YPG'ê soza serketinên mayînde da
Fermandariya Giştî ya YPG'ê di salvegerê de Şoreşa 19'ê Tîrmehê li hemû gelên Rojava pîroz kir û destnîşan kir ku ew ê bi bilindkirina asta berxwedanê re serketinê mayînde bike.
Fermandariya Giştî ya YPG'ê di salvegerê de Şoreşa 19'ê Tîrmehê li hemû gelên Rojava pîroz kir û destnîşan kir ku ew ê bi bilindkirina asta berxwedanê re serketinê mayînde bike.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi wesîleya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê wihaye:
"Sê sal di ser şoreşê re derbasî bûn, rojane serketinên nû ku di dîroka mirovahiyê de têne nivîsandin hatin bidestxistin. Şervanên şoreşger di nava şoreşê de efsaneyên bi nirx ên berxwedanê û fedekariyê di dîroka nûjen de nivîsandine û careke din nirxên mirovahiya ya bi rûmet li ser erdnîgariya vî welatî pêk anîne. Koşeyek di vî welatî de nema ku şahidiya berxwedanê nekiriye. Berxwedana qehremanên vî gelî ev serdem kirin nûnertiya edalet û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de. Tivingên şervanên me li hemû deveran li dijî terorîst faşîst ên kor ku hêzên dewletan û artêşên wan li ber wan têk çûn, berxwedan û efsaneyên dîrokî nivîsandin.
Hêzên YPG/YPJ’ê ku di encama berxwedaneke dîrokî ya mezin de, ji destpêkê û heta niha hînbûn ku ew li beranberî zoreke dîrokî ya mirovahiyê ya demdirêj in, li ser vî esasî amadekariya xwe ya meşa li ser vê xetê destnîşan kir û parastina gelê herêmê ku li azadiya xwe digere. Hêzên tekez nîşan dan ku ew ê hemû nirxên giran buha û bê terdud bidin da ku bighêjin armancên xwe yên ji bo avakirina pêşeroveke bi ewle. Da ku gelê me wekî hemû gelên din ên cîhanê ku dîroka mirovahiyê li ser zemînê avakiriye serbilin be.
Gelê me yê bi rumet:
Em hêzên YPG’ê yê şoreşger fêr bûne çawa em pêşeroja xwe bi xwe çêbikin, em banga ti kesî nakin. Em ê bi diran û nenûkên xwe jî şer bikin da ku em zulim û zordariyê ji ser gelê xwe rabikin, ji bo parstina gelê xwe em ê canê xwe feda bikin. Em bi vî ruhî bi ser ketin û bi vî rêbazî serketinên mezin hatin bi destxistin. Serketinên me ji şoreşa 19’ê Tîrmehê ya 2012’an û rizgarkirina Kobanê destpê kir û ber bi Efrîn, Cizîrê, her wiha hemû gund û bajaran ve herikî.
Berxwedana li Serêkaniyê û Girzîro yên bi rûmet gavên pîroz ên li pey hev bûn û di encamê de vîna gelê me yê welatparêz û xwedîderketina li şoreş ku di asta asta herî jor de serketî mezin û geştir bûn. Bi vê yekê derkete holê ku hêza gelê me yê şerker mezine û dikare xak û rûmeta xwe biparêze.
Di pêngavên şoreşê de gelek zehmetî û astengî ji ber hin kesên derveyî xetê tevdigeriyan derketin. Kesên behsa mijarê ku bi navê Şoreşa Sûriyeyê li hemû deverê tevdigeriyan, di heman demê de êrîşên hêzên herêmî û navdewletî û hin kurdan jî di nav de beşek mezin ji zehmetiyan bû. Lê tevî vê yekê girêdana me bi armancên me yên şoreşgerî û xeta me dabû destpêkirin ma û me dev ji xebatên xwe berneda. Me xeta dabû destpêkirin a li ser esasê jiyana hevbeş a di nava hemû pêkhateyan de me dewam kir û em di çarçoveya pêkanîna azadiyê ji gelê xwe yê kurd û hemû pêkhateyên din re û li dûrî cudahiya neteweyî, nijadî û olî tevgeriyan. Bi vê yekê jî me karîbû bingeha gelêrî ya serketinên dîrokî amade bikin. Di encamê de seretinên mezin hatin bi destxistin û em zêde nabêjin dema em dibêjin Şoreşa Rojava Şoreşa hemû Sûriyê ye. Şoreşa Rojava rûyê ronî yê daxwazên kurd, ereb û hemû pêkhateyên din ên xwedî şeref ên li ser vê xakê jiyan dikin.
Hêzên me YPG/YPJ’ê ku li ser bingeha mîrateya şoreşgerî ya Kurdistanê hate hûnandin gelek destketiyên mezin bidestxistin û gavên mezin ên ber bi serketinê ve avêtin. Gavên mezin û pîroz di hemû aliyan de avêtin û qadên siyasî, leşkerî, çandî, aborî, ewlekarî, rêxistinî û rêveberî dagirtin û bi rêveberiya xweseriya demorkatîk gihişte asta herî jor. Şoreşa Rojava bû nimûneya herî pîroz a endamên şoreşan û çalakiyên ji nû ve avakirina mirov û civakanan.
Pêşketin û destketiyên hatine bidestxistin asta zanistî û rêxistinî ya civakê bilind kir û di hemû dever û eniyan de gavên mezin hatin destnîşankirin û diyarbûna rola jin û ciwan vê yekê berz dike. Li aliyê din pêşketina jiyana hevbeş a di nava hemû pêkhateyan de û beşdarbûna pêkhateyan di çalakiyên rirzgarkirin û avakirinê de bala hemû cîhanê kişandiye ser xwe.
Diyardera herî ber bi çav a vê yekê rola jinên kurd, hêza wê ya di nava YPG/YPJ’ê de û beşdarbûna wê ya çalak di hemû qadên şer a li dijî dijminên tarî ye.
Ev rastiya ku Arîn Mîrxan û hevalên xwe di qadên şer de pêk anîn û bûn nimûneya jinên Rojava yên şerker û qehreman ku ji bo azadiya xwe têdikoşin. Jinên ku îsbat kir dikare bibe gotina cudahiyê ya di navbera teslîmkariyê û berxwedana niştimaniyê. Rastiya Zîlan, Sema û jinên din ên di şoreşa Kurdistanê de cihê xwe girtintînin bîra mirov.
Xwe kir mînaka yekîtiya Kurdistanê ku hemû kes wê wekî mînak digirin dest. Di vir pêwîste em berxwedana şoreşa Kurdistanê ya bi rûmet û gelê wê ya qehreman silav bikin. Şoreşa ku cihê xwe di şerê li dijî çeteyan li Kobanê û Rojava de cihê xwe girt. Me bi çavên xwe jî dît çawa dîwar û sînorên dijberan çêkiriye hate rakirin û hezaran şervan tevlî berxwedana Rojava bûn û heta gihiştin asta şehadetê şer kirin.
Gelê me yê qehreman
Em dikevin sala 4’an a şoreşa xwe, em ber bi serketina mayînde ve dimeşin. Li ser esasê daneyên stratejîk û tektîkî yên rast ku me şopandiye em bawerin em ê serketinê pêk bînin. Berxwedana me di nava xwe de hezaran mînakên berxwedanê dihewîne. Em ji Kobanê destpê bikin û şerê li dijî hêzên faşîst ku li ser navê Îslamî tevdigerin (DAIŞ) em ê gelek mînakên ku berxwedana Rojava ber bi Kurdistanîbûn û navnetewiyê de diçin, berz bikin.
Hêzên me di nivîsandina serketinên dîrokî de berdewam e, bi hezaran kîlometreyên xaka welat ji çeteyên DAIŞ’ê û hêzên rejîmê hatin rizgarkirin.
Bi derbasbûna sala çaran re israr û berxwedana me bi pêş ve çûye, mezintir bûye û em ê serketinê mayînde bikin. Hemû cîhan li ser nimûneya me diaxivin û nirxandinan dikin. Hêza me ji her demê xurtir bûye û ev yek di riêa têkiliyên dîplomasî yên Kurdistanî û navneteweyî û di encama berxwedana me ya berdewam pêk hatiye.
Bi vê boneyê em serketinên hatine bi destxistin diyarî gelê xwe yê berxwedêr dikin. Em careke din tekez dikin ku girêdayî dozên gelê xwe yên çarenûsê ne û em ê li ser vî esasî berxwedana xwe pêş bixin da ku em serketina mayînde bînin. Bi vê yekê her wiha em ê wefedariya bi Şehîdên xwe yên xwe ji bo pêşxistina şoreşê kirin qurban diyar bikin."