KCK: Şoreşa Rojava şoreşa herî mezin a sedsala 21’ê ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir wê Şoreşa Rojava wek yekem şoreşa mezin a sedsala 21’ê derbasî dîrokê bibe û şoreşgerên di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Hevserokatiya KCK’ê ve hatiye dayîn, hat diyarkirin ku şoreşa Rojava ne tenê şoreşa Kurdistanê ya hemû Rojhilata Navîn e û wiha hat gotin: “Civaka demokratîk, konfederalîzma demokratîk, sosyalîzma demokratîk û şoreşa xweseriya demokratîk a Rêber Apo wek Modernîteya Demokratîk daye nasîn wê di dîrokê de cihê xwe bigire. Yekem şoreşa di xeta Rêber Apo de pêk hatiye, hemû Rojhilata Navîn ji vir şûn ve zêdetir bi bandor kiriye û wê bandorê li ser şoreşên nû bike. Em şoreşeke wiha, şehîdên xwe yên ku hêza şoreşger afirandine bibîr tînin, li hemberî bîranîna wan bi rêzdarî serî ditewînin û soza xwe ya tacîdarkirina serketina wan didin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şoreşa Rojava li ser xebata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Rojhilata Navîn, Sûriye û Rojava ya 20 salan bi teşe bûye û hat gotin ku hewldan û keda herî mezin a di vê şoreşê de aîdî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Xebata Rêber Apo ya 20 salan a li vê qadê ev zemîna xurt afirandiye. Ev 40 sal e ji têkoşîn azadiya Kurd re pêşengî kir û tiştên ku afirand ev şoreş pêk anî.  Hêz û zexmbûna Şoreşa Rojava xwe digihîne hîmên dîrokî. Îro tevî hemû êrîşan şoreş pêk tê. Ev jî bi saya Rêber Apo ye û terz û ruhê serketina berxwedana di şert û mercên herî zehmet de ye. Şoreşeke ku xwedî terz, ruh û naverokek wiha ne mimkun e têk biçe.

Ger şoreşek xwe bispêre civakeke demokratîk û xwe bi konfederalîzma demokratîk anîbe rewşa pergalekê, ew şoreş, şoreşeke ku dikare li her dijî cure êrîşan li ser piyan bimîne. Ji ber ku di şoreşên wiha de çavkaniya hêza rastî her tim civaka demokratîk e.  Îro şoreşa li Rojava tê jiyîn û di xeta azadiya jinê de bûye pergal; xwe berfireh dike û civakê xurt dike, berxwedêr dike.

Şoreşa Rojava ya bi şoreşa jinê re civakê xurt dike, bi şehîdên xwe yên qehreman re jî ji bo azadiya xwe rastiya gelekî berxwedêr daniye holê.  Li Rojhilata Navîn rastiya gelê şer dike afirandin, dibe ewlehiya sereke ya şoreşan. Îro ewlehiya Şoreşa Rojava, nîşandana rastiya gel a şer dike.  Di serî de jî afirandina şoreşa jinê ye.

Rojava her çiqas parçeyê biçûk ê Kurdistanê be jî hemû cîhan nas dike û destekê dide şoreşa wê. Di serî de Rojavayê Kurdistanê û nasnameya Kurd li cîhanê nedihat nasîn û Şoreşa Rojava di nasandina nasnameya Kurd de roleke girîng lîstiye. 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ev şoreş li tevayî cîhanê aniye rewşa şoreşê û wek şoreşeke ku desteka hemû cîhanê girtiye, xurt bûye.  Şoreşek hêza xwe ya herî mezin ji civaka demokratîk digire û ji derve jî desteka hemû gelan digire. Ji desteka derve ya gelan wêdetir moral û destekek mezin tine ye. Şoreşeke ku hêzê bigire şoreşeke xurt e.  Şoreşeke ku dikare li dijî her cureyê êrîşê têbikoşe.

DAIŞ ne tenê li serê Kurdan, li serê hemû gelan bûye bela. Li dijî vê çeteya faşîzan berxwedan, di heman demê de li dijî hemû paşverûtiya li Rojava berxwedan e. Ev wiha derbasî dîrokê bûye. Şoreşa Rojava çeteyên DAIŞ’ê ya li serê gelê Rojhilata Navîn bûye bela, têk biriye û li Rojhilata Navîn deriyê şoreşê vekiriye. Têkçûna DAIŞ’ê tê watetya şoreşa Rojhilata Navîn. Îro Şoreşa Rojava DAIŞ û Tirkiye, hêzên li pişt wan têk bir û wek hêza pêşeng a şoreşê wê şoreşa Rojhilata Navîn pêk bîne.  Kaosa îro li Rojhilata Navîn tê jiyîn wê bi şoreşê bê tacîdarkirin.

Hemû şehîdên di Şoreşa Rojava de li ber xwe dane, wek hunermendên şoreşa mezin a şaristaniya demokratîk a Rojhilata Navîn nemir bûne. Berxwedana wan wê hemû gelê me azad bike, jiyana civakî ya demokratîk li hemû gelê me bide qezenckirin.”