‘Berxwedana Qendîlê berxwedana di Kurdê Azad de israr e’

Fermandarıya Giştî ya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê bi munasebeta 4. salvegera êrîşa rejîma Îranê ya 16’ ê Tîrmeha 2011’an li hember tevgera azadiya Rojhilatê Kurdistanê PJAK, HRK û HJRK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Fermandarıya Giştî ya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê têkildarî êrîşa rejîma Îranê ya 16’ê Tîrmeha 2011’an a li hember Qendîlê got:  “Armanca êrîşê bi temamî tinekirina tevgera me bû. Çaremîn salvegera berxwedana şerê Qendîlê ye. Êrîşa rejîma Îranê ya li hember herêmên me pêş ketin rastî qonaxa destwerdana li dewlet-neteweyên statûkoparêz yên herêmê dihat.”

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê bi munasebeta 4. salvegera êrîşa rejîma Îranê ya 16’ ê Tîrmeha 2011’an li hember tevgera azadiya Rojhilatê Kurdistanê PJAK, HRK û HJRK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand. YRK’ê got: “Em ê berxwedana xwe bi ruhê Sîmko, Sarya û Egîdan ji her demê zêdetir bilind bikin û têkoşîneke hêjayî rêhevalên şehîd, ruhê APO’yî û gelê xwe bi rê ve bibin.”

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK)’ê wiha ye:

“Di 16’ ê Tîrmeha 2011’de rejîma ÎSLAMÎ ya Îranê bi armanca îmhakirina tevgera azadiya Rojhilatê Kurdistanê PJAK, HRK û HJRK’ê êrişeke berfireh dabû destpêkirin. Armanca êrişê bi temamî tinekirina tevgera me bû. Çaremîn salvegera berxwedana şerê Qendîlêye. Êrişa rejîma Îranê ya li hember herêmên me pêşketin li rastê qonaxa destwerdana li dewlet-neteweyên statûkoparêz yên herêmê dihat. Li hemû welatên Rojhilata Navîn nerazîbûn li hember dewletên dîkdator hebûn, ji aliyekî de serhildanên gelên herêmê di lutkeyê de bu di aliyê din de jî hêzên emperyalîst di nava hewldana dîzaynkirina herêmê de bûn,  dewleta Îranê tam jî di demeke wisa de bi dewletên dagirkerên Kurdistanê di serî de bi Tirkiyê re li hev kir û êrişeke berfireh û pir alî anî ser hêzên me. Lê, wek her timî bûye ev hewldana wan ya tinekirinê li rastê berxwedana bêhempa ya gerîlayên me hatin, bi riheke fedayî ev êriş hatin pûçkirin. Em vê berxwedanê di serî de di kesayeta fermandar Şehîd Simko, Şehîd Egîd Tuşpa û Sarya Onur de hemû şehîdên berxwedana Qendîlê û şehîdên tekoşîna azadiyê birbîrtinin û sonda bilindkirina tekoşîna wan didin.

Ev operasyona dagirkeriyê ya rejîma Îslamî ya Îranê operasyona li hember pêşketina Kurdê azad li Rojhilatê Kurdistanê bû. Mîna hemû dewletên dagirker û mêtînkar Îran jî Kurdê mirî û îtaatkar dixwaze. Lê, derketina PJAK’ê mizgîniya derketina Kurdê azadbû li Rojhilatê Kurdistanê. PJAK ku di rêya felsefeya Rêber APO de tekoşîna avakirina tevgereke nû dida, di demeke kurt de li Kurdistan û Îranê dengveda û bu modeleke çareserker û alternatîf ji bo tevahî gelan. Bi dehan caran operasyon û êrişên dewleta Îranê li hember hêzên me çêbûn, bi dewleta Tirk re gelek caran tifaqên qirêj kirin û gelek hevalên me şehîd xistin lê, êrişa li hember Qendîlê êrîşeke wer lokal û ji rêzê nînbû. Bi temamî konsepteke navdewletîbû ku dixwastin bi van êrişan pişta tevgera me bişikîne. Lê, Îran hate nêçîrê lê, bixwe nêçîrbû. Berxwedana Qendîlê ya li hember rejîma Îranê selmand ku Îran çiqas bi êrîşeke berfireh û îmhakar û bi tifaq were ser me jî dê hêzên me yên gerîla wan êrişan pûç bike û nehêle biçe serî.

Gelê Kurd û ciwanên wî yên Rojhilatê kurdistanê fikir, raman,felsefe û bîrdoziya Rêber APO ji xwere kirine bingeh û dest bi tekoşîna azadiyê kirine. Bi feraseta parastina rewa tekoşîna xwe daye destpêkirin. Ev her roj berfireh bu û di çiyayên Rojhilatê kurdistanê de xwe bı cîh kir. Gelek caran bi dijmin re ketin nav pevçun û şerê mezin. Ji bo mafê xwe parastinê gelek çalakiyên mezin yên bersiv dayînê hate li darxistin. Ev yek ji bo gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bu jêdera hêvî û baweriyê. Gelê kurd li Rojhilatê kurdistanê li derdora gerîla û Rêber APO de kom bu. Dijminê gelê Kurd dewleta Îranê û hemu pêkhateya wî tevî hemû hewldanan jî nekarîn gelê Kurd ji tevgera wî qut bikın.  çikirin nekarîn gelê kurd li tevgera azadiyê qut bikin.

Ev pêşve çûn û serketina tevgera APO yî li Rojhilatê Kurdistanê, komara Îslamî ya Îslamî ya Îranê ket nav tirs û xofekî pir mezin lewma bi dewletên dijminê gelê Kurd ên heremê re li hev kirin, bi rêya komplo û konseptek berfireh xwest sala 2011’an de derbeyek li gerîlayên tevgera azadiya Rojhilatê Kurdistanê bide û gelê Kurd careke din bê parastin bêhêle. Lê wek têg otin hesabê malê û sûkê li hev nehat, heman tişt hesabê rejîma mîlîtarîst ya Îranê jî li çiyayên azad çiyayê Qendîlê têk çû û derbeyeke mezin û şikestek jiya. Ji lewma neçar ma li hember hêzên gerîla li xwe mikur were ku bin ketiye û ji lewma jî agirbest qebûl kir. Her çiqas dewleta Îranê hemû kiryarên xwe yên qirêj bikar anî her sal û her dem di nav hewldanên sabotekirin û provakasyonan de bû jî, lê gerîlayên me bi xwînsarî, sebir, bi pîvan û rêgezên agirbestê bi awayekî yek alî parastin. Dîsa niha her çiqas rejîma Îranê şertê agirbestê binpê dike û ji holê rakir be jî hîn jî li milê me de wek rêgez em agirbestê diparêzin helbet ji derveyî parastina hebûna xwe. Ev çar salin tu hewldanên me yên ku şer derbikeve çênebûye.  Lê heya niha dewleta Îran li ser hêzên me her timî ketiya nava hewldanên şer sorkirinê. Ev bi awayeke eşkere xwe di sewqiyatên wan yên leşkerî û mîlîtarîzekirina Kurdistanê de diyar dibe. Eger di çêkirina qereqol, bendavên mirinê, dagirkerî û mêtingeriyê de israr bike ji me re jî mafê xweparastinê dimîne. Her wiha neçar dimînin ku wek yekîneyên parastina Rojhilatê Kurdistanê rewşê ji nû ve dest bigirin çi tedbîrên pêwîst hebin emê  bigirin û em ê bikevin nav seknek hîn aktîf a parastinê de.

Şerê Qendîl bu vîna gelê Kurd, bu nasname û statuya gelê Kurd di qada navneteweyî de. Her çiqas kêm û kurtiyê me hebin jî nav çar sala de wek gerîlayên Rojhilatê kurdistanê despêka sala 2014’ an konferansa xwe ya sêyemîn çêkir û heman demêde  bu konferansa ji nuve avakirinê. Bi vî awayî xwe weke yekîneyê parastina Rojhilatê Kurdistanê YRK ji nû ve  damezirand. Bi ruhê şehîdên Qendîlê û hemû şehîdên şoreşê xeta gerîlayetiyeke profesyonel û pispor ji xwe re esas digirin. Îro ji her demê bêtir hêzên me yên gerîla li Rojhilatê kurdistanê çeperên xwe kûranî û firehiyê di xwezaya Kurdistanê de pêş xistiye. Gerîlayek xwe perwerdekirî xwe gihandiye mîlîtanî û fermandar, yek ya nûjen ku hemu şert û mercan de têbikoşe û şer bike.

Bi boneya çaremîn salvegera şerê Qendîlê em weke yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê YRK û hem weke hêzên parastina jinên Rojhilatê Kurdistanê HPJ dixwazin gelê me bizane ne rejîma Îran her wiha ti hêz nikare tevgera azadî û gerîlayên wî yên Rojhilatê Kurdistanê paşde bide û bide sekinandin. Êdî dem dema azadiya gelê me hatiye. Em ê berxwedana xwe bi rihê Simko, Sarya û Egîdan ji her demê zêdetir bilind bikin û têkoşîneke hêjayî rêhevalên şehîd, rihê APO’yî û gelê xwe bi rê ve bibin. Em weke hêzên leşkerî yên Rojhilatê Kurdistanê xeta şehîdên xwe de israr bikin û ber bi pêşve bibin.

Dubare em şehîdên berxwedana Qendîlê û hemu şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr tînin, li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin, sonda hêjayî wan têkoşînê bilindkirin û paşerojeke azad avakirinê didin. Xeyalên gelê me û tevahî hevalên şehîd sedema me ya têkoşînê ye.