Keça Seyîd Riza wê li Agdatê bê veşartin
Keça Seyîd Riza Leyla Aglar wê were veşartin.
Keça Seyîd Riza Leyla Aglar wê were veşartin.
Ji bo veşartina cenazeyê Aglar a pêr jiyana xwe ji dest da, ferdên malbatên yên li hundir û derveyî welat, hatin Dêrsimê. Cenazeyê Aglar wê roja Înê bê veşartin.
Piştî merasîma li mala cem a li Dêrsimê wê cenazeyê Aglar bînin Agdatê û li goristana ku ku ferdên malbata Seyîd Riza lê hatine veşartin, bê veşartin.
Li aliyê din, li mala li Yûrtkûr a taxa Sîhenkê ku Aglar lê wefat kir, malbat serdanên sersaxiyê qebûl dike.