Nasnameyên 5 cangoriyên YPG'ê hatin aşkerakirin

YPG'ê nasnameyên 5 şervanên xwe yên di demên cuda de li Kantona Cizîrê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.

YPG'ê nasnameyên 5 şervanên xwe yên di demên cuda de li Kantona Cizîrê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.

Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê de wiha hat gotin: "Şehîd, ji bo jiyanê ronî bikin, ji bo azadî û aştî binîn ser vê xakê, canê xwe feda kirin. Fedakarî û berxwedana yekîneyên me yên YPG û YPJ li Kantona Cizîr û Kobanê serketinên mezin bi xwe re anîn û her roj zêdetir tîne.

Yek jî sedema bi dest xistina van destketiyên pîroz ên gelên Rojava, vîna xurt a şervanên me û gelê me ye. Ji ber ku ji bilî parastina rûmeta ax û azadiyê çi tiştek din nakin hedef. Ev serketin hemû bi saya şehîdên me yên ku xwîna xwe dan ji bo azadiyê û jiyanek wekhev a welatê me.

Di tekoşîna dijwar a li dijî çeteyan a li kantonên Cizîr û Kobanê de 5 hevrêyên me bi lehengî û qehremantiyeke mezin şer kirin û gihîştin şehadetê. Di vê berxwedana bêhempa de, em îro jî 5 lêhengên xwe oxir dikin. Di serî de em sersaxî ji malbatên her 5 lehengên me û tevahî gelên me re dixwazin.

Em wekî hevalên wan egîdan, wekî YPG û YPJ soz didin ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ser vê doz û şopa şehîdên xwe de bimeşin."

Nasnameyên cangoriyan wiha ye:

Navê tevgerî: Agir Amed
Navê rast: Xeyrullah Alagoz
Navê dayikê: Servet
Navê bav: Muhemed Mustefa
Cihê ji dayikbûnê: Amed – Lice
Cih û dîroka jiyana xwe ji dest daye: 30-9-2014 gundê Gulmet

Navê tevgerî: Rustem Ekîd
Navê rast: Ibrahîm Alebid
Navê dayikê: Nura
Navê bav: Sa’ud
Cihê ji dayikbûnê: Serê kaniyê
Cih û dîroka jiyana xwe ji dest daye: 16-7-2015 Girê Sipî

Navê tevgerî: Laleş Cudî
Navê rast: Alan Ferhan
Navê dayikê: Reqiya
Navê bav: Mustefa
Cihê ji dayikbûnê: Dirbêsiyê
Cih û dîroka jiyana xwe ji dest daye: 17.07.2015 Siluk- gundê Nestel

Navê tevgerî: Lewand Agir
Navê rast: Milad Eli
Navê dayikê: Fatıma
Navê bav: Silêman
Cihê ji dayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka jiyana xwe ji dest daye:15-7-2015 Hesekê

Navê tevgerî: Şoreş Mazlum
Navê rast: Mihemed Emin Elî
Navê dayikê: Narîman
Navê bav: Elî
Cihê ji dayikbûnê: Dêrik
Cih û dîroka jiyana xwe ji dest daye:18-7-2015 Dêrik- gundê Zihêriyê