Hevserokê PYD'ê Salih Muslim got, "Êrîşa 25'ê Hezîranê ya li dijî Kobanê planeke mezin bû. Ev yek zelal e; li pişt vê êrîşê tiliya Tirkiyeyê heye. Ev yek dibe ku ji aliyê polîtîk be, dibe ku bi awayekî cuda be. Lê belê êrîş di ser Tirkiyeyê re hat kirin, cebilxane ji Tirkiyeyê hat derbaskirin."
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, di bernameya Dunyanin Gundemî (Rojeva Cîhanê) ya Mednûçe TV de bi wesîleya salvegera sêyemîn Şoreşa Rojava nirxand. Muslim got, "Em şoreşa li Rojava weke şoreşeke gel pênase dikin, ji ber ku me modeleke gel xwe bi xwe bi rêve dibe, ava kir."
Muslim got, "Ev şoreş şoreşa yên herî zêde li Rojhilata Navîn tên binpêkirin, yanî şoreşa jinan e" û diyar kir ku di mijara guherîna rola civakî ya jinê de, weke Rojava ew xwedî modeleke alternatîf in, wan ev model bi awayekî şênber xistine meriyetê û ji vê modelê hîn bêhtir bi pêş ve bibin, çi ji destê wan bê ew ê bikin. Muslim da xuyakirin ku li Rojhilata Navîn a şerê etnîkî lê serdest e, wan bi rêya xweseriay demokratîk re şêweyeke nû ya jiyanê xistine meriyetê, bi vê yekê re rê li ber guhertinê vekirine û destnîşan kir ku yên ji vê modela demokratîk aciz in, Rojava kirine hedefa xwe. Muslim anî ziman ku sedema êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Rojava jî ev yek e û ragihand ku Rojava modeleke hesabên yekdestiyên petrol û çekan û berjewendiyên çeteyan ên li Rojhilata Navîn xera dike.
'ÊRÎŞA LI DIJÎ KOBANÊ PLANEKE MEZIN BÛ'
Muslim der barê êrîşa 25'ê Hezîranê ya li hemberî Kobanê de daxuyaniyên girîng da û ev êrîş weke 'planeke mezin' bi nav kir. Muslim da zanîn ku detayên vê planê wê di demeke nêz de bi zelalî aşkera bibin û got, "Ev yek zelal e; li pişt vê êrîşê tiliya Tirkiyeyê heye. Ev yek dibe ku ji aliyê polîtîk be, dibe ku bi awayekî cuda be. Lê belê êrîş di ser Tirkiyeyê re hat kirin, cebilxane ji Tirkiyeyê hat derbaskirin."
Muslim anî ziman ku weke PYD wan bi Tirkiyeyê re hevdîtin kirine û ev hevdîtin bi Wezareta Karên Derve re hatine kirin. Muslim got, "Bi Wezîrê Karên Derve re hevdîtinek me nebû, lê em dixwazin bibe." Muslim axaftina xwe wiha dewam kir: "Em naxwazin sînorên Sûriyeyê biguehrînin. Em dixwazin bi cîranê xwe Tirkiyeyê re têkiliyeke baş ava bikin. Ev ji bo me girîng e, ji ber ku li aliyê din ê sînor xizmên me hene. Di dema êrîşên li hemberî Kobanê de gel neçû kampan, çû cem xizmên xwe. Di navbera me de mafên ji ber xizmtiyê heye. Ji ber van mafan, ewlekariya vî sînorê beriya her kesî pirsgirêka me ye."
'ME DIBETIYA MODELA LI ROJAVA NÎŞANÎ CÎHANÊ DAN'
Muslim da xuyakirin ku rêveberiya Rojava fiêlî ve ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê qebûlkirin û der barê daxwaza xwe ya çareseriyek ji bo Sûriyeyê de ev nirxandin kir:
"Me ji destpêkê ve ev got. Diviyabû mijara Esad nebûya xala sereke ya Sûriyeyê. Di destpêkê de dikarîbû ji Esad re bihata gotin, tu 6 mehan xwe bide aliyekî. Mûxalefet di vê mijarê de dikarîbû bibûya yek. Lê belê mûxalefeta Sûriyeyê ya ji navenda Stenbolê, li Tirkiyeyê li hambêza AKP'ê rûnişt. Yekan koma mûxalîf a li hembêza Tirkiyeyê rûneniştiye, em in. Tirkiyeyê bi israr meseleya Esad xist rêza destpêkê û mûxalefetê li hev nekir. Lihevkirin hingî bibûya, şerê li Sûriyeyê nedihat vê nuqteyê. Me modeleke Sûriyeya demokratîk xwest, ji destpêkê ve me ev tişt got. Lê belê alîgirên dîktatoriyê ev asteng kirin û şertê Esad danîn ser maseyê. Ji ber vê yekê mûxalefetê li hev nekir, ji hev belav bû. Eger modela me ya Sûriyeya demokratî bihata pejirandin, heta roja îro wê di şoreşa Sûriyeyê de gelek pêşketin çêbûya. Me li Rojava mînaka vê ya herî şênber nîşan dan. Me nîşanî nîşanê dan ku modeleke jiyana bi aştiyane ya gelan pêkane."
Muslim li ser têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê jî got, "Me jiyaneke aştiyane pêşniyar dikirin, lê ji nişka ve me xwe di nava şer de dîtin. Êrîşî modela me ya jiyana bi hev re, demokratîk û xweser kirin. Ji bilî şer, ji bilî têkoşîneke bi can, xwîn û bi bawerî ya li hemberî êrîşa li dijî rêbaza me ya jiyanê, ti şensekî me tinebû. Ji ber têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê em bi DYA û hêzên din re li ser xetekê gihaştin hev. Ev yek ji bo me nayê wê wateyê ku me ji rêbaza xwe ya jiyanê, me ji modela xwe tawîz dane. DAIŞ yanî mejiyê herî li paş mayî, bi çekên herî pêşketî yên îro şer dike. Teknolojiya herî pêşketî, înternetê bi kar tîne. Em dizanin ku ev yek ji aliyê kîjan hêzan ve ji wan re tên dayîn."