Gerîlayê HPG’ê Yardimci li Geverê hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Maruf Yardimci (Yilmaz Cîlo) ê li Şengalê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Geverê bi tevlîbûna hezaran kesan hat oxirkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Maruf Yardimci (Yilmaz Cîlo) ê li Şengalê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Geverê bi tevlîbûna hezaran kesan hat oxirkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Maruf Yardimci (Yilmaz Cîlo) ê 12'ê Tîrmehê li gundê Gabara yê Şengalê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da piştî karên otopiyê yên li Saziya Tipa Edlî ya Amedê ber bi navçeya Geverê ya Colemêrgê ve derxistin rê. Cenazeyê Yardimci li ser pira Şakîtan bi girseyî hat pêşwazîkirin û piştre ber bi navçeyê ve birin.
Cenazeyê Yardimci li ber avahiya Atasoy bi dirûşmên, "Şehîd namirin" û "Qatil DAIŞ hevpar AKP" hat pêşwazîkirin. Di vê demê de dema wesayîta anonsê ji nişka ve bi rê ket welatiyê bi navê Abdullah Tufrent ket erdê. Turfent li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hat dermankirin û hat hînbûn ku di dest û piyê wî de derizîn û şikestin çêbûne.
Pêşiya konvoya cenazeyê Yardimci li ser pira Abdullah Canan ji aliyê tîmên taybet û wesayîtên zirxî ve hat birin. Li ser vê yekê konvoya cenaze bi ser Taxa Gongorê anîn navçeyê. Parlamenterê HDP'ê Abdullah Zeydan, hevşaredar û bi hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn. Piştî wecîbeyên olî yên li Mizgefta Qişleyê darbesta Yardimci ya bi ala KCK'ê hat pêçandin ji aliyê girseyê ve hat girtin û ber bi Şehîdgeha Ormanê ve birin. Di meşê de dirûşmên, "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Qatil DAIŞ, hevkar AKP" hatin berzkirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Yardimci û alên PKK, HPG û KCK'ê hatin hilgirtin.
Piştî karên definkirinê bi dawî bûn Rêveberê MEYA-DER'ê yê Geverê Cengîz Ortaç axivî û diyar kir ku ew dewleta piştgiriyê didin çeteyên DAIŞ'ê şermezar dikin. Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan jî sersaxî ji gelê Kurd re xwest û wiha got: "Em baş dizanin ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê û yên piştgiriyê didin wan bi rûmet têkoşînê didin. Helbet ev vîn wê qezenc bike."
Birayê Yardimci Ferhat Yardimci jî hemû kesên tevlî merasîma cenaze bûn spas kir û wiha got: "Birayê min şehîdê hemû gelê Kurd e. Serê gelê Kurd sax be. Serê Rêber Apo û gerîlayan sax be."