Ciwanên ESP Kurdistan: Di sala 4. a şoreşê de em li Kobanê ne!

Ciwanên ESP Kurdistan dan xuyakirin ku ew ê biçin dilê Şoreşa Rojava Kobanê.

Ciwanên ESP Kurdistan dan xuyakirin ku ew ê biçin dilê Şoreşa Rojava Kobanê. Di daxuyaniya ciwanan de hat gotin, "Kobanê a ku dorpêçiya DAIŞ a faşîst şikand û serketinên mezin bi dest xist, di nava vê dorpêçî û êrîşên çeteyan de serûbin bû. Şoreşa Rojava û Berxwedana Kobanê ku rûyê dîtbar ê vîna jin û ciwanan e, niha bi pêvajoyeke nû, bi pêvajoya avakirinê re rû bi rû ye. Ji bo vê jî me beriya niha dabûn xuyakirin ku em destekê didin kampanya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst a bi şiyara "Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin" û bi şêwe û amûrên cuda re em tevlî vê kampanyayê bûbûn. Em ê sibe kampanyayê bigihînin asta fînalê û di vê çarçoveyê de li Pirsûsê bicivin û biçin Kobanê."

CIH Û DEMA BI RÊ KETINA WESAYÎTAN

Der barê cih û dema bi rê ketina wesayîtan de ev agahî hat dayîn:

Wan: 19 Tîrmeh Yekşem, Saet: 22.30 Mala Mamosteyan a Şîşlî

Amed: 20 Tîrmeh Duşem, Saet: 06.00 Pêşiya Lîseya Fatîh (Pêşberî Parka Koşûyolû)

Dîlok: 20 Tîrmeh Duşem, Saet: 07.00 Parka Yeşîlsû