Çeteyên DAIŞ’ê ji Hesekê direvin
Piştî şervanên YPG/YPJ’ê derbeyên giran li çeteyan xistin, çeteyên DAIŞ’ê ji başûrê rojhilatê Hesekê û başûrê çemê Xabûr direvin. Şervanên YPG’ê pêşve diçin.
Piştî şervanên YPG/YPJ’ê derbeyên giran li çeteyan xistin, çeteyên DAIŞ’ê ji başûrê rojhilatê Hesekê û başûrê çemê Xabûr direvin. Şervanên YPG’ê pêşve diçin.
Çeteyên DAIŞ’ê piştî 24’ê Hezîranê êrîşek bi armanca dagirkirina Hesekê dabû destpêkirin, Şervanên YPG’ê jî operasyonek bi armanca rizgarkirina Hesekê dabûn destpêkirin. Çeteyên DAIŞ’ê piştî derbeyên giran xwarin ji aliyê başûrê rojhilatê Hesekê û başûrê çemê Xabûr ve direvin.
Li gor ajansa nûçeyan ANHA'yê şer û pevçûnên giran di seat 15.30’an di navbera çeteyên DAIŞ’ê û şervanên YPG’ê li nêzî gundê Feleha û binahiyên sor ku dikevin başûrê rojhilatê Hesekê bi dijwarî şer berdewam dike.
Şervanên YPG’ê ber bi pêşve diçin.
Şer û pevçûn li herêmê berdewam dikin.