HPG: Têkildarî komployê em li bendê ne PDK û cemaet îzahatê bikin

Fermandariya HPG’ê ya Şengalê diyar kir 12’ê Tîrmehê di şerê li gundê Gabara 3 gerîla bi komployekê jiyana xwe ji dest dane. Fermandariyê got ku bi taybet ji PDK û cemaetên li vir ên berpirsyar li benda îzahatê ne.

Fermandariya HPG’ê ya Şengalê diyar kir 12’ê Tîrmehê di şerê li gundê Gabara 3 gerîla bi komployekê jiyana xwe ji dest dane. Fermandariyê got ku bi taybet ji PDK û cemaetên li vir ên berpirsyar li benda îzahatê ne.

Fermandariya HPG’ê ya Şengalê, têkildarî pevçûna li gundê Gabara ku 3 gerîla bi komployekê jiyana xwe ji dest dane daxuyaniyek da. HPG’ê diyar kir ku der barê pevçûna 12’ê Tîrmehê ya li gundê Gabara ji raya giştî re parçe parçe hin daxuyanî dane û got: “Di daxuyaniye yekemîn de me diyar kiribû ku hevalê me Serdem Kobanî (Mustafa Bozan Ferdî-şervan) şehîd ketiye û du hevalên me ji yekîneyên xwe qut bûne agahî ji wan nayê stendin. Hevalên me Çiya Agirî (Mehmet Koç-yek ji fermandarê Eniya Şengal a HPG’ê) û Yilmaz Cîlo (Maruf Yardimci- Fermandarê Bolukê) mixabin şehîd ketine. Di vê bûyerê de ji ber îxtîmala komployê pir zêde ye, ji ber daxuyaniyek û ji muxatabên me îzahkirina acil pêwîst e, der barê bûyerê de me pêdivî dît ku em gelê xwe û tevayî raya giştî agahdar bikin.”

Fermandariyê di dewama daxuyaniya xwe de got: “Beriya bûyerê bi rojekê komeke me ya ji gundê Gabara derbas biba, ji bo ti şaşiyek çênebe, cemaeta li vir agahdar kir. Ji ber beriya vê bûyerê jî cemaetan hêzên me yên di nav tevgerê de 2 caran gulebaran kiribûn. Dema me ji wan sedema wê xwest, gotin ku hevalên me nas nekirine û bi şaşî gulebaran kirine. Ji ber vê ji bo şaşiyek çênebe, beriya em hereket bikin, cemaet hat agahdarkirin, der barê guzergaha rê û dema wê de agahî ji wan re hatin dayîn. Hêzên me yên gerîla jî, bi baweriya cemaetên ku qaşo li hember çeteyên DAIŞ’ê çeper girtine ber bi sibehê ve xwestin di gund re derbas bibin. Di nav gund de bê ku pevçûnek rû bide kom derbas dibe. Di derketina gund de li berbendeke tazî hevalên me dixin kemînê. Di yekemîn gulebaranê de tevî ku hevalekî me şehîd jî ketiye hevalên me li ser îxtîmala ku şaşiyek çêbûye bang li mirovên li vir kirine ji wan re gotine ku gerîla ne û guleyan navêjin. Piştî çeteyan tekbîr anîne hevalên me fêm kirine ku ew çete ne û li wê komê dane. Ji koma çeteyan a kemînê hin çete hatine kuştin. Hevalên me paşê hatine aliyê gund, derbasî kubeya timî ji aliyê cemaetê ve nobet tê girtin xwestine rewşê fêm bikin. Du hevalên me dema hatine nav gund dengê çekan tê û pevçûn rû dide. Koma ketiye kemînê jî dikeve pozîsyona pevçûnê. Dema tê dîtin ku girên hema li bin gund ji aliyê çeteyan ve hatine girtin, tê fêmkirin ku kemîn berfireh e û çembereke bi armanca bi temamî tinekirina komê ye. Hevrêyên me yên ketine kemînê, dema biryargeha me agahdar dikin, bilez hêz tên teqwiyekirin û derdora çeteyên li gund tên girtin. Li vir piştî nêzî 4 saetan ku pevçûn rû dide hêzên pêşmerge û hin cemaet tên li hember çeteyan li rex hevalan dikevin şer. Paşê jî li hember wesayîteke zirxî ya çeteyan û du nuqteyên wan ji aliyê hêzên koalîsyonê ve êrîşa hewayî pêk tê. Piştî pevçûneke 7 saetan tevayî çeteyên li gund hatine tinekirin û gund ji nû ve ketiye kontrolê.”

PIRSÊN DIVÊ BÊN BERSIVANDIN

HPG’ê wiha dewam kir: “Berpirsyarê PDK’ê yê li Şengalê bilez daxuyaniyeke daye televîzyonan, diyar kiriye ku gundê Gabara ji aliyê pêşmergeyan ve hatiye azadkirin, di pevçûnan de 30 çete hatine kuştin, li pevçûnê xwedî derketiye û gotinek jî der barê hêzên me yên gerîla de ne negotiye. Halbûkî dema pêşmerge hatine cihê bûyerê saet 09.00 e. Saeta destpêkirina pevçûnê 04.40 e.”

 HPG da xuyakirin ku ji bo bûyer bê ronîkirin divê muxatab bersivê bidin hin pirsan: 

“Li cihê ku hevalên me gotine, ‘Em ê di filan saetêde di vir re derbas bibin” kemîndanîna çeteyan tesadûf e?

Tevî ku kemîn saet 04.40 destpê kiriye heta saet 05.15’an li aliyê kubeyê endamên cemaetê hebûn. Çia wan mudaxeleyî pevçûnê nekirin û alîkarî nedan hevalên me. Di navbera cihê kemînê û kubeyê de mesafeyeke çend sed metre heye. Di çavan jî bi rehetî dikare bê dîtin bê kî ye.

Cihê pevçûna ku du hevalên me yên vegeriyane gund rû daye nêzî kubeyê ye. Û her du hevalên me jî ji aliyê pêş ve gule xwarine. Yanî ji aliyê kubeyê ve hatine gulebarankirin. Di saeta ku vê pevçûnê rû da ku kube hê jî di destê cemaetê de bû kê gule berdane?

Girê timî sabît dihat girtin çima wê sibê vala bû. Eger cemaetan berê çete ferq kiribin û vekişiyabin, çima agahî nedan hevalên me. Eger ji aliyê cemaetan ve gund hatibe valakirin, çima agahî nedan me? Ji ber me gotibû ku em ê sibehê di vir re derbas bibin.

‘EM LI BENDA ÎZAHKIRINA PDK Û CEMAETÊN LI VIR BERPIRSYAR IN’

Fermandariya HPG’ê Şengal, diyar kir ku bersiva pirsan ji aliyê wan ve zelal e û bi taybet PDK û cemaetên li vir ên berpirsyar li benda îzahatê ne.

HPG’ê herî dawî got:

“Em naxwazin bêjin ku ev bûyera 3 hevalên me şehîd, 2 hevalên me birînda bûne yekser ji aliyê navenda PDK’ê ve hatiye plankirin. Cemaetên li vir erkdar yekser girêdayî PDK’ê ne. Wan çek dane cemaetan, meaş didin wan û ji bo pêşmergetiyê hatine qeydkirin.

Em jî ji aliyê xwe ve vê bûyerê lêkolîn dikin û hin encamên berbiçav ên em gihiştinê hene. Lê em li bendê ne ku PDK bilez îzahakê bike. Divê cemaetên li vir berpirsyar bîne di lêpirsîneke ku hêzên me û gelê me îqna bibe re derbas bike. Em li bendê ne ku komîsyoneke hevpar ava bike û diyar bike ku amade ye hesab bipirse. Eger neyê lêpirsîna hevpar û îzahata pêwîst neyê kirin, aşkera ye ku PDK’ê wê ji vê bûyerê berpirsyar bê dîtin. Lewma eger bi rastî niyeteke xerab nînbe û kesên ev bûyer plan kirine komeke sîxurên DAIŞ’ê ne, divê PDK ji bo ev bûyer derkeve holê hemû hêsaniyan nîşan bide û tevlî bibe. Di vê pêvajoya hesas de derxistina holê ya vê bûyerê û zelalkirina wê ji bo hemû aliyan wê baş be. Lewma em bang li her kesî dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin.

Di van rojên ku em nêzî salvegera Fermana 73. dibin, gelê me yê Êzidî ku ji hêzên Kurdan li benda azadkirina Şengalê ye, em îlan dikin ku komplo û planên bi vî awayî em ê qebûl nekin û em ê vê wek dijmintiyeke aşkera qebûl bikin.”