Hevseroka Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK)’ê Besê Hozat têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, “Heta ewlekarî, tenduristî û azadiya Rêbertî misoger nebe, tecrîd ranabe û divê gelên Tirkiyeyê, Kurdistanê û jin li hemberî tecrîdê bertekên xurt nîşan bidin û vê rewşê nepejirînin.”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, binpêkirina agirbestê û siyaseta AKP’ê ji ANF’ê re axivî.
Hozat têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, “Heta ewlekarî, tendirustî û azadiya Rêbertî misoger nebe, tecrîd ranabe û divê gelên Tirkiyeyê, Kurdistanê û jin li hemberî tecrîdê bertekên xurt nîşan bidin û vê rewşê nepejirînin.” Hozat diyar kir ku binpêkirina agirbesta ku du salin didome, kuştinan sivîlan, derketina operasyonan û çêkirina qereqol û kalekolan agirbest bi dawî kiriye û bang li gelê Tirkiye, jin û Gelê Kurd kir ku berxwedanê bilind bikin.
AZADÎ, EWLEKARÎ Û TENDURISTÎ
Hozat, diyar kir azadî, ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd divê were misogerkirin û wiha axivî: “Ji bo tenduristî, azadî û ewlekariya Rêbertî were misogerkirin û mafê siyasetkirina Rêber Apo were dayîn çalaki û berxwedanên mezin tên xwestin. Li Îmraliyê şer û rejîmek taybet hatiye çêkirin. Ew rejîma îmraliyê, deh qat ji rejîma Guantanamo derbas dike ku hemû cîhan îro jî li ser nîqaş dike. Rêbertiya me mirovekî ji rêzê nîne, rêberê tevger û gelekî ye. Tecrîda ku tê meşandin jî di hiqûqê Tirkiyeyê û navneteweyî de jî nîne. Dewleta Tirk rêbertiya me li hemberî tevgerê wek rehîne dixwaze bi kar bîne. Ev siyaseteke bêexlaq, be wijdan û bê pîvan e. Êdi Gelê Kurd siyaseta bi vî rengî naeajirîne. Gelê Kurd êdî nabêje bila tecrîd rabe, dibêje bila tecrîda li ser Rêbertî rabe û bila Rêbertî azad be. Rêbertiya me rêberê tevger û gelek mezin e ku îro hêza tevger û gelê me dikare siyaseta hemû cîhanê bandor bike. Evqas salên dirêjin şert û mercên giran li ser Rêbertiya me ranebûye û nêzîkatiyên şaş ji aliye dewleta Tirk ve tên meşandin. Ger em rewşa tecrîdê dest bigrin, divê em Pergala Îmraliyê bi dest bigrin.”
‘EV 17 SAL IN TECRÎD Û WEHŞET HEYE’
Hozat, diyar kir ku ev 17 salin tecrîda giran tê meşandin û wiha dirêjî da axavtina xwe: “Mirov nikare tecrîda ku 17 salin heye bi çend heyvan ve dest bigire. Di dema niha de rewş hin girantir bû, lê ji dema ku Rêbertiya me hat girtin û heta niha rewşa wehşet, tecrîd û zilmeke pir giran tê meşandin. Divê dewleta Tirk êdî rewşa rehînebûna Rêbertiya me dev jê berde. Rêberê me wek rehîne li hemberî tevgerê û civaka Kurd nede bikaranîn. Ev li derveyî siyasetê, exlaq û pivanê mirovatiyê ye. Li derveyî hiqûq û aştiya gelan e. Gelê me êdî bê azadiya Rêberê xwe nikare bijî. Ev pêvajoya ku Rêbertiya me dabû destpêkirin bi dawî bû û em niha ketin pevajoya dema nû. Divê Têkoşîna Azadiyê ji her aliyan ve bi ser bikeve. Divê Rêbertî bi tevgerê û bi gel re temasa fizîkî û hevdîtin çêbike û bi rengekî azad siyasetê bike. Ger hevdîtin çênebin, muzakere jî çênabin û pirsgirêka Kurd jî nayê çareserkirin. Ger ji bo Azadiya Rêbertî gav bên avêtin, wê mûzakere jî bên çêkirin û wê pêvajo jî destpê bike û pirsgirêka Kurd jî bi şêwazên demokratîk bên çareserkirin. Wê demê wê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî rê bê vekirin. Ji bo vê jî şert û gavên rasteqîn bên avêtin û azadiya Rêberê me misoger bibe.”
JIN PÊŞENGTIYA DEMOKRATÎKBÛNÊ DIKIN
Hozat anî ziman ku, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê jin pêşengtiya berxwedanê bikin û rêhîngirtina Rêberê Gelê Kurd jî wek rehîngirtina jin bi nav kir. Hozat wiha dewam kir, “Ji bo azadbûna Rêbertî divê jin ji her aliyan ve rista xwe bilîzin. ji bo Pergala Îmraliyê were rakirin, divê pêşengtiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ji aliyan ve bikin. Ji ber ku şertê demokratîkbûna Tirkiyeyê Azadiya Rêber Apo ye. Tecrîd û zilma li ser Rêberê me li ser jin û hêzên demokrasiye jî tê meşandin. Ev zilm zext û faşîzma ku li ser Gelên Tirk û Kurd heye, berdewam e. Ger ev tecrîd dewam bike, ne gengaz e li Tirkiyeyê gavek jî bê avêtin. Ji ber projeya neteweya-demokratîk projeya Rêbertiyê ye. Ji bo ku hemû gel bi hev re azad û wekhev bijîn, Rêbertî projeya neteweya-demokratîk dide destpêkirin Ger Rêbertî û tevgera me pêşengtiya demokrasiyê nekiribana, niha wê rewşa Tirkiye jî wê wek Sûriyeyê bûna. Lê di demen pêş de ger ev rewş neyên guhertin, ev xetere wê bidome.”
‘AKP Û ERDOGAN DIJMINÊ GELÊN TIRKIYEYÊ NE’
Hozat, diyar kir ku AKP û Erdogan faşîstiyê dikin û wiha pêde çû: “Erdogan di dîroka Tirkiyeyê de kesek faşîst e û kiryarên Kenan Evren jî derbas kiriye. Hişmendiya wî bi xwe nîjadî û şoven e. Dijminê gelê Kurd û hêzên demokrasî û aştiyê ye. Naxwaze ku li Tirkiyeyê aştî, aramî û demokrasî çêbe. Naxwaze ku Gelê Tirk, Kurd û gelên din bi hev re bijîn. Tecrîda li ser Rebêrtî jî dijminatiya gelên Tirkiye û gelê Kurd e. Rebertiya me kedek mezin ji bo aştiya gelan, Erdogan ji vê aciz dibe. Erdogan ji Rêberê me, gel û tevgera me pir aciz bûye. Zane ku gotinên Rêbertiya me li ser gel û bi giştî civaka Tirkiyeyê bandoreke mezin çêdike. Erdogan ji ber ku berjewendiyên wê asteng bike, ketiye nava liv û tevgerê. Lewma li ser Rêberê me tecrîdê girantir kir. Ji ber ku dek, dolap û lîstokên wî bi serne ketin, got gelê Kurd nîne û bingeha neteweperestiyê ava kir. Ew naxwaze ku Tirkiye ber bi aramiyê ve biçe, pêşiya we jî digire. Erdogan ji bo ku pêşiya Rêbertiya me bigre û Tirkiye ji tengasiyê dernekeve, rewşa tecrîde didomîne.”
SEROKKOMARTIYA ERDOGAN NAYÊ PEJIRANDIN
Hozat diyar kir, divê gelên Tirkiye Serokkomartiya Erdogan nepejirîne û got, “Ji ber ku xwesteka Erdogan bi giştî Serokkomartiya Tirkiyeyê ye. Ger Erdogan bê bandor nebe rehetî ji gelên Tirkiyeyê re jî nîn e. Ew li pêşiya gelên Tirkiye bûye bela. Divê gêlen Tirkiye, jinên Tirkiye û Kurdistan hêza xwe bikin yek û li hembêrî vê zîhniyeta ku dewlet teslîm digre bisekinin û bê bandor bikin. Vê siyaseta nîjadperest ji holê rakin.”
AKP’Ê AGIRBEST BI DAWÎ KIR
Hozat da xuyakirin ku AKP dixwaze HDP bixe kemîna şerê taybet û li ser vê mijarê HDP hişyar kir û got: “Divê HDP siyaseta qirêj a AKP’ê baş bibîne. Çekberdana PKK tê wateya berdewamkirina siyaseta qirkirinê. Tiştên ku bi devê HDP’ê didin gotin xizmeta şerê taybet dike. Muxatabê çekberdanê PKK’ye. Rista HDP Siyaseta Demokratîk pêşxistin û gel bi rêxistinkirin e. Divê HDP li her derê muxalefata polîtîkaya qirkirinê bike. Divê rista partiya gelan bi cih bîne û gelan bîne gel hev. Ger HDP dixwaze bang bike, divê bangawaziya AKP bike û beje, muzakereyan carek din bide destpêkirin. Ji bo başkirina şert û mercên Rêbertî û azadî û demokrasiyê pêş bixe. Ji bo ku siyaseta demokratîk pêş bikeve, PKK evqas ked dide. PKK heta niha pir fedakartiyên mezin kir. Pir car agirbest îlan kir. Lê niha jî bi deh hezaran mirov di zindanê de ne. Her roj cenazeyên hevalên me ji zindanan derdikevin. Mirovên nexweşên penceşêrê hin jî di hundir de ne. Her roj bi qirkirina siyasî bi dehan mirov têne girtin. Her roj qerekol û kalekol tên çêkirin. Topan davêjin, balafirên keşfê digerin nîvê artêşa Tirkiyeyê li ser sînorê Rojava ye. Ev hemû tê wateya şer li hemberî gelê Kurd. Zextan çêdike û gefan dixwe ji bo ketina Rojavayê Kurdistanê.
‘ŞERÊ QIRÊJ BERDIN’
Hozat axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Divê her kes bang li AKP’ê bike û bêje, şerê qirêj berde. Leşkeran li Erdexanê sivîl qetil kirin. Beriya hilbijartinan evqas êrîşên fizîkî li ser HDP’ê hatin çêkirin. Divê bang li AKP’ê were kirin. Rewşa awarte niha li Bakurê Kurdistanê tê meşandin. Divê siyaset wiha erzan neyê kirin. Li derveyî şer jî, qirkirina siyasi, leşkerî û zilma li ser Rêbertiya me tê meşandin. Ev eybeke mezin e ku di rewşeke wiha de mirov ji PKK’ê re bêje çek berdin. Kesên ku niyeta wan paqije divê ti caran gotinen wiha neynin ser ziman. AKP dibeje ku ez muzakere nakim. Ev gotinên Bulent Arinç in. Dibêje pirsgirêka Kurd û muzakêre nîne. Li hemberî vê jî nêzîkatiyên me diyar in. Divê em di her kêliyê û kade de têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin û em ti caran, tecrîd û koledarî napejirînin.”