Gerîla Cîhan li Mexmûrê hat bîranîn

Gerîlaya HPG’ê û YJA-STAR’ê Cîhan Zagros di 18. salvegera şehadeta xwe de ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hat bîranîn.

Gerîlaya HPG’ê û YJA-STAR’ê Cîhan Zagros di 18. salvegera şehadeta xwe de ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hat bîranîn.

Gerîlaya HPG’ê û YJA-STAR’ê Cîhan Zagros di 18. salvegera şehadeta xwe de ji aliyê malbat û hevalên xwe ve li Wargeha Penaber a Şehîd Rustem (Mexmûr) bi mewlûdekê hat bîranîn.

Di mewlûdê birayê gerîla Cîhan Zagros Hesen Pînyanişî axivî û got, “Wek malbata şehîd me xwest bi munasebeta salvegera şehadeta Cîhan Zagros, jî bo hevalên wê yên di çeperan de mewlûdekê bidin.

Pînyanîşî axaftina xwe wiha domand, “Şehîd Cîhan bi navê xwe yê malê Besna, ji zarokatiya xwe heta tevlîbûnê, di nav lêgerîneke cuda û serhildêr de bû. Bi wê bawerî û evîna dilê xwe ya azad di 05 - 05 – 1995’an de li Wargeha Etrûş gihişt encama lêgerînên xwe û bi van coş û hêviyên xwe yên mezin, soza tevlîbûna nava refên gerîla da û berê xwe da çiyayên Kurdistanê”

XWEDÎ BAWERÎ Û HEZKIRINEKE MEZIN BÛ

Pînyanîşi wiha behsa jiyan û têkoşîna xwişka xwe gerîla Cîhan kir: “Belê şehîd Cîhan bi wê bawerî û hezkirina xwe ya mezin di nava çiyayên welatê xwe de weke gulek ji gulên meha Gulanê rojane zindî û bi geş bû, lê mixabin ew gul û xwedî biryar di temenekî pir kurt di nava hevalên xwe ma. 17’ê Tîrmeha 1997’an tevlî karwanê şehîdan bû.

Heval Cîhan di çalakiyeke li hember hevkarên dewleta Tirk li çiyayê Gare ya Başûr, li gundê Şkeftanê di şerekî herî dijwar de jiyana xwe ji dest da.

Em weke malbat heval Cîhan û hemû hevalên wê bibîr tînîn û li hember hewldanên şaş û xwefiroş em ê di nava têkoşînê de bin.”

...