KNK'ê cejna Remezanê pîroz kir
KNK'ê cejna Remezanê li tevahiya gelê Kurd û alema Îslamê pîroz kir û got, "Em bi hêvî û bawer in ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe, li welatê xwe yê azad pîroz bike."
KNK'ê cejna Remezanê li tevahiya gelê Kurd û alema Îslamê pîroz kir û got, "Em bi hêvî û bawer in ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe, li welatê xwe yê azad pîroz bike."
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya cejna Remezanê peyamek weşand.
KNK'ê got, "Sibe cejn e, cejna Remezanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin. Li Rojavayê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin" û destnîşan kir ku ya sosret ew e ku yên êrîşî gelê Kurd dikin, ne tenê xwe Misilman didin xuaykirin, xwe weke serok-rêberên Misilmanan didin nîşandan.
Peyama KNK'ê bi vî rengî dewam dike:
"Her wiha fitwayên xirab û bê binî di mizgeftan de li hember gelê me têne dayîn. Roja cejnê jî, wê dîsa derkevin ber kamerayên televîzyonan û bi derewan bêjin 'misilmanên qenc û xêrxwaz em in' û bixwazin zalimtiya li ser gelê me didin meşandin bidin vaşartin.
Bê guman li her çar perçeyan û her derê gelê me, êdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava tekoşineke netewayiya demokratik a hemdemî de ye. Êdî ne xwazokê ber deriyê zalima ye û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û tekoşerên xwe dike.
Em bi hêvî û bawer in ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe, li welatê xwe yê azad pîroz bike.
Bi vê munasenetê em cejna Remezanê, di serî de li girtiyên azadiyê, li hemû şervanên azadiyê yên li Rojava, li Başûr û li hemî cepheyan de berxwedana bê hempa dikin û yên li seranserê Kurdistanê nobeda azadiyê digirin, li gelê Kurdistanê û li alema Îslamê pîroz dikin."