KNK'ê banga naskirina kantonên Rojava li raya giştî ya cîhanê kir

Konseya Rêveber a KNK'ê di salvegera 3. a Şoreşa Rojava de bang li raya giştî ya cîhanê kir, ku kantonên Rojava bi awayekî fermî nas bike. KNK'ê her wiha ji gelê Kurd jî xwest ku di vê dema hesas de li derve û hundir destekê bide Şoreşa Rojava.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî 3. salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Îro 3. Salvegera Şoreşa Rojava ye. Beriya 3 salan Şoreşa Rojava bi pêngava rizgarkirina Kobanê destpê kir û li seranserê Rojava belav bû. Îro Şoreşa Rojava rastiyeke herêmê ye û bi statuya Kantonan berdewam dike. Bi vê munasebetê, Em wekî KNK, 3. Salvgera Şoreşa Rojava li gelê Rojava, li gelên Kurdistanê û li hemî dostên mirovahiyê pîroz dikin."

Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku ev qonax bi berdêlên giranbiha hate zevt kirin û got, "Ji aliyekî ve hêzên komploger, ji aliyê din ve hêzên barbar êrîş kirin. Ji aliyekî ve xendek hatin kolan, xeta navbera Rojava û Bakur bi leşker û çekên giran hatin dagirtin. Xeta navbera Bakur û Rojava kirin guzergeha çeteyan. Di serî de li Kobanê û hemû Rojava êrîşên tinekirinê pêk hatin. Ji bo şikandina van êrÎşan berdêlên giran hatin dayîn."

'DI SALVEGERA 3. DE EM DIKARIN BI REHETÎ BÊJIN XWESERIYA DEMOKRATÎK BÛYE MÎNAK'

KNK'ê ev berxwedana mezin pîroz kir, di kesayetiya cangoriyên Rojava de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bibîr anî û hêzên YPG/YPJ û hevkarên wan ên dir oja îro de Rojavayê Kurdistanê ji çeteyên barbar DAIŞ'ê paqij dikin, silav kir.

Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin ku di 3. salvegera Şoreşa Rojava de, ew bi rehetî dikarin bêjin ku sîstema Xweseriya Demokratîk, bi tevlîbûna gelên li herêmê, Kurd, Ereb, Suryanî-Asurî, Turkmen, Ermenî, Çerkez û civakên xwedî baweriyên cûda, bûye mînak û anî ziman ku ev yek ji bo paşerojên Sûriyeyê û tevahiya herêmê jî wek model tê destnîşan kirin.

'XETERE DEWAM DIKE, DIVÊ ŞOREŞA ROJAVA LI DERVE Û HUNDIR BÊ DESTEKKIRIN'

KNK'ê da zanîn ku ew di qonaxeke girîng, dîrokî û hesas re derbas dibin û ev xal destnîşan kir: "Her çiqasî, Şoreşa Rojava, hêzên hegemonîk û dewletên statukoparêz, çeteyên barbar têkbiribin jî, tehlîke heye û divê gelê Kurd tedbîran ji destên xwe bernede. Êrîşên dijwar, li hundir û derve berdewam dikin. Divê Şoreşa Rojava, li hundir û derveyî welat were destek kirin, li dijî komplogerên li hundir û derve têkoşîn were dijwar kirin.

Divê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, bi heman enerjî û disîplînê destekê bide Şoreşa Rojava. Serketina Şoreşa Rojava, serketina tevahiya Kurdistanê ye, avakirina sîstema demokratîk ya Suriye û tevahiya herêmê ye.

BANGA NASKIRINA KANTONÊN ROJAVA LI RAYA GIŞTÎ YA CÎHANÊ HAT KIRIN

Em wekî KNK, bang li raya giştî ya cîhanê jî dikin ku, Kantonên Rojava fermî nas bikin; hêzên YPG/YPJ'ê ku bi canfedatiyek destanî gelên li herêmê û nirxên mirovaniyê ji hovên sedsalê û barbar dibaprêzin fermî qebûl bikin.

Em weke KNK, carek din 3. Salvgera Şoreşa Rojava li gelê Rojava, li hemî gelên Kurdistanê teva pîroz dikin."