Tevgera leşkerî dewam dike
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li hemberî qadên gerîla zêde dibe.
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li hemberî qadên gerîla zêde dibe.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser tevgera leşkerî ya artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG'ê da xuyakirin ku tevgera balafirên şer û keşfê yên artêşa Tirk zêde bûne û ev agahî da:
"Di 15'ê Tîrmehê saet di navbera 07:00 - 12:00 de li herêma Xakurê artêşa T.C a dagirker bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif kiriye. Ev tevgera hewayî li qadên me yên gerîla dewam kiriye. Li gorî vê yekê;
Di 14'ê Tîrmehê saet di navbera 06:00 - 14:00 de li herêma Xinêre, ji saet 18:00 ê 15'ê Tîrmehê heta saet 06:30 ê 16'ê Tîrmehê (îro) li herêma Zagrosê, di navbera 15-16'ê Tîrmehê saet di navbera 20:00 - 02:30 de li herêma Zapê û xeta sînor, artêşa Tirk bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif kiriye.
Di 15'ê Tîrmehê saet di navbera 08:00 - 16:00 de li qada Akdag a Amedê, saet di navbera 07:00 - 22:00 de li qada Şehîd Remzî ya li sêgoşeya Pasûr, Lice û Dara Hênê, bi pêgerên hewayî yên bê mirov re artêşa Tirk keşif kiriye. Di navbera 15-16'ê Tîrmehê saet di navbera 23:00 - 02:00 de li qada Şehîd Remzî balafirên şer geriyane."
ARTÊŞA TIRK QADÊN GERÎLA BOMBE KIR
HPG'ê da xuyakirin ku artêşa Tirk qadên gerîla bombardûman kiriye û got, "Di 15'ê Tîrmehê saet di navbera 12:00 - 13:00 de artêşa Tirk a dagirker, ji qereqola Bilican a li ser xeta sînorê herêma Zapê ye, qada Kepê Mîrîşka bi obus û hawanan bombe kir. Heman rojê saet di navbera 17:00 - 18:00 de jî ji qereqola Bilicanê qada Kepê Mîrîşkan bi tankan hatiye bombekirin.
Di 16'ê Tîrmehê saet di navbera 03:00 - 04:00 de qereqola Gundikê mellê yê li qada Besta ya Şirnexê ye, bi obus û çeka giran a A-4 qada Çiyayê Filleh bombe kir.
Di 16'ê Tîrmehê saet di navbera 12:00 - 13:00 de artêşa Tirk ji qereqola Tepê Çete ya li navbera navçeyên Şirnex û Cizîrê ye, qadên Şehîd Merwan, Şehîd Şêxmûs û Kêlik ên Heftanînê bi A-4 û tankan bombe kir."
LI FARQÎNÊ ÇALAKIYA HIŞYARIYÊ
HPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo çêkirina bendava li Farqînê veguhastina hêza leşkerî dewam dike û ev agahî da:
"Tevî hin hewldanên ji bo hişyarkirinê jî çêkirina vê bendavê dewam dike û tevgera leşkerî ya li derdora wê hatiye berfirehkirin. Li hemberî vê tevgerê, di 15'ê Tîrmehê saet di 07:00 de, li hemberî veguhastina hêza leşkerî ya ji bo bendavê çalakiyeke hişyarkirinê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de maşîneke zirxî bi temamî hatiye rûxandin. Nehatiye zelalkirin ku windahiyên artêşa Tirk ên di hundirê vê maşîna zirxî de çend e. Piştî çalakiyê parçeyên maşîna zirxî bi vînçan ji qadê hatine derxistin."