Artêşa Tirk li Mûşê operasyon pêk anî
Hêzên Parastina Gel, diyar kir ku yekîneyên girêdayî artêşa Tirk li bejahiya Melazgir a Mûşê operasyonek pêk anîne.
Hêzên Parastina Gel, diyar kir ku yekîneyên girêdayî artêşa Tirk li bejahiya Melazgir a Mûşê operasyonek pêk anîne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 16’ê Tîrmehê li herêmên gundên Hesenpaşa, Kanîkorkê û Karsevîn ên girêdayî Melazgir a Mûşê artêşa Tirk operasyonek pêk anî. Operasyon heman rojê bê encam vekişiya. Li ser herêmê helîkopterên Skorsky geriyan û pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gundê Kêleka yê girêdayî Bêgir a Wanê komeke cerdevan li eraziyê kemîn danîne.
HPG’ê her wiha têkildarî keşfên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medya ev agahî da: “Di navbera 17’ê Tîrmehê saet 17:00 û 18’ê Tîrmehê saet 07:00’an de li ser herêmên Xakurkê û Xinêrê yên Herêmên Parastinê yên Medya pêgerên hewayî yên artêşa Tirk keşf pêk anîn. Dîsa 18’ê Tîrmehê saet di navbera 11:30 - 15:30 de li ser herêma Xinêre keşf dewam kirine. Keşfên li herêmên me yên gerîla her roj bê navber didomin. Li gor vê;
Di navbera 18’ê Tîrmehê saet 19:30 - 14:00 û 19’ê Tîrmehê saet 10:00 - 13:00’an de li herêma Çarçella, 18’ê Tîrmehê saet di navbera 02:00 - 15:00’an de li herêma Avaşîn, di navbera 18’ê Tîrmehê saet 11:00 - 15:30 û 19’ê Tîrmehê saet 03:00 - 13:00 de li herêma Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anîn.”