Cenazeyê Şervanê YPG’ê Cûmalî Kartal anîn Rihayê
Cenazeyê Şervanê YPG’ê Cûmalî Kartal (Elî Cûdî) ê li Sirîna başûrê Kobanê di pevçûneke li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da ji deriyê sînor hat wergirtin û anîn Saziya Tiba Edlî ya Rihayê

Cenazeyê Şervanê YPG’ê Cûmalî Kartal (Elî Cûdî) ê 7’ê Tîrmehê li herêma Sirîn a başûrê Kobanê di pevçûneke li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbata wî û endamên MEYADER’ê ve ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hat wergirtin û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê.
Piştî karûbarên li deriyê sînor cenazeyê Kartal ber bi Pirsûsê ve ket hat rêkirin, li Taxa Elîgor a girêdayî Pirsûsê cenazeyê şervanê YPG’ê Kartal ji aliyê girseya ku di nav de Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Îbrahîm Ayhan, Dîlek Ocalan, Leyla Guven, Ziya Çalişkan, Hevşaredarê Hewengê Zeynel Taş, hevserokên bajar û navçeyê yên HDP’ê û DBP’ê yên Rihayê û bi hezaran welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Komê flama ya bi rengên kesk û sor û zer a mezin û alên PKK, KCK, YPG û YPJ’ê hildigirtin û cenazeyê Kartal bi dirûşmên, “Şehîd namirin”, “Tolhildan”, “Ey Şehîd xwîna te li erdê namîne” û “Bijî Serok Apo” re pêşwazî kirin û cenaze li ser milan heya derketina navçeyê, ber bi Rihayê ve bi rê kirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Cûmalî Kartal (Elî Cûdî) anîn Saziya Tiba Edlî ya Rihayê, piştî karûbarên otopsiyê yên li vir wê cenazeyê Kartal li navçeya Besnî ya Semsûrê bê defin kirin.