bi dest hat xistin. Ruhê berxwedana Kobanê îspata fedaîtiyê ye. Di rojên ku Tayyîp Erdogan digot 'waye li ber ketinê ye' de hêzên YPG/YPJ'ê û gelê li wir berxwedaneke mezin nîşan dan û Kobanê bi ser xistin.
Gelê Bakur jî bi rojan li ser sînor çalakî lidar xist û destek da. Bû berxwedanek tevahiya cîhanê. Serketina Girê Spî jî destketiyên Rojava mezintir kir. Çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşî Rojava kirin, di serî dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ji gelek hêzên derve destek dîtin. Lê belê dema niha li rewşê were temaşekirin, wê bê dîtin ku AKP û DAIŞ li kolanên Kobanê û li ser sînor hatine binaxkirin. Serketina Kobanê AKP pûç kiriye.
'DEWAMA RUHÊ 14'Ê TÎRMEHÊ YE'
Sîpan Amed: Şoreşa Rojava li hemberî çeteyên DAIŞ'ê û hemû hêzên paşverû bi ser ket. Van hêza dixwestin Kurdan li Rojava bê vîn bihêlin. Xwestin komkujiyên mezin bînin serê gelê Rojava. Li hemberî van hêzên YPG û YPJ'ê berxwedaneke mezin nîşan dan.
Ruhê Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojava, ruhê Kemalan û Xeyriyan e ku di 14'ê Tîrmeha 1982'an de li zîndana Amedê di rojiya mirinê ya mezin de serî li ber dijmin netewandin. Ev her du ruh, yek in.
Êrîşên çeteyan ên li hemberî Rojava hînê dewam dikin. Lê belê li hemberî her êrîşê hêzên YPG/YPJ'ê bi berxwedanên mezin re serketinan bi dest dixin. Weke gerîlayekî HPG'ê ez vê berxwedan û serketinê careke din silav dikim. Serketinên tên bi destxistin û berxwedanên tên kirin nîşan didin ku êdî Kurd li Rojavayê Kurdistanê bûne vîneek mezin û yekane gelê dikare xwe biparêze ye. Ev vîn vîna Şehîd Gelhatan, Şehîd Arînan e. Bi vê wesîleyê ez careke din Şoreşa 19'ê Tîrmehê silav dikim, ji hêzên YPG/YPJ'ê re serketinê dixwazim.
'JI ŞOREŞA SÛRIYEYÊ RE PÊŞENGIYÊ DIKE'
Hozan Çiya: Ez ji Rojava me, Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê pîroz dikim. Wateya 19'ê Tîrmehê ew e ku ji aliyê hemû gelan ve hatiye kirin. Vê şoreşê pêşengî ji şoreşa Sûriyeyê re kiriye. Rejîma Baas zext li gelê Kurd dikir. Li hemberî sîstema bi salan zext dikir, gelê Kurd neçar bû xwe biparêze. Ji bo vê yekê jî bi pêşengiya fermandarê mezin Şehîd Xebat, YPG/YPJ hat avakirin. Her du hêz jî bûn hêzên parastina gel. Êrîşên çeteyan nikarîn şoreşa Rojava qels bikin. Berevajî, bi berxwedanê re şoreş mezintir bû, ne tenê Kurd veguherî şoreşa Ereb, Suryanî û Tirkmenan. Bê guman şoreşa Rojava ji sînorên Kurdistanê derbas bû û li cîhanê deng veda. Ji gelên cuda yên cîhanê şoreşger îro ji bo destekê bidin şoreşa Rojava li wir têdikoş in. Şoreşa Rojava veguherî şoreşa tevahiya mirovahiyê.
Di vê demê de zextên giran li gelê Rojava hatin kirin. Komkujî li wan hatin kirin. Hêza herî zêde destekê dide van û berpirsyarê herî mezin dewleta Tirkiyeyê ye. Dewleta Tirk her çend xwest Şoreşa Rojava bişikîne, ji dilê gel derxîne jî, negihaşt armanca xwe. Bi destê van hêzan û dewleta Tirk re barbariya DAIŞ'ê hat afirandin. Armanca bingehîn qirkirina Kurdan, tinekirina çand û zimanê kurdan bû. Hilweşandina sîstema kanton a li Rojava bû. Lê belê bi ser neketin.
Divê were zanîn ku weke gerîlayên HPG'ê em her tim li cem Şoreşa Rojava ne. Ji vê derê bang li tevahiya ciwanên Kurd û gelên cîhanê dikim, ku xwedî li vê şoreşê derkevin.
'BÛ ŞOREŞEK BI PÊŞENGIYA JINÊ'
Viyan Kobanê: Şoreşa Rojava îro ji bo tevahiya mirovahiyê xwedî cihekî girîng e. 19'ê Tîrmehê ji bo mirovahiyê rojeke pîroz e. Şoreşê di nava şert û mercên hêsan de destpê nekir. Bû dema Kurdên ji nû ve dixwaze bibe xwedî vîn. Şoreşa Rojava li hemberî her şêwe êrîşan li ber xwe da.
Dewleta Tirk ji bo vê şoreşê bişikîne destek da çeteyên DAIŞ'ê. Bi taybetî berê êrîşên çeteyan da Kobanê û di wê demê de bi meşandina şerekî mezin ê psîkolojîk re xwest vîna hemû Kurdan bişikîne. Lê belê berxwedana Kobanê ev hewldan hemû pûç kir.
Şoreşa Rojava ji bo yekîtiya Kurdan pêşketinên girîng afirand. Nîşan da ku jiyaneke azad ancax li welatekî azad bibe û nîşanî tevahiya cîhanê da ku jiyana azad bi yekîtiya hemû gel, ziman û olan pêkane.
Di her gava Şoreşa Rojava de jin bû xwedî roleke girîng. Di şexsê Şehîd Arîn de jinan berxwedêriya xwe nîşan dan û veguherîn nîşaneya berxwedanê. Ez jî weke gerîlayeke YJA Starê Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinê bi pêş ket û hêzên YPG/YPJ'ê silav dikim, ji wan re serketinê dixwazim. Û dixwazim bêjim ku em her tim li cem wan in.