YPG: Xeleka li dora Hesekê temam bû

YPG'ê diyar kir ku şervanên YPG/YPJ'ê yên li rojhilatê Hesekê ji taxa Eziziyeyê ber bi başûr ve û yên ji Çiyayê Kizwan ber bi rojhilat ve bi pêş ve diçûn duh bi şev gihîştin hev û bi vî rengî xeleka li dora Hesekê temam kirine.

YPG'ê diyar kir ku şervanên YPG/YPJ'ê yên li rojhilatê Hesekê ji taxa Eziziyeyê ber bi başûr ve û yên ji Çiyayê Kizwan ber bi rojhilat ve bi pêş ve diçûn duh bi şev gihîştin hev û bi vî rengî xeleka li dora Hesekê temam kirine.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku operasyonên hêzên wan ên li dijî komên çete yên dixwazin navenda bajarê Hesekê dagir bikin hatin destpêkirin, dewam dikin. 

Di daxuyaniya navendê de hat gotin, "Hêzên me yên ji rojhilatê Hesekê ji taxa Eziziyê ber bi başûr ve, ji çiyayê Kezwan ber bi rojhilat ve bi pêş ve diçin duh bi şev gihîştine hev û bi vê awayî dorpêça li derdora Hesekê temam kirin. Bi vî awayî pêşiya teqwiyeya ji herêmên bejahî tên ji çeteyên li herêma Neşwê, Xwêran û Panorama, hatiye girtin. 

Hêzên me şevê din ji rojavayê Hasekê bi rê ketin û ber bi taxa Neşwê ve bi pêş ketin. Li derdora gundê Um Hicêra di navbera hêzên me û komên çete de cih bi cih şer diqewime.

Komên çeteyan bi armanca xilaskirina hêzên xwe ya di bin dorpêçiyê de, ji bajarokê Hol (rojhilatê Hesekê) û ji gundê Melebiyê (başûrê Hesekê) hewl dan êrîş bikin. Piştî bersivên bi bandor, ev êrîş hatine şikandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan li van herêman nehatiye zelalkirin."

YPG'ê der barê operasyonên li dora Kobanê de jî ev agahî da:

"Şevê din hat tespîtkirin ku 2 çete bi motorsîkletekê hewl dan bikeve herêmên di bin serweriya hêzên me de ne. Hêzên me bi armanca girtina van çeteyan operasyonek dan destpêkirin û li vir şerekî demkurt qewimî. Di encama vî şerî de her du çete bi awayekî mirî hatine bi dest xistin."