Xizmên windayan hesab ji dewletê xwestin
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan di cejnê de aqubeta xizmên xwe yên hatin windakirin li Amed, Gever û Cizîrê pirsîn.
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan di cejnê de aqubeta xizmên xwe yên hatin windakirin li Amed, Gever û Cizîrê pirsîn.
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan di cejnê de aqubeta xizmên xwe yên hatin windakirin li Amed, Gever û Cizîrê pirsîn.
AMED
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 336'an li Parka Koşuyolu li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Di çalakiyê de ewil Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî û wiha got: "Heya em windayên xwe yek bi yek dîbinin û ji wan re goran çêdikin û layîqî wan merasîman çêdikin wê têkoşîna me bidome." Bîlîcî diyar kir ku kesên hatin qetilkirin û hatin windakirin di bin agahdariya dewletê de û bi awayekî organîzeyî ji aliyê JÎTEM û kontr-gerîla ve pêk hatin. Bîlîcî anî ziman ku rêya aştiyeke bi rûmet bi paşerojê re rû bi rû ne. Bîlîcî da zanîn ku ji ber cenazeyên her roj tên û bi hezaran windayan cejn pîroz nekirin.
'EM HESTIYÊN ZAROKÊN XWE DIXWAZIN'
Ji xizmên windayan Ayşe Cengîz diyar kir ku bi xemgînî cejn derbas kirin û wiha got: "En nizanin em ê çawa cejnê pîroz bikin. Em hestiyên zarokên xwe dixwazin. Qet nebe bila goreke wan hebe û em biçin ser dûayan bikin. Her roj kezeba me dişewite."
Hayriye Dogan jî xwest ku qatil bên darizandin û wiha got: "Wê heya kengî vî şerî bi Kurdan re bimeşînin. Em her tim xwedî li şehîd û windayên xwe derdikevin. Em dixwazin edalet pêk bê."
'BILA JI XIZMÊN WINDAYAN LÊBORÎN BÊ XWESTIN'
Dayika Aştiyê Havva Kiran jî diyar kir ku xizmên windayan bi salane li hestiyên zarokên xwe digerin û wiha got: "Ew dixwazin goreke wan hebe. Dixwazin biçin ser wan goran û birînên xwe hinek bikewînin. Divê dewlet ji xizmên windayan lêborînê bixwaze."
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.
GEVER
ÎHD û xizmên windayan li Geverê jî bi heman armancê li Kolana Hunerê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan, rêveberên HDP û DBP'ê, hevşaredar û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de çîroka Haci Mihçi yê 18'ê Tîrmeha 1987'an li gundê Şahê yê bajaroka Bajêrgeh ê li sînorê Îranê ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin hat vegotin. Xwarziya Mihçi Eylem Yurtseven çîroka xalê xwe wiha vegot: "Xalê min kesekî di halê xwe de bû. Ji ti kesî re zerara wî tinebû. Ji ber vê yekê ji bo xatirê xwe bixwaze çû gund Kavlegund û piştre vedigeriya gundê me Zêrêlê. Wê demê gelek rêyên cuda hebûn. Dema nêzî gundê Guvenlî bû leşkeran operasyon li dar xistibû. Leşkerên derketin operasyonê xalê min binçav kiribûn."
'LEŞKERÊ XALÊ MIN QETIL KIR HAT XELATKIRIN'
Yurtseven anî ziman ku xalê wê birin sînorê Îranê û li wir ji aliyê leşkeran ve gule li piyê wî dan û wiha axivî: "Li wir hiştin û destûr nedan ti kes bibe doktor. Li wir xalê min bi derfetên xwe piyê xwe girêda. Lê xwîna piyê wî nerawestabû. Xalê min li wir ji ber xwîna zêde ji laşê wî çûyî jiyana xwe ji dest da. Roja din leşker wî tînin qereqolê û dixwazin bêjin ji Îranê dihat, nîşan bidin. Piştre dema dozger ji navendê ji bo otopsiyê hat gund û li gorî vegotinên kesên tevlî otopsiyê bûn dozger got 'Ev sivîl çawa hat kuştin?' Li wir leşkerek dibêje 'Min lê de dozgerê min. Ji ber ku sînor binpê kir' Piştî vê yekê leşker ji aliyê fermandarê qereqolê ve tê xelakirin."
Yurtseven da zanîn ku ji ber zextan serlêdana sûc nekirin û wiha axivî: "Ji ber ku her roj gefên mirinê li me dixwazin. Lê em ti caran dest ji dozê bernadin."
CIZÎR
Li Cizirê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan di çalakiya xwe ya hefteya 343’an de aqûbeta Suleyman Durgut ê 1994'an de ji aliyê JİTEM’ê ve hatî qetilkirin pirsîn.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ji bo aqûbeta kesên ji aliyê JİTEM’ê ve hatine windakirin û qetilkirin bi pirsin di hefteya 343’emîn de li Kuçeya Hunerê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta ”Albûma Şehidan” hat vekirin û wêneyên kesên hatine windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. ÎHD, MEYA –DER,TUHAT-FED, KURDÎ-DER, Dayikên Aşitiyê, Hevşeradara Cizîrê Leyle Îmret, rêveberên HDP, DBP'ê û gelek welatî amade bûn.
Rêveberê MEYA-DER’ê ya Cizîrê Veysî Durgut çîroka Suleyman Durgut ê ku di sala 1994’an de hat windakirin vegot. Durgut diyar kir ku Durgut li Cizîrê karê esnafiyê dikir û di sala 1994’an de ji aliyê endamê JÎTEM'ê Ramazan ve rastî gefan hat. Durgut anî ziman ku dema Suleyman Durgut û birayê wî ji kar vedigeriyan malê disa ji aliyê heman kes ve rastî gefan hat û bi çekê ew darp kirin. Durgut da zanîn ku di 1994’an de endamên JİTEM’ê hat dikana Durgut û Suleyman Durgut birin qerqolê û 20 rojan di binçavan de hat girtin û rastî îşkenceyên gelek giran hat. Durgut bilêv kir ku piştî demek şunda polîs û endamên JÎTEM'ê Ramazan û Cabar bi ser malê de girtin û Suleyman Durgut bi zorê binçavkirin û bi wesayîtekî spî birin.
‘GOMLEKÊ WÎ NAS KIRIN’
Durgut destnîşan kir ku birayê Durgut ji bo pirsa birayê xwe bike çû qerekolê lê qerekolê got "me kesek wisa binçav nekiriye" lê du roj şunda ji Hezexê Herbaxê ji malbata Durgut re agahiya cenazeyek hatiye dîtin û malbata Durgut çûn gund lê cenaze ji aliyê melayê gund ve hatibû definkirin.
Durgut derbirî kir ku malbatê cenaze ji gomlekê nasin kir. Durgut diyar kir ku malbata Durgut ji bo gor bê vekirin serlêdan kir lê dadgehê serlêdana malbatê qebûl nekir.
Endamê Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) Abdulkerîm Pusat jî diyar kir ku kujerên Durgut diyarin daxwaza wan ew e ku kesên berpirsiyar bên darizandin e.
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.