Kuştina Veysî Kurt Fedayiyên Apoyî girt ser xwe
Veysî Kurt (Kawa Suruç) ê 10’ê Tîrmehê li ber rêya Taxa Murat a Pirsûsê mirî hat dîtin, derket holê ku ji aliyê koma bi navê ‘Fedayiyên Apoyî’ ve hatiye kuştin.
Veysî Kurt (Kawa Suruç) ê 10’ê Tîrmehê li ber rêya Taxa Murat a Pirsûsê mirî hat dîtin, derket holê ku ji aliyê koma bi navê ‘Fedayiyên Apoyî’ ve hatiye kuştin.
Veysî Kurt (Kawa Suruç) yê 10’ê Tîrmehê li ber rêya Taxa Murat a Pirsûsê mirî hat dîtin, derket holê ku ji aliyê koma bi navê ‘Fedayiyên Apoyî’ ve hatiye kuştin. Di daxuyaniya ku ji aliyê koma xwe bi navê Fedayiyên Apoyî ve daye nasîn, hat diyarkirin ku Veysî Kurt di mehên zivistanê de di pêvajoya şerê Kobanê de ji berxwedanê reviyaye û ji girtina 30 Kurdên Bakurê Kurdistanê ku di pêvajoya berxwedana li Kobanê de cih girtibûn, berpirsyar e.
Her wiha komê da zanîn ku sûîqesta li dijî Adil Findo û kurê wî ya 3’ê Tîrmehê li Dîlokê pêk hatiye, wan kiriye. Rayedarên komê gotin Adil Findo berpirsê Karên Derve yê Cerablusê ya DAIŞ’ê ye û di heman demê de têkiliya navbera DAIŞ û MÎT’ê de pêk tîne.
Komê diyar kir ku wê çalakiyên bi vî rengî bidomînin.