5 Partiyên siyasî bi daxuyaniyeke hevbeş diyar kirin ku pêwîste Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bê pêşxistin, piştgiriya hêzên YPG/YPJ’ê bê kirin û her sê kantonên Rojava bibin yek.
Partiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê (El-Partî), partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê, Tevgera Çaksazî ya Sûriyeyê, Partiya Çep a Demorkratîk a Kurd li Sûriyeyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Wehdê) bi daxuyaniyekê hevbeş piştgiriya xwe bi hêzên YPG’ê re anî ziman.
Di daxuyaniya hevbeş de hate gotin ku bi destpêka şoreşa sivîl a gelê Sûriyeyê ku di 15’ê Adara 2011’an de destpê kir armanc avakirina Sûriyeyeke demokratîk bû. Li ser vî esasî û ji roja yekem em beşdarî tevgera gel bûn. Armanca bidestxistina mafê neteweyî û demokratîk ê gelê Sûriyeyê bû.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên rejîmê êrîşî gelê daketin kolanan kir û çareseriya leşkerî pejirand û wiha dom kir: ˮRejîmê xwest muxalefetê bikişîne şerê leşkerî û bi vê yekê şoreşa gel bi çek bû. Di heman demê de hin aliyên muxalefetê dixwestin aloziyê germ bikin. Piştî 6 mehan şoreş bû çekdarî, hêzên rejîmê berpirsyariya sereke ya leşkerî radike. Di encamê de zêdeyî 250 hezar kes hatin kuştin.ˮ
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser Rojava û ev tişt hate gotin: “Ji destpêka Şoreşê ve herêmên Kurdî rastî êrîşên komên terorîst û bi taybet DAIŞ û Cebhet El-Nusra hatin. Xwestin projeyên xwe yên siyasî li ser herêmê û gelê wê ferz bikin, di heman demê de xwestin sînorê Tirkiyeyê bixin destê xwe da ku herêmê çember bikin. Gelek hêzan û di serî de Tirkiyeyê piştgiriya komên çekdar kir û sînorê xwe ji wan re vekirin. Di heman demê de hêzên rejîmê lîstok dikirin. Lê hêzên YPG/YPJ’ê karîbûn bersiva hemû êrîşan bidin û Kobanê û Girê Spî (Til Ebyed) ji çeteyan rizgar bikin.ˮ
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevgera Kurdî li Sûriyeyê divê demê lewaziyê bijî û ev tişt hate gotin: “Mixabin, partiyên siyasî yên Kurdî neyênî tevgeriyan û bi vê yekê peyamên hatin dayin bi ser neketin.ˮ
Di daxuyaniyê de hate gotin ku pêwîste saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk were pêşxistin û wiha hate domandin: “Em ê li gorî peymanê tevbigerin û em ê pêşketina Rojava û jiyana hevbeş pêş bixin. Her wiha li rêya çareseriyeke siyasî ya Sûriyeyê tevbigerin.ˮ
Di daxuyaniyê de ev xal hatin rêzkirin û hate gotin ku wê partiyên wan li gorî wê tevbigerin.
“Partiyên me ji zemîneke Sûriyeyê tevdigere, lê em berjewendiyên gelê Kurd li Rojava û Sûriyeyê esas digirin.
Partiyên me wê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û wekhev, ne navendî kar bike.
Em ê ji bo mafê gelê Kurd di destûra Sûriyeyê li gorî hevpeymana navneteweyî kar bike.
Pêwîst e kar bê domandin û siyasetên tekane di biryara siyasî ya Kurdî de bê redkirin, kar li gorî bingeha civakî bê meşandin û bandora hêzên derve li ser Rojava bê rakirin.
Piştgiriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bê kirin û ji bo pêşxistina saziyên wê û berfirehkirina wan kar bê meşandin. Her wiha yekîtiya di navbera sê kantonan de têkoşîn bê kirin. Piştgiriya hêzên YPG/YPJ’ê kirin.
Em bi geşedanên dawî û piştgiriya hêzên navneteweyî re bibin yek û atmosfera erênî peyda bikin.
Ji bo bingeha projeya siyasî û rêbaza wê bê pêşxistin kar bê meşandin. Her wiha rêbazeke siyasî bi ser tevgera niştimanî ya Kurdî bê vekirin ku her kes cihê xwe têde bigire.”