Karayilan: Dewleta Tirk ji rêveberiya Rojava re got 'êdî zêde bi pêş ve neçin'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan: Li gorî agahiyên gihaştine me, dewleta Tirk bi awayekî fermî ji rêveberiya Rojava re gotiye 'êdî zêdetir bi pêş ve neçin'. Naxwaze herêma Cerablûsê bê rizgarkirin û kantonên Kobanê û Efrînê bigihêjin hev.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan: Li gorî agahiyên gihaştine me, dewleta Tirk bi awayekî fermî ji rêveberiya Rojava re gotiye 'êdî zêdetir bi pêş ve neçin'. Naxwaze herêma Cerablûsê bê rizgarkirin û kantonên Kobanê û Efrînê bigihêjin hev.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan duh êvarê bû mêvanê bernameya Analîz a Stêrk TV û bersiv da pirsên rojnamevan Amed Dîcle.

Karayilan der barê operasyon û êrîşên artêşa Tirk de diyar kir ku artêş di rewşa heyî de ketiye pozîsyona şer. Karayilan anî ziman ku bendav û rêyên ji bo armancên leşkerî dewam dikin Û destnîşan kir ku bi tehrîkkirina hêzên gerîla re hewl tê dayîn gerîla tevlî pozîsyona şer bê kirin.

Karayilan diyar kir ku şert û mercên agirbestê ji holê hatine rakirin û got, "Artêş bi rêkûpêk agirbestê binpê dike. Bi agir dilîzin. Li gelek cihan êrîşên hewayî kirin. Êrîş gel ê li dijî vê derdikeve, kirin. Herî dawî li Roboskî êrîşî wekîlê gel kirin û bêhurmetî kirin. Konsepta ku dewleta Tirk niha xistiye dewrê konsepteke şer e. Bila ev were zanîn; hêzên gerîla wê li dijî van êrîşan bê guman bêdeng nemîne."

'LEŞKERAN LI ERDEXANÊ JI BO TOLÊ HILÎNIN ÊRÎŞÎ SIVÎLAN KIRIN'

Ji bo pirsa li ser komkujiya li Erdexanê de Karayilan ragihand ku ev êrîş plankirî bû û li cihê gule li mînîbusê hat reşandin, gerîla tinebû. Karayilan da xuyakirin ku li herêmeke dûrî cihê komkujiyê, di şerê rojek beriya komkujiyê de 3 tîmên taybet hatine kuştin.

Karayilan got, "3 leşkerên wan mirin, lê ji çapemeniyê veşartin. Ji bo tolê hilînin êrîşî sivîlan kirin. Malbata ku êrîşî wan kirin jî HDP'yî ye. Bi vî rengî mesajek dan HPD'ê. Ji xwe di hilbijartinên dawî de HDP'ê li herêma Serhedê bi taybetî jî li Erdexanê serketineke mezin bi dest xist. Dixwazin pêşî li vê bigirin. Ji bo gel bitirsîne serî li şîdetê didin."

'ROJÊN ZEHMET LI PÊŞIYA KÊ YE, EM Ê BIBÎNIN'

Karayilan bersiv da daxuyaniya Bulent Arinç a digot 'rojên zehmet li pêşiya rêxistinê ye' û ev xal destnîşan kir:

"Yên gefê li me dixwin bila li dîrokê binêrin. Eger Arinç gelekî ji dil e bila were, em ê bibînin ku rojên zehmet li pêşiya kê ye. Bila werin û bibînin. Em hev nas dikin. AKP'ê di sala 2011'and e jî hesap dikir ku me weke Tamîlan tine bike. Lê me encama wê dît. Yên dixwazin bibînin ku bê em çawa şer dikin, bila li performansa gerîlayên me ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê binêrin. Artêşên Iraq û Sûriyeyê nikarîbûn li hemberî van çeteyan bisekinin. Yên ev çete têk birin gerîlayên Kurdistanê bû. Yên gefê li me dixwin bila li rewşa çeteyên DAIŞ'ê binêrin. Ev kar bi gefxwarina li me nabe. Eger vana bi vî hişî dewam bike, wê Tirkiyeyê ber bi karesatê ve dehf bidin. Ev zîhniyet zîhniyetê Tirkiyeyê parçe bike ye."

'DIBE KU SIBE DERENG BE'

Karayilan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku tecrîd siyaseteke şer e. Karayilan diyar kir ku di şexsê Ocalan de heqaret li gelê Kurd tê kirin û destnîşan kir ku gerîla wê nebe temaşevanê vê rewşê.

Karayilan li hemberî konsepta şer a dewletê xistiye dewrê banga hestyariyê li gel kir û got, "Em di pêvajoyeke gelekî girîng û krîtîk de ne. Yên şer naxwazin divê li dijî vê rewşê derkevin. Îro hînê wext heye û gelek tişt hene ku dikarin bên kirin. Lê sibe dibe ku dereng be. Ji ber vê yekê bang li raya giştî ya demokratîk dikim ku li hemberî konsepta şer hişyar û hestyar be."

'DOR HATIYE AVAKIRINA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK'

Di nirxandinên li ser salvegera 3. a Şoreşa Rojava de Karayilan anî ziman ku li Rojava destanên lehengiyê tên nivîsandin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:

"Rojavayê Kurdistanê parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê ye, lê şoreşa herî mezin pêk aniye. Bi hezaran lehegan canê xwe feda kirin û gel û axa xwe parastin. Ez van lehengên me careke din bi rêzdarî bibîr tînim. Li hemberî Şoreşa Rojava ev 3 sal in êrîşên mezin tên kirin. Ev êrîş bi giranî ji derve ve tên kirin. Ji bo gelê me li wir nebe xwedî vînekê, bi her awayî êrîş tên kirin. Herî zêde jî dewleta Tirk bi destê çeteyan ev êrîş kir. Lê belê gelê me li ber xwe da û li dijî êrîşan xwe parast. Şoreşa Rojava rengê şoreşa Kurd diyar kir. Di şoreşa kurd de jinên kurd rola xwe ya pêşengiyê nîşanî tevahiya cîhanê dan."

Karayilan da xuyakirin ku serketina Girê Spî dewleta Tirk gelekî tirsandiye û got, "Li gorî agahiyên gihaştine ber destê me, dewleta Tirk bi awayekî fermî ji rêveberiya Rojava re gotiye 'zêde bi pêş ve neçin'. Yanî naxwazin herêma Cerablûsê bê rizgarkirin û kantonên Kobanê û Efrînê bigihêjin hev. Bi salane cîranê DAIŞ'ê ne, lê jê ne aciz in. Lê belê ji Kurdan aciz in."

Karayilan diyar kir ku serketina Girê Spî Şoreşa Rojava derxistiye qonaxeke nû û axaftina xwe wiha dewam kir: "Serketina Girê Spî hîmên şoreşa Sûriyeyê xurt kir. Bi vê yekê re hema hema pêngava azadkirina Rojava temam bû, niha dor hatiye azadkirina Sûriyeyê. Pêvajoya avakirina Sûriyeya demokratîk destpê kiriye. Serketina Girê Spî nîşan daye ku Kurd di avakirina Sûriyeya nû de xwedî rola bingehîn in."

Karayilan veguhastina leşkerî ya li ser sînorê Cerablûsê nirxand û anî ziman ku dewleta Tirk nikare tiştekî bike, bi tenê ji bo gefê bixwe leşkeran dibe ser sînor.

Karayilan got, "Tirkiye gefên pûç dixwe. Tevahiya cîhan dizane ku heta DAIŞ cîranê Tirkiyeyê be, wê nikaribe qels bibe.

Karayilan da xuyakirin ku dewleta AKP'ê ev 4 sal in çi ji dest tê li hemberî Rojava dike û anî ziman ku ji bilî gefên pûç tiştekî ji dest bê bike, nemaye.