'Berxwedana 14'ê Tîrmehê îro jî didome'

Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin ku berxwedanên ji ruhê 14'ê Tîrmehê îro jî dewam dikin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin ku berxwedanên ji ruhê 14'ê Tîrmehê îro jî dewam dikin. Gerîlayan dan xuyakirin kir ku mînaka vê ya şênber Şoreşa Rojava ye gotin: "Berxwedana 14'ê Tîrmehê ji me re wek mîrate ma. Xwedî derketina li vê mîrateyê wezîfeya me ya sereke ye."

Gerîlayên HPG û YJA Starê, wateya berxwedanên li zîndanan ji ANF’ê re nirxandin.

'DI ŞEXSÊ KEMAL, HAYRÎ, ALÎ Û AKÎFAN DE DÎROK JI NÛ VE ZINDÎ BÛ'

Asmîn Dara: Pergala înkar û îmhayê hebûna Kurd qebûl nedikir. Li Tirkiyeyê zîhniyetek faşîzan derketibû holê. Ev zîhniyeta faşîzan a li Tirkiyeyê derket holê, ne tenê hebûna Kurdan hebûna hemû gelan qebûl nedikir. Bi pêşketina tevgera azadiyê re bi gelê Kurdistanê re ruhekî berxwedanê afirî. Bi darbeya 12’ê Îlonê re çirûskên hovîtiyê belav bûn û tirsek mezin ket nava civakê. Bi darbeya 12’ê Îlonê re hem civaka Tirkiyeyê û hem jî ya Kurd ket nava kaosê. Li dijî kesên ku gelê xwe tine dihesibînin berxwedan û têkoşînek bi heybet pêwîst bû. Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bi ruhekî wisa li dijî îşkencekaran têkoşiyan. Vê têkoşînê teslîmiyet têk bir. Di şexsê Kemalan de dîrok ji nû ve zindî bû. Berxwedana 14’ê Tîrmehê li dijî koletiyê bersivek bû. Di şexsê ruhên berxwedêr de dîrok îro hîna tê nivîsin. Zîndanên hatin tijekirin, bûn qadên têkoşîn û berxwedanê. Xwedî derketina li mîrateya 14’ê Tîrmehê wezıfeya dîrokî ye.

'ZÎNDAN XWEDÎ RUHÊ 14'Ê TÎRMEHÊ NE'

Sarya Îmrali: Berxwedana 14’ê Tîrmehê, serhildana gelê bindest û tine hatiye hesibandin e. Vê berxwedanê her tişt li ber çavan raxistiye û çavê her kesî vekiriye. Berxwedana zîndana mezin berxwedaneke bêdawî ye. Di roja me ya îro de jî hina gelek girtiyên azadiyê yên ji ber fikrên xwe hatine girtin, hêza xwe ya têkoşînê ji ruhê 14’ê Tîrmehê digirin. Berxwedana Kemalan li dijî hemû qirêjî û îşkenceyan pêk hatiye. Ew li azadiya gelê xwe fikirîn û gotin têkoşîneke wisa şert e. Li dijî pergala mêtînger ev berxwedan berxwedanek bi wate ye. Ew xwedî têkoşîneke wisa bûn û divê em jî vê têkoşînê bimeşînin.

'YÊN DI JIYANÊ DE ISRAR KIRIN BI SER KETIN'

Cûdî Batman: Bi darbeya 12’ê Îlonê re dixwestin îradeya gelê Kurd bişikînin. Berxwedanên zîndanan, şerê xwedî derketina li xwe bû. Canên ku hêdî hêdî diheliyan ji bo hebûna xwe bidin qebûlkirin bûn. Di pêvajoyeke ku îxanet û berxwedan rû dida de berxwedan gihişt serketinê.  Canên hêdî hêdî heliyan ji nû ve zindî bûn. Berxwedana Mazlûm û Çaran îro hîna didome. Berxwedana Kobanê mînaka vê ye. Yên di jiyanê de israr dikin bi ser ketin. Ala ruhê berxwedanê îro em dewr digirin. Wan dîroka gel bi canê xwe nivîsandin. Ji bo vê jî em ê ji bo berdewam kirina berxwedana wan heta dawiyê şer bikin.

'WEZÎFEYA ME YA SEREKE YE'

Tîlda Cûdî: Bi vê darbeyê re careke din her kesî îradeya gelê Kurd nas kir. Kemal Pîr yê bi eslê xwe tirk e, li zîndanên Amedê bi hevalên xwe re têkoşînek mezin daye û em hemû jî ber bi lêpirsînê ve kişandine. Di têkoşîna me ya azadiyê de nîşan daye ku divê em berxwedan û hewldanek mezin bidin. Wezîfeya me ya sereke ev e ku em xwedî li berxwedena wan derkevin û ala ruhê berxwedanê dewr bigirin.

Hesen Pelanîs: Rojiya Mezin a 14'ê Tîrmehê ji bo gel û tevgerê wateyek wê ya dîrokî heye. Li dijî Esat Oktay berxwedanên li zîndanan gihiştine serketinê. Li zîndanên Amedê evîna hevrêtiyê û jiyanê gihiştiye serketinê. Berxwedanên zîndanan di şexsê rêbertiyê de îro hîna didome. Ruhê berxwedana şoreşa Rojava jî ji berxwedana 14’ê Tîrmehê tê.

...