Li Sêrtê sê qezayên cuda: Kesek mir 7 kes birîndar bûn

Li Sêrtê di 3 qezayên cuda de kesekî jiyana xwe ji dest da 7 kes jî birîndar bûn.

Li Sêrtê di sê qezayên cuda de kesekî jiyana xwe ji dest da 7 kes jî birîndar bûn. Qezaya yekemîn li derdora otogarê pêk hat. Otomobîla Bedrettîn K. (39) diajot li Alî Riza Yilmaz (21) ê derbasî aliyê din ê rê dibû qelibî. Yilmaz ê bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Yilmaz tevî hemû mudaxelayan jiyana xwe ji dest da. Ajokar Bedrettîn K. hat binçavkirin.  

Qezaya duyemîn a li bajêr li gundê Boşî yê girêdayî Sêrtê pêk hat. Sedat Bîskîn ê bi wesayîta xwe ya pat pat diçû ziyareta cejnê li nêzî Bendava Alkûmrû hakimiyeta xwe ya li ser dîreksiyon winda kir. Di qezayê de ajokar Bîskîn, Yusuf Şen, Muhammed Yildiz, Remzî Baykara û Emrullah Akdag ên di wesayîtê de birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.

Di qezaya sêyemîn de ambûlansa Kadrî Dûrmûş ajokariya wê dikir li Taxa Bahçelîevler li wesayîta Bedran Baykaran qelibî. Ajokarên di qezayê de brîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.